12 januari 2018

Tu dibêjî belkî nifir li kurdan bûye

-Hatina ba hev destpêk e. Mayina bi hev ra pêşketin e. xebata bi hev ra serketine.
Henry Ford

Kurd ne tên ba hev, ne bi hev ra dimeşin û ne jî bi hev ra dixebitin. Lema jî bi pêş nakevin û tim bindest in. Ji ber ne bi hev ra ne, ne yek in, qeweta tijminên wan li wan tê, kanin zora wan bibin.

Tu dibêjî belkî nifir li kurdan bûye ji bo ku neyên ba hev. Ne hêz û partiyên beşekî tenê, yên her çar perçên Kurdistanê jî bêtifaq û perçeperçeyî ne. Her kes yekîtiyê dixwaze, dibêje ji bo serketinê ji me ra yekîtî lazim e, lê belê yekîtî çê nabe. Dibêjin lê nakin.

XXX

Ji bo destpêkirina karekî ne şert e meriv mikemel û alimî cîhan be. Lê belê ji bo meriv mikemel bibe destpêkirin şert e.

Hostayî jî, mikemelî jî û serketin jî bi xebatê mimkûn e. Her tişt girêdayî xebatê ye. Zanebûn jî û mikemelbûn jî bi xebatê ra çê dibe. Destê xebitî li ser zikê têr e. Yê darê biçîne ewê di bin siya wê da jî rûne û fêkiyê wê jî bixwe. Yê ji bo azadîya gelê xwe û serxwebûna Kurdistanê bixebete rojekê ewê azadiyê nebîne, zarokên wî, nevyên wî ewê bibîne..

XXX

Kî çi layiqî xwe dibîne wiya dike. Çimkî qelîte tu carî ne resadufî ye, netîceya exlaqekî û felsefeyekê ye.Wek qelîteya tiştan, qelîteya însên jî heye. Wek tiştên bi qelîte û bêqelîte, merivên bi qelîte û bêqelîte jî hene. Lê naskirina merivê bêqalîte bi qasî zanîna tiştê bêqeletî ne hêsa ye, jê ra wext lazim e.

XXX

Pozblindî, quretî xesletekî ne baş e, ji xwediyê xwe ra bar e, "wek kevirekî li pişta meriv be. Meriv bi wê ne kane ajnê bike û ne jî bifire."

XXX

Belê, îro jî dora Leyla Zana bû. Tirkan bi herareteke mezin Leyla Zana ji meclîsa xwe avêtin. Dibê kurd êdî qebûl bikin ciyê wan li wir tuneye. Dibê çavê me ne li meclîsa wan, li avakirina meclîsa me be. Dibê êdî em bibêjin meclîsa we serê we bixwe.

2018-01-11

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE