15 februari 2018

Bi xêra blogê ez her roj tiştekî nuh fêr dibim



Dibêjin umrê fêrbûnê tuneye.
Ev gotin li gorî ilmê fîzyolojîyê ne rast be jî, lê belê ne bi qasî zarok û xortekî be jî di her umrî da fêrbûn mimkûn e.

Kalekî wek min helbet tiştan wek zarok û xortên di çaxa mektebê da zû fêr nabe, lê hêdî be jî fêr dibe.

Do di praktîka xwe da min ev yek dît, di blogeriyê da ez tiştekî nuh fêr bûm.


Tam ev yanzde (11) sal in ez xwedî blog im. Lê min tenê nivîsîye û belav kiriye. Aliyê teorîk û teknîkî min qet bala xwe nedayê. Ji ber hin dost û  hevalan tim alîkariya min kirin, ez tu carî mecbûr nebûm navika xwe bi xwe bi xwe bibirm.

Ev alîkarî û çêya dost û hevalan bû sebebê ez tiştekî fêr nebim, heta nikanibim lîsteyeke blogên dixwazim taqîb bikim ji xwe ra çêkim.

Dema min dest bi blogeriyê kir, blogên kurdî tunebûn, yekî berî min blogek çêkiribûye lê ew jî ne aktîf bû. Lema meriv kane bibêje ez blogerê kurmancî yê pêşî bûm. 

Lê nuha maşala blogên kurdî, kurmancî pir bûne û roj bi ro jî zêde dibin. 

Wek bloger ez dixwazim lîsteyeke hin blogên kêfa min ji wan ra tê çêkim û taqîb bikim.

Lê ji ber ez ne şarezayê înternetê û teknîkê me, lema jî heta nuha lîsteyeke min ya blogên kurmancî tunebû.

Ez naxwazim blogên kurdan yên bi tirkî ya jî tevliyev taqîb bikim. Ez dixwazim blogên bi kurmancî tenê taqîb bikim. Blogên tirkî û kurmancî-tirkî bala min nakşîne.


Di her umrî da meriv kane tiştê nuh fêr bibe

Înan Eroglu do(13/2) lîsteyek blogên jê hez dike belav kir. Tam 145 blog di lîsteya wî da hebûn. Di cî da dilê min bijiyayê. Min got xwezî min jî bikanîbûya lîsteyek wek ya Înan Eroglu çêkira û carnan lê binêriya. Lê nizanim meriv lîsteyê çawa çê dike.


Di binê nivîsa Înan Eroglu da min got  ”heger hinekên xêrxwaz alîkariya min bikin ezê kêfxweş bibim.”

Camêr mala wî ava be bi risim îzah kir meriv lîsteyê çawa çê dike. Ez bi tirs û dudil bûm, min bawer nedikir ezê bikanim ji heq derkevim.

Lê piştî min dest pê kir, min dît tirsa min bela sebeb bûye, çêkirina lîsteyê hewqasî ne zor bûye. Nezanî xerab e. 

Ez serê we neêşînim, di nava nîv saetê da min ji lîsteya Înan Eroglu 35 blog ecibandin û ji wan ji xwe ra lîsteyek çê kir.

Nav bi kurdî ye lê naverok bi tirkî ye

Berê, di salên 1980-90î da  navên hemû kovar û rojnameyên me bi kurdî bûn, lê zimanê wan ya tevayî bi tirkî bû ya jî tirkî-kurdî û ew jî giranî helbet bi tirkî bû. Tenê çend rûpel bi kurdî bûn.

Çend kovar û rojname ne tê da piraniya weşanên kurdên Kurdistana Bakur wiha bû. 

Nuha hinekî guherîye, lê dîsa jî weşanên nav bi kurdî naverok bi tirkî hene.


Navên zarokên me jî wisa ye, nav bi kurdî ye lê belê ew bi xwe bi kurdî ninzane.


Çima min ev numûne dan?
Di blogan da jî ez rastî eynî tiştî hatim. Nav bi kurdî ye, lê ziman bi tirkî ye.


Di çêkirina lîsteyê da min bala xwe dida navên bi kurdî, navên bi tirkî min venedikir. 


Lê gava min vedikir ez xeyal şikestî dibûm, min didît zimanê blogê tirkî ye ya jî tevlihev e. 


Piraniya blogan wiha qelp û kuş derketin. Bloga navê wê bi kurdî bû gava min vedikir ziman tirkî derdiket. Ji nava 145 blog bi zor min 35 blog kirin lîsteya xwe.


Berê hema hema hemû blogên kurmancî siyasî û edebî bûn, blogên li ser mijar û babetên cihê cihê, mesela li ser heywanan,  xwarinê, magazîn, bajaran û hws tunebûn. Lê nuha ne zêde bin jî çend blogên balkêş hene. Nuha wexta min tuneye qala wan blogan û babetên wan bikim.


Lê blogeke heye pir balkş e, dixwazim ji we ra bi kinî qala  wê bloga bi feyde bikim.


Navê blogê  xwezayi blogspot.com  e. 


Mottoya, slogana blogê ” Jiyan bi xwezayî watedar û xweş e”.
Blog dixwaze jiyaneke ekolojîk fêrî xwendevanên xwe bike.


Dibê însan çi bixwe û xwe ji çi û kîjan xwarinan biparêze û kîjan fêkî û sebze ji bo siheta însên baş û bi feydeye.


Yên dixwazin nexweşiyên fetmayê ji xwe dûr xin û jiyaneke bi sihet û ekolojîk bijîn dibê bloga ”xwezayî” taqîb bikin.


Ji dêlî hûnê şekir bavêjin çay û qahwa xwe, kevçîyek, hingiv bavêjinê ji bo siheta we baştir e. Hingiv him enerjiyê dide meriv û him jî ji bo kuxukê û hin tiştên din baş e.



Foto ji bloga xwezayî hatiye girtin

Di blogê da di heqê gelek fêkî û sebzeyên ji bo siheta însên pir baş û bi feyde ne, mesela li ser hinarê, gizêr, sîrê û gelekên din zanîn pir hêja hene.


Foto ji bloga xwezayî hatiye girtin.


Ji zûda ye min blogên wiha xeyal dikir. Bi dîtina vê blogê ez pir kêfxweş bûm. Hûn jî carê rêya xwe pêxin. Soz didim we hûnê pir memnûn bibin.



Foto ji bloga xwezayî hatiye girtin


5 kommentarer:

  1. Den här kommentaren har tagits bort av skribenten.

    SvaraRadera
  2. Spasdariya ji bo Blogerê Mezin Brêz Zinar Xamo
    Blogerê Kurdê navdar Brêz Zinar Xamo, di bloga xwe ya bi navê HINDIK RINDIK de nivîseke derbarê vê blogê de nivîsiye. Em gelek kêfxweş û bextewerin ku rêzdar bloga me hêjayî nirxandinê ditiye û mînak nîşan daye. Vê keda wî em hîn pirtir li nivîsandina blogeriya Kurdî gurtir kirin û moral da me. Her çiqas em nekarîn qasî kesayetên weke wî kedê bidin zimanê Kurdî jî, me xwest qasî dilopekê be jî xwîdana me jî bikeve nava kedeke bi vî awayî. Em gelek û gelek malavahiya wî dikin. Her wisa hineke rexne jî pêş xistine, em ê di nivîsên pêşdetir de li ser van esasan nivîsên xwe li ber çavan re derbas bikin. Şîroveya brêz a li ser malpera me kirî û nirxandina di bloga xwe de kirî di malpera me de jî weke xelatekê hatiye weşandin.
    Em weke Bloga xwezayi.blogspot.com ê, di kesayeta wî de hemû Blogerên zimanê Kurdî silav dikin.

    SvaraRadera
  3. Gelek spas ji bo van gotinên we yên qidizan û mala we hezar carî ava. Bi vê şiroveya xwe we pir kêfxweş kirim.
    Bi rastî bloga we di warekî pir taybet da blogeke pir hêja ye. Gava min bloga we dît ez gelkî dilşa bûm. Hêvî dikim blogên wiha zêde bibin.
    Ez Bloga xwezayi blogspotê ji dil û can pîroz dikin ji we ra serketinê dixwazim.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Her û Baş bijîn Mamoste. Silav û rêz

      Radera
    2. Spas ji bo te jî.
      Gelek silavên dostaniyê.

      Radera

PARVE BIKE