20 februari 2018

Êrîşa ser Efrînê berdewamiya dagirkeriya Kerkûkê ye




Di êrîşa ser Efrînê da Tirkiye ne bi tenê ye. Her çiqas êrîşkar Tirkiye be jî lê Îran, Îraq û Sûriye jî li pişt vê êrîşê ne.

Heger êrîş ne bi dilê Sûriyê bûya ewê dengê xwe bikira, ewê guleyek bera Tirkiyê bida, ewê balafireke wan bixista. Lê heta nuha tiştek nekir.

Û helbet Tirkiya vî hukmî bi destûr û bi saya namerdiya Rûsyayê dike.

Rûsyayê leşkerên xwe ji Efrînê nekişanda Tirkiyê nikanîbû êrîş bikira.

Rûsyayê namerdiyek nedîtî kir, ji bo vê êrîşê destûr da Tirkiyê. Yanî Efrîn firot Tirkiyê. Di nabêna Rûsyayê û Tirkiyê da li pişt persê gelek birr û bazarên namerdane hatin kirin.
Ji bo wê jî Rûsya û Pûtîn jî di qetla kurdan da bi qasî Tirkiyê sûcdar e...

Ev êrîş ne li ser Efrînê tenê ye, ev êrîş li hemberî hemû kurda ye, ji bo ku kurd ji vê fersenda tarîxî ya peyda bûye feydeyê nebînin û nebin xwedî dewlet. Ji Kurdistan çênebe Tirkiye êrîşî Efrînê dike.

100 sal berê ji kurdan ra fersendek peyda bû lê nehîştin kurd bibin xwedî dewlet.

Nuha jî eynî fersend çê bûye, lê her çar dewlet li hemberî kurdan bûne yek û dixwazin careke din jî nehêlin kurd azad bibin û Kurdistançê bibe.

Di vir da rola Rûsyayê û Emerîkayê jî heye. Ew qebûl nekin Tirkiye nikanin vê zulmê li kurdan bike.

Yanî êrîş ji bo çênebûna Kurdistanê ye, li hemberî hemû kurda ye.



Devlet Bahçelîyê faşîst gotiye, "Leşkerên tirk ewê têkeve Efrînê, ala tirk ewê li wir were hildan."

Yanî tirk êdî nêta xwe ya dagirkeriyê venaşêrin. Şerê Tirkyê ne li dijî PYDê û YPGê ye, kîjan hêz li Efrînê be ji bo Tiriyê ferq nake, Tirkiye ji bo kurd li Sûriyê nebin xwedî maf û desthilat vî şerî dikin.


Di nabêna dagirkirina Kerkûkê, Xurmato, Şengalê û Efrînê da tu ferq tuneye, hemû girêdayî hev in.

Li Îraqê nehîştin kurd azad bibin, li Sûriyê jî eynî tiştî dikin.
Lê serokên kurdan, hêzên kurd ya ev rastî hîn fêm nekirine ya jî fêm kirine lê belê siyaseteke li gorî wê nameşînin.

Lema jî ji Başûrê Kurdistanê deng dernakeve, hîn fêm nekirine Efrîn bikeve Hewlêr jî dikeve tahlûkê, sibe ewê dor were Hewlêrê û Silêmanîyê jî.

Wer xuya dike kurdên Kurdistana Başûr mahîyeta êrîşa Tirkiyê hîn baş fêm nekirine, lema jî bêdeng in, lema jî naçin alîkariya Efrînê. Lema jî heta nuha Tirkiye rexne nekirine.

Bi baweriya min qedera hemû kurdan, ya her çar beşên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye.

Herçar dewletên dagirker biryar dane li tu beşekî Kurdistanê dibê kurd rizgar nebin.

Gerek kurd viya bibînin û li gorî wê cepheyeke netewî ava bikin û li hemberî êrîşan herin hawara hev û hev û du bi tenê nehêlin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE