11 februari 2018

Gelî pisporan, ev çi ”algorîtma", malgorîtma ye ?



Gelî muhendiz, zana, hoste, pispor, şareza û gur û hûtên Facebookê !

Wek hûn jî zanin çend roj in li ser FB di medyaya sosyal da xeberek di nava cimata Facebookê da digere.

Dibêjin xwedêgiravî Facebookê ji xwe ra ”algorîtmayeke nuh tanzîm kiriye, yanî rêyeke nuh daye ber xwe û li gorî vê algorîtma nuh ya FB dibê meriv çi û çi bike, heger meriv wiya neke nivîs û parvekirinên meriv ji alî hevalên meriv va nayê dîtin.

Ji bo nivîs were dîtin dibê hevalên meriv ”gîfekê” ji meriv ra bişînin ya jî nivîseke meriv komentar bikin.
Heger ev yek neyê kirin kes nivîsên kesî nabîne, filan û bîvan…

Geleo rast e ya heneke?
Heta nuha min qet tiştek nekirîye û ji kesî ra jî tu ”gîf” mîf neşandiye.

Ji xwe ez nizanim ”gîf” çi ye û çawa çê dibe.
Ez nizanim hemû havalên min nivîsên min dibînin ya na?

Do hevalekî ji min ra got ji zû da ye ew nivîsên min nabîne. Min got lawo weleh min nabên nedaye nivîsandinê, her roj ez wek murîyan/gêrikan dixebitim û çend nivîsan belav dikim.

Camêr got weleh ez nivîsên te nabînim. Bala xwe dayê em hîn hevalên hev in.

Netîce ez dixwazim hosteyên vî îşî aqilekî bidin min, ji bo ez ji xwe tenê ra nenivîsînim ez çi bikim?

Geleo ev tiştê tê goton, ”algorîtma” nuh e, çi jahr û zuqûm e tenê ji bo Tikriê ye ya jî ji bû hemû dinyay ye?
Ez bi çar çavan li bende alîkarî û aqilê kesên alim û hoste me. Ji kerema xwe ra ecemiyên wek min bira xwe tevî vî îşî nekin û aqilê ewê bi kêrî min neyê nedin min.

Ez li dû aqilê bi kêr im. Hêvî dikim van kûpên êqil min û ecemîyên wek min ji alîkariya xwe mehrûm û bêpar nehêlin, bira xêra wan hebikekî di me nezaan jî bigire…

Ji nuha da gelek spas ji bo alîkarîye we ya giran biha…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE