12 januari 2018

Fermandarê pêşmerge Şêx Cafer Mistefa: Li herêmên dagirkirî kurd neman

Fermandarê Yekîneya Hêza Pêşmerge ya 70 Şêx Cafer Mistefa, ji ajansa Sputîkê ra gotiye rewşa kurdên Kerkûkê, Xurmatû, Daqûq û herêmên din ji dema enfalê jî xerabtir e, li wan herêman kurd nemane, malên kurdan hatine şewitandin û talankirin. Û hukûmeta Kurdistanê û bi dehhezaran pêşmerge çavên xwe pahn kirine û li vê hovîtiya ereban temaşe dikin û tiştekî nakin.Tiştê dikin li ber Ebadî digerin, xwe davêjin bextê Amerîka û Netewyên Yekbûyî, dibêjin van êrîşan rawestînin.

Ez nizanim bi dehhezaran pêşmerge ji bo çi heye? Hukûmeta Kurdistanê ji bo çi heye? Partiyên kurd çi xweliyê li serê xwe dikin? Serokên kurdan yên simêl û porên xwe wek artîstan boyax dikin û di rojên fireh da di telewîzyonan da  qepeqepa wan bûn çima dengê xwe nakin, çima ev serok û siyasetmedarên "porreş û simêlreş" hemû xwe vedişêrin û naçin hawara gelê xwe? Heger di rojeke wiha da pêşmerge ewê gelê xwe neparêze ewê kînga biprêze?

Tiştê ez dixwînim êş û janeke mezin dide min, bîna min teng dibe û ez ji xwe nefret dikim. Ji ber ku ez li mala xwe di nava rehetiyê da me, her tiştê min heye û bi sedhezaran kurd jî di vî halê perîşan da ne ez ji xwe, ji însanîyeta xwe şerm dikim.

Şêx Cafer Mista li ser bajar û herêmên di 16ê cotmeha par da kurdan bêyî şer û liberxwedan teslîmî çeteyên Heşdî Şabî û leşkerên Îraqê kirin ev agahiyên jêr dane ajansa Spûtnîkê:

”Li navçeyên Kurdistanê yên Xurmatû, Kerkûk, Xaneqîn û heta Sîncarê ku ji aliyê artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şabî ve hatiye dagirkirin rewşa hemwelatiyan pir xirab e, li herêmê kurd nemane, malên wan hatine talankirin û şewitandin. Halê hemwelatiyên wan deveran gelekî ne xweş e. Heta mirov dikare bibêje li wan deveran kurd her nemane. Xanî, avahî û malên kurdan ên li wan deran hatine talankirin, ên mayî jî şewitandine. Li van deran karbidest, serbaz û dagirkerên niha ji Enfalê zêdetir anîne serê kurdan. Welatiyên Xurmatû, Daqûq û Kerkûkê hatine sînorê Herêma Kurdistanê. Li sertaserê Herêma Kurdistanê hatine belavkirin. Halê wan niha gelekî xerab e û ew jî çavnêrî dikin ku hem Neteweyên Yekbûyî hem jî hikûmeta Herêma Kurdistanê çareseriyekê ji halê wan re bibînin."
Û serok û siyasetmedarên porboyax û simêlboyax jî li Hewlêrê û li Silêmaniyê rûniştine û di malên xwe yên rehet da di telewîzyonan da li vê perîşaniya kurdan temaşe dikin.

Bi Xwedê nanê hûn dixwin jî li we heram e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE