23 januari 2018

Konseya Ewlekarîya Navdewletî jî li hemberî êrîşên Tirkiyê bêdengî hilbijart


Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî do li ser banga Wezîr Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiya. Lê tu biryar negirt, tu beyan belav nekir û belav bû.
 
Fransayê ji bo rawestandina operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê ji Konseya Ewlekaryê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaza civîneke arwarte kiribû.

Yanî ji Tirkiyê ra gotin destê te ji te ra, tu kanî êrîşên xwe bidomînî û kurdan bikujî, gund û bajarên wan bombebaran bikî...

Civîn do çê bû û qediya. Lê bêyî ku êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê şermezar bike, ya jî daxuyaniyeke hevpar bide belav bike civîn bi bêdengî belav bû.
 
Hêvî ew bû Konseya Ewlekariyê êrîşa Tirkiyê ser Efrînê şermezar bike û bixxwaze Tirkiye êrîşa xwe rawestîne.
Lê wisa nebû, Konseya Ewlekariyê bêyî ku biryarekê bigre û Tirkiyê şermezar bike belav bû.
 
Çimkî mesele kurd in. Gava kurd bin ne Konseya Ewlekariyê tu biryarê digre û ne jî dewletek dihere hwara kurdan.
 
Do kurdekî gotibû hevpeymaniya navdewletî ya li dijî Daîşê, nuha bûye hevpeymanîya li dijî kurdan.
 
Bi baweriya min jî ev dîtin rast e, di serî da Rûsya NATO, Îngiltere û Amerîka serkêşiya vê cepheya li dijî kurdan dikin. Çimkî hemû jî dibêjin ”mafê Tirkiyê ye sînorên xwe ji biparêze.”

Tu dibêjî belkî kurdan êrîşî Tirkiyê kiriye.
Dinya bêexlaq e, îdîayên demokarasîyê, mafê mirovan, mafê miletan a diyarkirina qeder û pêşeroja xwe, hurmeta ji mafê miletan ra, nirxên NATO û Yekîtiya Ewrûpayê, prensîpên Neteweyên Yekbûyî hemû vir in, hemû xapandin e.
Kî xurt be ew bi heq e!
Kî qels û zeîf be ew neheq e û dibê were belixandin…

Ya rast ev e, qanûnên navnetewî ev in
Ji bo ku Tirkiye dewlet e, xurt e lema NTO, NY, Rûsya, Amerîka û Îngiltere dibêjin Tirkiye bi heq, "mafê wê heye sînorên xwe biparêze" û piştgiriyê didin terora wê ya li hemberî kurdan.
 
Civîna do ya li ser Efrînê rûreşiya Konseya Ewlekariyê ye û di tarîxa wê da jî ewê wek rûreşiyeke li hemberî miletê kurd bimîne.
 
Li gor xebera K24 balyoza Amerîka Nikki Haley beşdarî civîna Konseya Ewlekarîyê nebû.
 
Ev jî durûtiya Amerîkayê nîşan dide, naxwaze Tirkiyê protesto bike û naxwaze xwe li dijî kurdan jî nêşan bide. Lê naxwaze piştgriya kurdan jî bike...

Welhasil hemû dewlet bêexlaq in û gava mijar dibe dibe kurd dibin namerd jî...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE