02 februari 2018

ENKS jî bi qasî Artêşa Sûriya Azad girêdayî Tirkiyê ye


Ev çend roj in, ji êrîşa Tirkiyê ser Efrînê û vir da ye carnan bala xwe didim telewîzyona ARK TVê. Nayê bîra min berê min lê temaşe kiribe.

Ez gihîştim wê baweriyê di nabêna ARK TVê û TRTkurdî da misqal jî ferq û cudahî tuneye.

TRTkurdî ya Tirkiyê ye, ARK TV jî TRTya  Tirkiyê ya kurdî ye. Bi nav telewîzyona ENKSê be jî lê wek telewîzyoneke Tirkiyê, wek TRTkurdî weşanê dike. Yanî di weşanê tu ferqeke wê û TRTa Tirkiyê tuneye.

Di van çend rojan da di ARK TVê da min li dîtin û fikrên serok û çend berpirsiyarên ENKSê yên li ser êrîşa Tirkiyê ser Efrînê guhdarî kir.

Di netîceyê da ez gihîştim wê baweriyê telewîzyona ARKê TRTa kurdî ye û ENKS jî  ASAya (Artêşa Sûriya Azad) kurd e. Artêşa Sûriya Azad çiqasî girêdayî Tirkiyê ye, ENKS jî hewqasî girêdayî Tirkiyê û Erdogan e.

TRT çiqasçî ya Tirkiyê ye, ARK jî kêm zêde hewqasî ya Tirkiyê ye. Bi kêmanî bi weşana xwe ya ser Tirkiyê, Efrînê û PYDê wisa ye.

Wek Artêşa Sûriya Azad, Nusra, Daîşê û Tirkiyê, ENKS jî li hemberî PYDê û YPGê ye û di cepheya Tirkiyê da ye. ENKS jî bi qasî ASA û Tirkiyê dijminatiya YPGê dike.

ENKS heger ne mitefikê Tirkiyê bûya ewê Tirkiye neheq bidîta û rûreş bikira û gelê xwe biprasta.

Lê serok û berpirsiyarên ENKSê ji dêlî li dijî Tirkiyê derkevin û êrîşa Tirkiyê şermezar bikin, gazinan ji PYDê dikin, dibêjin PYD bûye sebebê êrîşa Tirkiyê, gerek PYDê ji Efrînê derkeve û daxwazên Tirkiyê bi cî bîne. Ancax bi vî rengî şer raweste.

Yanî zarokên Efrînê, bi sedhezaran kurdên bi PYDê, YPGê û PJKê ra ne ya teslîmî Tirkiyê bibin ya jî Efrînê û Kurdistanê terk bikin…

Çimkî Tirkiyê dibêje gerek kurd Efrînê teslîmîme bikin û emê jî wê teslîmî xwediyên wê bikin. Yanî ewê ereb û tirk û çeçen, afgan, ozbek û nizanm kî û kê li Efrînê bi cî bikin.

Hesabê Tirkiyê ev e. Çimkî Tirkiye dibêje Kurdistana Rojava "korîdora terorê ye". Hedefa Tirkiyê vê "korîdora terorê" ji kurdan paqij bike û merivên xwe têxe dewsa wan.

ENKS, bi neheqkirina PYDê piştgiriyê dide vê projeya Tiriyê ya valakirina Efrînê û Kurdistana Rojava.

Tiştê berpisiyarên ENKSê li ser êrîşa Tirkiyê ser Efrînê û li ser PYDê dibêjin dubrekirina gotinên Erdogan in. Daxwaza teslîmiyeta kurda ye, valakirina Efrînê ye.

Tirkiye tiştê îro ji bo PYDê dibêje di referandûma 25ê îlona 2017a da ji PDKê û kurdên Kurdistana Başûr ra jî got. Ma kî bi qasî Barzanî dostê Tirkiyê û Erdogan bû. Kurdistan kirin wek bajarekî Tirkiyê. Lê gava mesele bû serxwebûna Kurdistanê, Tirkiyê ji Îraqê bêtir êrîşî Barzanî kir.

Yanî ji bo Tirkiyê  partî, şex hemû bahane ne, mesele Kurdistan e, azadî û serxwebûna Kurdistanê ye.

Derdê Tiriyê ne bi PKKê û PYDê ra ye. Îro li Efrînê ji dêlî PYDê, ENKS jî hebe Tirkiye ewê eynî tiştî bike. Tirkiye li dijî azadî û serxwebûna kurda ye, li dijî dewletbûna kurda ye. Mesele ne partî martî ye.

Tirkiye dibêje PYD îro serxwebûnê, federasyonê naxwaze, lê belê 10, 20, 50, 100 salên din kurdê bixwazin. Ji bo ku kurd nikanibin 100, 200 salên din jî ji bindestiya ereb, faris û tirkan xelas bibin Tirkiye ji nuhda da bingeha wê rojê xera dike.

Yanî ji bo kurd 200 salên din, heta 500 salên din jî li Sûriyê, Îraqê û Tirkiyê nebin dewlet ji nuha da tedbîrên xwe digre. Hedîse ev e.

Berpirsiyarên ENKSê viya baş zanin, lê ji ber di bin destê Tiriyê da ne û ji navika ve bi Tirkiyê ve girîday ne bi devê Bînalî Yildirim û Erdogan dipeyivin.

Lema jî zorbatî û êrîşakriya Tirkiyê rexne nakin, PYD ya marûzî êrîşê bûye rexne dikin. PYDê û YPGê neheq dibînin. Çimkî wek ASAyê ew jî girêdayî Tirkiyê ne.

Lema berpisên ENKSê wek berdevkên Erdogan dipeyivin, PYDê neheq dibînin û rexne bikin. Heger şûrkêşiya Tirkiyê nekin ew zanin Erdogan ewê hemûyan di şevekê da bide topkirin, çepilên wan bi hev ve girê bide û têxe qulikê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE