01 februari 2018

Çewisandina yekî ji we zeîftir ne mêranî ye, namerdî ye


Merivê namerd û bêşexsiyet dema bibîne yê hemberî wî xurt e, dibe kûçik, kazînê vêdikeve û direve. 

Lê gava bibîne yê hemberî wî jê zeîftir e, dibe şêr û li hustuyê wî siwar tê.
Ev qerekterê merivê namerd e.

Çavê tirkan jî me dibire, dibînin em miletekî bêdewlet, bêkes û bêpişt in. Ne tank û topên me û ne jî ne jî balafir û fuzeyên me hene.

Lema jî kînga dixwazin li hemberî hev quretiyekê bikin, nasyonalîzma tirk pompe dikin, dest bi çewisandin (pelixanidin, serkutkirin) û kuştina kurdan dikin.

Emerîkayê çewal xist serê wan nikanîbûn bibêjin kirt. Li hemberî rûsan ji tirsa bi xwe da berdan. Ji bo aşkirina Pûtîn şalûzî û şelafî nema nekirin.

Lê mêraniya xwe li Efrînê nîşanî kurdên bêkes didin. Hemû partiyên wan, bi îktîdar û muxalefetê ra wek gurên har li me bûne yek û dikin me bixwin.

Hemûyan wek çeteyan dane dû Erdogan û dixwazin kurdên mezlûm bifetisînin. Çimkî zanin kurd bêkes û bêpişt in. Lema jî hemû bûne faşîstên devbixwîn û li me hatine hev.

Û dinya bênamûs jî li vê zulmê temaşe dike.
Dewleta we jî, hukûmeta we jî û miletê we bêexlaq e, êrîşkirina ser miletekî ji xwe zeîftir ne şeref û mêranî ye, namerdî ye.

Li vê dinyayê dewleta herî zeîf jî kane bi kurdan bikuje û Efrînê dagir bike.

Lê kurd miletekî bi şeref û cengawer e, dijminê wî sed qatî, hezar qatî jê xurttir be jî serê xwe jê ra natewîne û heta nuha jî ji tu dewletê ra netewandîye. Û ewê ji we ra jî netewî ne.

XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan bi kêfxweşîyeke mezin mizgîniya 800 kuştiyên kurd daye xortên tirk, gotiye:

”Hemd be ji Xwedê ra îro jî îşê 800 terorîstî qediya, îla cehenneme zumera. Heta êvarî ev jimar ewê zêde bibe.”

” îla cehenneme zumera” gotineke bi erebî ye, di sûreya Quranê ya zumer da ev gotin derbas dibe û tê maneya ”sewqî cehnimê bûn.”

Xwediyê van gotinan ne sûtal û cahileke, ne dînekî tîmarxanê ye, xwedêgiravî serokê welatekî û dewletekê ye.

Mêrik ne wek serokê welatekî, eynî wek nekrofîlekî(kesê ji mirîyan hez dike) peyivîye. Retorîk û termînolojiya bi kar anîye jî ji ya siyasetmedar û serokekî bêtir, dişibe ya pêxwsekî kuçeyan.

Bi kuştina 800 însanî kêfxweş e, lê qîma xwe nayne, dixwaze heta êvarî çend kurdên din jî werin kuştin…

Ez dibêjim belkî tarîxê hîn serokkomarekî hewqasî ji xwînê hez dike nedîtiye. Nasyonalîzmeke, irqçîtiyeke wiha li tu dera dinyayê tuneye, ev tenê mexsûsî tirka ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE