13 januari 2018

Merkelê û Schulz li ser Tirkiye nikane bibe endamê YEyê li hev kirin

Piştî 110 roj xirecir Merkelê û serokê sosyal demokratan Schulz li ser koalîsyoneke mezin û li Tirkiyê demokrasî, huqûq û mafê mirovan tuneye û lema jî Tirkiye nikane bibe endamekî civata Yekîtiya Ewrûpayê li hev kirin.

Tiştê ecêb di protokola Merkel û Schulz da beşekî li ser Tirkiyê heye. Belkî jî di tarîxa koalîsyonan da ev cara pêşî ye di protokola koalîsyonê da beşekî li ser welatekî biyanî heye.

Di beşê Merkelê û Schulz li ser li hev kirine li ser Tirkiyê wiha tê gotin:

”Li Tirkiyê demokrasî, serdestiya huqûq û mafê mirovan pir xera bû, Lema jî di muzakereyan da fasilek nehat girtin û em naxwazin fasilekî din jî vekin. Heta ku Tirkiye berpirsiyarên xwe neyne cî emê serbestiya wîzê nedin Tirkiyê û yekîtiya gumrukê fireh nekin.”

Yanî Merkelê û Schulz li ser li Tirkiyê demokrasî, huqûq û mafê mirovan tuneye û lema jî Tirkiye nikane bibe endamê YE li hev kirine...

Tirkiye 59 sal in Yekîtiya Ewrûpayê dixapîne û pera jê digre
.

Tirkan tu carî bi samîmîyet nexwestin bibin endamê YE.Çimkî endametîya Yekîtiya Ewrûpayê tê maneya dana mafê kurdan. Tirkan tu carî nêt nekirin mafê kurdan bdin û bibin endamê YE. Lema jî heta tirk xwediyê vê zîhnîyeta irqçî, faşîst û înkara kurdan bin endametî filan vir e.

Roja tirkan mafê kurdan danê û kurd gihîştin azadiya xwe a wê demê mimkûn e. Lê heta tirk neyên wê nuxtê endametîya Yekîtiya Ewrûpayê filan ne mimkûn e.

Bi zîhnîyeta Erdogan û Bahçelî ancax ew bibin hevalê Sûdanê û Îranê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE