15 februari 2018

Dostên Erdogan û Gulen yên kevn gelo nuha çi difikirin?




Kesên do di TRT6ê û di Dunya TVê da pisporên siyasetê bûn û ji kurdan ra her roj reqlama Erdogan û Gulen dikirin, methên hukûmeta AKPê didan îro çi difikirin û çi dibêjin?

Hin kes çend sal berê bi vir û demagojiyên Erdogan xapiyan û  ji bo çend quriş pereyê rezîl bûn berdevk û amîgoyên Erdogan yên nava kurdan. Bi meaşê TRT6ê zû nerm bûn û dev ji bawerî û hedefên xwe yên berê berdan, bûn şeqşeqçiyên dewletê û Erdogan.

Gelek kes bi erznanîyeke dûrî aqilan bûn pispor û komentatorên TRT6ê.

Hin kes ji boTRT wan jî bigre kar û mehê çend qurişa têxe bêrîka wan jî bi çûn û hatina ber deriyê TRT6ê çend cot sol qetandin. Însan neman xwe neavêtin dexlê wan ji bo ku ji wan ra bibin torpîl.

Hin kurd bûbûn berdevkê Erdogan û AKPê û digotin Erdogan dostê kurdên başûr yê herî saxlem e û ne li dijî avabûna Kurdistanê ye.

Gelek kesan TRT6 û Dunya TV yanî Erdogan û Gulen herdu bi hev ra îdare dikirn, ji TRT6 diçûn Dunya Tvê, ji Dunya TVê diçûn TRTê. TRT6 û Dunya Tv bûbe cî meskenên wan. 

Ji dibistan û telewîzyona Gulen ra li çepikan dixistin, bi kêfxweşî dibûn karkirên Dunya TVê û ji Gulen ra digotin ”Seydayê Gulen” û rexneyên li Gulen dihatin kirin wek neheqiyekê, wek propagandeya PKKê ditînin. Semîner didan cimata Gulen. 

Qismekî van kesan bûn xayinanên qewmê xwe û hîn jî li wir in û hîn jî zilam û berdevkên Erdogan in.

Lê qismek jî ji AKPê û ji Erdogan dûr ketin, nuha ji kirinên Erdogan razî xuya nakin.

Herçî dostî û hevkarîyên wan yên bi tevgera Gulen ra ye tew qal nakin û naxwazin kes jî qal bike.

Dema Erdogan hevalê Gulen bû ew jî dostê Gulen bûn û hêviyên mezin ji Guelen dikirin, ji dost  ûhevalên xwe raqlam û proganda ”Seydayê Gulen” dikirin, digotin Gulen dixwaze mafê miletê kurd were dayin.

Gelo ev kesên bi hevaltiya Erdogan û Gulen poşmanbûyîne îro çi difikirin û çi dibêjin?

Gelo ev kes li ser vê tarîxa xwe ya TRTê, Dunya TVê û dostiya bi Erdogan û AKPê û Gulen ra çi dibêjin? 

Gelo ev kes ewê rexneyekê li xwe, li vê tarîxa xwe bigrin ya na?

Gelo ew jî dibêjin ” Hafiza-î beşer nîsyan île maluldur” yanî hafiza însên nexweşê jibîrkirinêye.
Yanî hêvî dikin kurd vê tarîxa wan ji bîr bikin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE