21 januari 2018

Tirk ji bo piştgiriya bi ordiya xwe ra daketin kolanan

Foro ji malpera Mynetê hatiye girtin

Ji bo ku artêşa tirk dixwaze Efrînê wêran bike û hemû şêniyên Efrînê jî bikujin gelê tirk, bi kal û pîr û zarokan ve alên wan di destên wan da û li kuçe û kolanan vê zafera Tirkyê ji nuha da pîroz dikin!

Hemû partiyên tirk, hemû dem û dezgehên tirk, rast, çap, faşîst, îslamî, komunîst, sosyal demokrat, Kiliçdaroglu û Dogu Perînçek jî di nav da bi dil û can piştgiriyê didin îşxala Efrînê, dixwazin rtêşa wan hemû kurdên Kurdistana Rojava bikujim, koka wan biqelîne, yek kurdî nehêle.

Yanî meriv kane bibêje her tirk otomatîkman dijminê kurda ye, dixwaze li vê dinyayê kurd nebînin, çiqas kurd hene werin kuştin, ji bo ku tirk rehet bikin û bextewar bibin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî bi dil û can destek da êrîşa ser Efrînê got:

”Baweriya me bi ordiya me ya qehreman temam e. Û em bi temamî piştgiriya didin operasyonê jî.”

Diyaneta Tirkiyê jî pêştgirî daye êrîşa Tirkiyê û serokê Dîyanetê gotiye sibe ewê ji leşkerên xwe li mizgeftan dua bikin.

Hemû taximên tirk yên fotbolê jî (GS, FB, BJK) piştgirî dane artêşa xwe û gotine heta dawî ew piştgiriyê didin ordiya xwe.

XXX
Ev ne îxaneta rûsan ya cara pêşî ye. Ev îxaneta wan ya sisiyan e.
Di Şerê Cîhanê yê Yekem da bi Tevgera Azadî ra û bi Qazî Mihemed ra jî îxanet kirin
Di serî da Rûsya û Amerîka hemû dewlet bênamûs û bêşeref in. Ji bo pera ne soza xwe tenê, kanin gû jî bixwin.
Pûtîn merivekî namerd e!

XXX
Kurdên AKPê, çavê we ronî be, ordiya we bi 72 balafirên şer Efrîn û bombebaran kirine !
Ji bo vê qehremaniya artêşa we dibê hûn û Hudapar Hulusî Akar û Erdogan pîroz bikin !

XXX

Heger ENKS piştî vê êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê ji Îtalafê îstîfa neke û li dijî vê êrîşa Tirkiyê dernekve, maneya xwe ew jî bi çeteyên Îtîlafê û Tirkiyê ra êrîşî Efrînê û kurdan dikin. Şêla ENKSê ya li hemberî vê êrîşa Tirkiyê ewê nîşan bide ew rêxistineke Tirkiyê ye ya jî rêxistineke kurd e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE