17 februari 2018

De heger hûn pir mêr in êrîşî Minbicê jî bikin !


Berî Wezîrê Karên Derve yê DYA here Tirkiyê, berpirsiyarên Tirkiyê gefên nemayî li Amerîkayê xwarin, Erdogan got "diyar e Amerîkayê hîn sîleya osamî nexwariye" û gelek fortên din dan xwe.

Lê Tîllerson balona wan teqand, got Minbic bajarekî stratejîk û muhîm e, lema jî ewê ji Minbicê dernekevin û ewê alîkariya xwe ya bi PYDê ra jî bidomînin.

Li hemberî van gotinên Tillerson tirkên me bûne pisik û qet dengê xwe nakin, dev ji gef û hutûzirta xwe berdane.

Ew wer bawer dikin bi qîjewîjê Amerîka ewê ji wan bitirse. De hûn mêr in ji Amerîkayê ra bibêjin çima hûn ji Minbiçê dernakevin!

Li vê dinyayê hûn tenê kanin bi kurdên bêdewlet. Çavê tenê kurdan dibirre. Lê Amerîka ne kurd in. Amerîka wiha meriv dixesîne û devê meriv mohr dike De hûn mêr in îtîraz bikin, wek û hûn êrîşî ser Efrînê dikin, êrîşî Minbicê jî bikin ! Heger ji qûna we tê, heger ew mêranî bi were heye, fermo, herin ser Minbicê jî...¨


XXX
Kar û barê polîsên tirk tenê bûye girtina kurdan.
Her roj bi berbangê ra davêjin ser malên xelkê û qefle bi qefle însanan digrin, dixin hefsan û ji ber xwe da dixînin.

Erdogan naxwaze li Tirkiyê û li Kurdistanê dengekî muxalif hebe. Tirkiye û Kurdistan bûne hefseke mezin, her kes girtî ye. 

Vê sibê dîsa li Anqerê girtine ser gelek malên kurdên HDPê û gelek kes girtine. Li dinyayê li gelek welatan zulm û zor heye, dewlet zulmê li gel dike. 

Lê di vê sedsala 21ê da li cîhanê li tu welatî, wek îro li Tirkiyê heye, zulm û teroreke dûrî aqilan tuneye. 

Ez bawer nakim rejîmeke hewqasî zalim û zulimkar û ji hemû wesfên dewletbûnê bêpar, qanûnenas û bêedalet kanibe zêde bijî. 

Tirsa serokê vê rejîmê ya ji ruhê xwe jiyan li hemû însanan kiriye zindan. Ji tirsa ruhê xwe dixwaze her dengê mixalif bavêje zindanê.


XXX




Artêşa tirk û çeteyên wê yê îslamî li Efrînê gaza kîmyayî bi kar tînin. 6 siwîl rakirine nexweşxanê. Berê jî çend caran kurdan gotibûn li hemberî me gaza kîmyawî bi kar tînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE