25 februari 2018

Gelşên nabêna YNKê kûrtir dibin


Gelş û aloziyên nava YNKê kûrtir û xerabtir dibin. Piştî nameya xanima Mam Celal, Hêro Îbrahîm Ehmed, Kosret Resûl bersîvek tund daye û gotiye ”we bê haya YNKê, bi dizî rêkeftin kir û YNK jî neçarî xeletiyên xwe yên siyasî, hizbî û neteweyî kir.”

Berê Hêro Îbrahîm Ehmed nameyek ji Kosret Resûl ra şandibû û hin rexne li Kosret Resûl girtibû.

Nuha jî Kosret Resûl bersîv daye Hêro Îbrahîm Ehmed.
Him nameya Hêro Îbrahîm Ehmed û him jî bersîva Kosret Resûl nîşan didin parastina yekîtiya YNKê ne mimkûn e û belkî jî nikanibin kongre jî çêkin. 

Û heger kongre çê bibe jî bi îhtîmaleke mezin ewê bibe kongreyeke perçebûna YNKê. Bi qasî xuya dike gelşên nabêna aliyan ne gelşên wiha ne ku kanibin li ser li hev bikin ya jî çareser bikin.

Min berê jî nivîsî, bi baweriya min piştî îxaneta 16ê cotmehê ya firotina Kerkûkê êdî ne mimkûn e YNK wek berê bimîne. Îhtîmaleke wiha pir û pir zeîf e.

Çimkî YNK ya dibê îxaneta Kerkûkê biparêze ya jî mahkûm bike. Rêya sêyem tuneye.

Biparêze jî ewê perçe bibe û mahkûm bike jî ewê perçe bibe.
Ji ber ku di nava YNKê da yên  îxaneta 16ê cotmehê diparêzin jî hene û yên mahkûm dikin û dibêjin ev îxanet jî hene.


Îcar di nava YNKê da, di kongreyê da kîjan bask, kîjan alî bi ser keve, aliyê din ewê veqete. Û wek qet tiştek nebûbe lihevkirina wan jî ne mimkûn e. Bi îxaneta 16ê cotmehê Kerkûk û Xurmato jî di nav da, ji sedî 40ê axa Kurdistanê bêyî şer teslîmî Bexdayê kirin. 

Bi dehhezaran kurd ji Kerkûkê, ji Xurmato û ji gelek deverên ji alî Heştî Şabî û leşkerên Îraqê ve hatin dagirkirin koçber bûn.

Yanî him îxaneta 16ê cotmehê bi xwe û him jî netîceyên bi xwe ra anîn pir giran û pir mezin in. Nabe hesabê wê neyê pirsîn.

Lê hêvî dikim YNK kanibe kesên xiyanet kirine ji nava xwe bavêje û bi piranî yekîtiya xwe biparêze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE