16 februari 2018

Çav ji çavan şerm dike, bertîl kevir nerm dike


Çend qurişên rezîl û bêşerefîyê hin kes kirine segên dewleta tirk û Erdogan. 

Her şev di studyoyên telewîzyonên tirk da li kêlek tirkan rûdinin û wek tirkên nasyonalîst û faşîst êrîşên Tirkiyê û terorîst û çeteyên îslamî yên ser Efrînê diparêzin û heqaretên nemayî li kurdên bêkes û mezlûm dikin.

Nalet li wan çend qurişên pîs û bêşerefîyê be, ji bo pera meriv hewqasî jî bêûjdan û zalim nabe.

XXX


Berê di nava kurdan da ji zilamtî û hevalbendiya dijmin dihat şermkirin. Însanan silav nedidan kesên bûbûn hevalên dijmin, kesî bi bi merivên dewletê û bi xaniyinên qewmê xwe ra dostî û hevaltî nedikir. Lê îro dikin û him jî û edî jî nakin.

Li Kurdistana Başûr kurdan navê kesên bûbûn hevalên dewletê kirin cahş. 

Cahş, gotineke bi erebî ye, tê maneya ker, cahş yanî kerê dijmin.

Lê di nava kurdên bakur da cahşîtî, hevalbendiya dijmin, rabûn û rûniştina bi wan ra ne şerm e, mêrikan bêyî ku fedî bikin reqlama programên xwe dikin. Fena ku tiştekî pir baş dikin, lema jî dibê kurd li programên wan temaşe bikin.

XXX
Kurd dibêjin heger du bira bi yek bin gundek bi wan nikane, gundek yek be welatek bi wan nikane, miletek yek be dinya bi wan nikane.
Partiyên kurd viya zanin lê dîsa jî nakin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE