13 februari 2018

Ez dixwazim lîsteyeke blogên kurmancî çêkim lê nizanim çêkim


Gelî xwendevanan û nas, dost û hevalên ezîz û hezkirên blogan !

Ji bo çêkrina lîsteyeke blogên kurmancî, gelo hinek kanin alîkariya min bikin?


Yanzde(11) sal berê dema min dest bi blogeriyê kir, blogên kurdî tunebûn, yekî berî min blogek çêkiribû lê ne aktîf bû. Lema meriv kane bibêje ez blogerê kurmancî yê pêşî bûm. 


Lê nuha şikir blogên kurdî, kurmancî pir bûne û roj bi ro jî zîde dibin.


Lê ji ber ez ne şarezayê înternetê û teknîkê me, lema jî ez nikanim ji blogên nuh haydar bibim û wan taqîbbikim. Bi rastî ez dixwazim taqîb bikim. 


Bîstek berê min dît Înan Eroglu lîsteyek blogên jê hez dike çêkriye û gotiye ew tam 145 blogan taqîb dike.


Ez jî dixwazim lîsteyek blogên kurmancî, tenê kurmancî çêkim. Lê nizanim meriv çawa çê dike.

Hin xêrxwaz ya jî hosteyê bloga min Emer Faruk Baran lîsteyekê ji min ra çêke ezê pir kêfxweş bibim.


Ji şansê min ra nuha çavê Emer Faruk Baran ketiye ber. Lema jî naxwazim jê ra bibêjim.

Malneket ew jî pir dixwîne. Li gorî  rahmetiyê Mao xwendina zêde ne baş e, ya mejiyê meriv diçelqîne ya jî meriv pir zana û biaqil dike û ew jî tahlûkeyeke ye. 


Lê heger xwendin baş be jî li Tirkiyê tahlûkeye, kane belayeke ne di hesêb da bîne serê meriv. Lema jî dibê meriv di xwendinê da pir dîqet bike.

Neyse em vegerin ser mijara xwe. Yê kanibe ji bo çêkirina lîsteyeke blogan alîkariya min bike ezê spasdarê wî/wê bim.
Ez li bende alîkariya we me...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE