23 februari 2018

Êdî min roj jî ji bîr kirine



Cergî ez teqawit bûme ez rindikî nizanim kîjan roj çi roj e, hema geh dibe, roj, geh dibe şev û ez jî ji xwe ra dijîm.

Çimkî ne ez diçim kar û ne jî dereke din, lema jî qet hewce nake ez bizanim kîjan roj duşem e û kîjan roj şemî û yekşem e.

Îro ez û xanim li hinda gola me dimeşiyan, min
got xanim ”ma tu zanî îro çi roj e?”

Erê ew jî wek min teqawit bûye, lê dîsa jî li rojan miqate ye, hesabê wê xurt e, zane îro çi roj e.
Ji min ra got, ”îro înî ye”!
Min got we hew, çi zû bû înî, hîn do înî bû…

Xanimê got:
” Bi Xwedê ez hew dibînim dibe duşem û dû ra jî dibe înî. Tew ez nabînim sêşem, çarşem û pênşem çawa derbas dibe…”

Min got, ”xanim weleh heger hemû roj û hefte wiha derbas bin, me heb xwar, wê demê tiştek nemaya…"
Keniya, got rast e…

Dema meriv xort e, di bin 18 salî ra ye wext derbas nabe, roj dibin meh û meh jî dibin sal.

Lê rojên vê mîrata kalîtiyê wek babelîskê derbas dibin, hew dibînim duşem e roja din jî xanim dibêje îro înî ye.

Yanî bi vê tempoyê ezê tiştekî ji kalîtiyê fêm nekim û tu tahmê jê negrim.

Tirkan  û dewlta wan zaroktî, xortî li min kirin jahr û zindan, 30 salî nehîştin ez herim welatê xwe. 

Û dema çûm jî ne kesî ez nas kirim û ne jî min kes nas kir. Min rêya mala xwe dernexist.

Yên min ew nas dikirin piranaya wan miribûn û hinekan jî koç kiribûn.
Û yên xort jî digotin belkî ez turîst im, hatime Wêranşara xopan.

Heta bigihîje dînan jî zanîbûn ez xerîb im, kîjan rastî min bihata bi dû min diket.

Wêranşara min li pey xwe hîştibû miribû û ya nuh jî ne wê ez nas dikirm û ne jî min ew ….

Nuha jî dora îşkenceya kalîtiyê ye.
Tiştê dewleta tirk di kalîtiyê da anîye serê min ji yên zaroktiyê û xortaniyê hezar qatî xerabtir e. 

Me ken û laqirdî jî ji br kiriye, ji dilê min nayê henekekê, mîzahekê jî bikim. 

Mijara min û xanimê ya her tim  zulm û terora dewleta tirk, Efrîn e û nizanim Erdogan çi gotiye…


Bira kêfa rojên kalîtiyê li wir bimîne, tew nizanim li ku me. Heger ne xêra xanimê be roja tê da dijîm jî nizanim çi roj e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE