24 januari 2018

Şertên me çiqasî giran bin jî dibê em bêhêvî nebin


Şert çiqasî zor û zahmet bin jî dibê meriv tu carî bêhêvî nebe û li mexlûbîyetê nefikire.

Bi gotina Jack London, ”heger însan li mexlûbîyetê bifikire, ji xwe nîv bi nîv mexlûb bûye.”

Şertên em tê da pir zor in, dora me hemû dijimin in û wek gurên har êrîşî me dikin. Bi êrîşên xwe yên leşkerî ra, li hemberî me şerekî psîkolojîk jî dimeşînin. Dixwazin moralê me xera bikin û me bêhêvî bikin.

Di binê van êrîşên leşkerî û psîkolojîk da dibê em xwedî bawerîyeke qewî û îradeyeke ji polê bin. Dibê em têkçûnê ebeden neynin bîr û bala xwe, hedefa me tim û tim serketin û zafer be.

Dawiya her tiştî destpêka tiştekî din e. Îro em xerab ketibin jî sibe emê rabin. Ya muhîm daxwaza û baweriya rabûnê û liberxwedanê ye…

Di vî şerê man û nemanê da nabe em dudil û tirsonek bin, dibê em cesûr bin û ji tu fedekariyê xwe nedin paş û moralê xwe û yê yên dora xwe xera neke.

Mitefîkên me îro piştgirî û alîkariya hewce nedin me jî, heta bi me ra bêbextiyê û îaxanetê bikin jî, ev ne daimî ye, berxwedana me ewê rewşê biguhere.

Bîr û raya giştî û sempatîya gelên dinyayê li pişt me ye û ev yek oj bi roj xurt û berfireh dibe.

Lema jî dibê meriv zû hêvîşikestî nebe. Bi baweriya min gelê kurd, canfîdayên kurdan çawa li Kobanê efsaneya Daîşê şikandin, li Efrînê jî ewê eynî tişt bibe.

Hêvî dikim Efrîn wek Kobanê wêran nebe û ev êrîşa Tirkiyê ya zorba û neheq zû were rawestandin.

AGAHDARî !

Li Tirkiyê zulm û kontroleke nedîtî li ser însanan heye. Meriv kane ji ber ecibandina nivîsekê, rismekî were girtin. Meriv her roj numûneyên wiha dibihîze.

Lema jî xwendevanên, dost û hevalên li Kurdistanê û li Tirkiyê dijîn ne şert e nivîsên min biecibînin ya jî parve bikin.
Em kesên li dervayî Kurdistanê dijîn di emnîyetê da ne, destê wan nagîhîje me.

Lê yên li welêt dijîn di bin destê wan da ne, kînga bixwazin digrin ser malên wan û davêjin zindanê. Ev yek min gelkî diêşîne.

Lema jî ez bi xwe naxwazim kes ji ber nivîseke min ya jî parvekirineke min zirarê bibîne. Xwendin têra min dike, ne hewce ye were ecibandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE