24 februari 2018

Em miletekî bêdost û bêkes in


Li vê dinyayê miletê halê wî pir xerab, herî bêkes û bêpişt qereçî (roman, mitrib, cîngene )ne. 

Çimkî qereçî jî wek me kurdan miletekî bêdewlet e.
Lê halê kurdan ji yên qereçiyan sed qatî xerabtir e, zulma tirk, faris û ereb li kurdan dikin,  ji zulma li qereçiyan dibe zêdetir e, ne kêmtir e.

Yê me kurdan çar dewletên xwînxwar û faşîst li me hatine hev û bi hev ra pê li serê me dikin.

Kîjan dewletê tiştê îro Tirkiye li Efrînê tîne serê kurdan, li welatekî din bianiya serê qereçiyan, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewrûpayê (YE)nuha qiyamet rakiribûn.

Ev 36 roj in Tirkiye bi wê artêşa xwe ya mezin, bi balafirên xwe yên şer, bi tank û topên herî modern û bi hezaran terorîstên Daîşê û Nusrayê va agir bi ser serê gelê Efrînê da dibarînin.

Lê heta nuha Netewyên Yekbûyî  ne Tirkiye protesto kiriye û ne jî tu biryarek li dijî Tirkiyê giriye.

Heger kîjan dewletê eynî tişt bianiya serê qereçiyan, NY ewê wiha bêdeng nema, dinyayê ewê wiha lê temaşe nekira.

Ji ber ku  yên tên kuştin kurd in, lema jî kes dengê xwe nake, lema jî her kes li zulm û terora Tirkiyê temaşe dike.

Çimkî em miletekî bêdost û bêkes in, ev yek cesaretê dide Tirkiyê û lema jî  Tirkiye diwêre welatê me, gund û bajarên me wêran bike û gelê siwîl bikuje.

XXX
Li Tirkiyê bêyî HDPê hemû partiyên tirk, bi kurtî meriv kane bibêje ji sedî 99,9ê tirkan piştgiriyeke pir xurt didin êrîşa Tirkyê ya ser Efrînê.


Heta bigihîje Azarbeycanê jî piştgirî da êrîşa Tirkiyê.
Heta bigihîje artîsta sînemayê Hulya Koçyîgîtê jî kincên leşkerî li xwe kir, guleyeke topê îmze kir û piştgirîya xwe da kuştina kurdan û dagirkirina Efrînê.

Hulya Koçyigîdê ji bo moral bide leşkerên diçin Efrînê çû Hatayê, bi leşkeran ra risim kişand û axaftinek kir, got:

”Zarokên  min ên qehreman, ji bo ku îro ez bi we ra me, ji bo ku ez li çavên we yên bêtirs dinêrim û bi we ra sohebet dikim pir kêfxweş im. Îro roja jiyana min a herî manîdar e. Cesareta we, evîna we ya welêt, ya alê û helbet dilên we yên wek niqêm(pirlanta)yeko yeko di dilê min da cî girt. Min bi we îftîxar kir û bi hebûna we  careke din şikir kir . Emanetê Xwedê bin, welat emanetî we ye."

Yanî di warê piştgiriya gel da tu problemeke Erdogan û Bahçelî tuneye. Li gorî anketekê ji sedî 90ê tirkan piştgiriyê didin êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê. Ji sedî 10 gotiye na jî kurd in.

CHP jî bi ruh can piştgirya dagirkirina Efrînê dike.
Lê di eynî wextê da ji hukûmetê ra dbêje, temam, Efrînê dagir bikin, heta ji we tê kurdan bikujin, lê bira zirar negihîje Tirkiyê.

Yanî ferqa CHPê ji AKP û MHPê, dibêje kurdan bikujin lê bi rengekî profesyonel bikujin, bira kes nebîne, bira haya dinyayê ji cînayet û qetlîamên me çê nebe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE