31 januari 2018

Heger Îsraîl 12 rojan bajarekî Filistîn bombebaran kiribûya, musilmanan heta nuha ewê çi kiriba?

Foto ji ANFê hatiye girtin

Hemû welatên musilman xwîna me, qetla me li ereban, li farisan û li tirkan helal dibînin.

Ev 12 roj in Tirkiye agir bi ser Efrînê û kurdan da dibarîne, lê hîn yek dewleteke misilman Tirkiye protesto nekiriye.

Ev 12 roj in Tirkiye Efrînê û gundên wê bombebaran dike, lê hîn yek komele, dezgeh, xistin û lîderekî misilman ev êrîşa Tirkiyê protesto nekiriye.

Ev 12 roj in Tirkiye Efrînê bombebaran dike. Li gorî beyanên Tirkiyê 500-600 kes kuştine. Bi sedan birîndar hene.
 
15 hezar kurd ji ber êrîşên Tirkiyê koçber bûne. Lê hîn yek serokekî filistînî jî bi yek gotinê be jî ev êrîşa Tirkiyê protesto nekiriye û piştgirî neda kurdan.

Ev 12 roj in Tirkiye Efrînê bombebaran dike, lê li Filistînê bi hezaran filistînî ji bo piştgiriya kurdan daneketine meydanan û êrîşên Tirkiyê protesto nekirine.

Û Tirkiye  ne 12 rojan, 12 mehên din jî Efrînê û hemû bajarên kurdan bombebaran bike jî yek serokên filistînî û gelê filistîn Tirkiyê protesto nakin.

Ev 12 roj in Tirkiye agir bi ser gelê Efrînê da dibarîne, lê partiya Xwedê Huda-Par hîn daneketiye meydanan û êrîşa Tirkiyê protesto nekiriye.

Huda-Par û hêzên îslamî ji bo Qudsê xwe perçe kirin. Li Diyarbekrê û li gelek bajarên din bi sedhezaran meşiyan, Îsraîl protesto kirin.

Lê Huda-Par û hêzên musilman wêrankirina Efrînê û kuştina zarokên kurdan protesto nakin.

Heger Îsraîl 12 rojan bajarekî  Filistîn bombebaran bikira, dewletên musilman, Teşkîlata Îslamî û musilmanan nuha qiyamet rakiribûn.
Lê ji ber Efrîn bajarekî kurda ye û yên tên kuştin jî kurd in, yek dewleteke musilman jî, yek serok û alimekî musilman jî dengê xwe nake.

Ji nava 1,5 milyar musilman û 63 welatên musilman heta nuha li dijî vê êrîşa Tirkiyê yek beyan, yek protesto nebûye. Çimkî yên tên kuştin kurd in.

Heger Îsraîl 12 rojan bajarekî Filistîn bombebaran bikra û bi sedan xelkê swîl bikuşta, Huda-Parê û musilmanên tirk û kurd nuha dinya xera kiribûn, bi şev û roj ewê li meydanan bûna û Îsraîl protesto bikirana.

Lê ji ber Efrîn bajarekî Kurdistnê ye û gelê Efrînê jî kurd e, lema jî ne Huda-Par, ne musilmanên tirk, ereb, faris û yên dinyayê kes dengê xwe nake, bi sedhezaran danakevin kuçe û kolanan û bi gotinekê be jî Tirkiyê protesto nakin

Çima kes piştgiriya me nake?
Ji bo çi ji nava 63 dewletên musilman dewletek tenê jî, lîderekî musilman tenê jî Tirkiyê protesto nake?

Çima  Huda-Par û musilman ji bo filistîniyan û Qudsê xwe perçe dikin,  porê xwe dirûçikînin, lê ji bo kurdan dengê xwe nakin ?

Ez ji we ra bibêjim, çimkî kes me însan nahesibîne.
Çimkî hemû welatên musilman me kurdan musteheqî bindestiyê dibînin.
 
Yek welatekî musilman jî azadiyê, serxwebûnê layiqî me, heqê me nabîne.
 
”Umeta Îslamê” , welatên musilman di bindestiya me ya ebedî da hemfikir û mutefik in.

Lema jî wek alîkriya filistîniyan dikin, alîkariya me nakin.
Hemû welatên musilman xwîna me, qetla me li ereban, li farisan û li tirkan helal dibînin.

Hemû welatên musilman dibêjin gerek kurd ebedîyen bindest û koleyên faris, ereb û tirkan bin.

Lema jî piştgiriyê nadin serîhildanên me, daxwaza me ya azadî û serxwebûnê.

Lema jî gava tirk, ereb û faris gund û bajarên me bombebaran dikin, gava me dikujin, gava serê me jê dikin, gava tecawizî namûsa me dikin, gava jin û keçên me ji xwe ra dikin kole û li bazaran difroşin kes dengê xwe nake.

Çimkî hemû welatên musilman me kurdan musteheqî vê bindestiyê û zulmê dibînin. Lema jî kes êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê protesto nake. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE