22 januari 2018

Ez ne ji kêfan zêde qala siyasetê dikim



Hin kes ji min ra dibêjin apê Zinar tu pir qala siyasetê dikî, filan û bîvan...
Dixwazin ez tiştên din binivîsim...

Gelî keç û xortên hêja, gelî dost û hevalê xoşewîst, li gorî fikrê min kurdê li hemberî vê çavsorî, zorbatî, zulm û tecawiza Tirkiyê ya namûsa kurdan dernekeve û fena merivekî azad û bextewar herket bike, ji xwe ra qala tiştên xweş û kêfê bike ew merivekî namerd e.

Em miletekî bindest û kole ne, dibê em tu carî vê bindestiya xwe ji bîr nekin û ji halê xwe ne memnûn bin.

Di bin topbaran û bombebaranên dijmin da, gava di nava gund û bajarên meriv da zûrîna gurên boz bin ne mimkûn ez vê zulmê ji nedîve werim û li vir qala tiştên din bikim.

Ez ne merivekî namerd im, ez stirî û qilçixê di çavê namerdan û dijmin da me !

Lema jî di rojên wiha reş û tarî da, di rojên dijmin wek gurên har êrîşê ser me dike, ez mijarên din bêtir qala siyasetê dikim.

XXX
Em ji dinyayê, ji dewletên mezin gazinan dikin, dibêjin çima alîkariya me nakin.

Gazina me rast e, alîkariya me nakin, yek welat jî naxwaze em ji bindestiya faris, tirk û ereban xelas bibin. Heger bixwestana ewê piştgirî bidana me.

Hinek ji ber berjewendiyên xwe, hinek ji tirsa tirkan û hinek jî ji ber herdu sedeman alîkariya me nakin.
Lê em jî ne li serhev in.

Alimên tirk ên dînî fetwa fitûhatê didin leşkerên xwe, yanî mal û milkê me, namûsa me li xwe helal dikin, lê ji alimên me yên dînî hîn tu deng deneketiye, ne li Kurdistana Bakur û ne jî li ya Başûr hîn bi hezaran alimên kurd daneketine kolanan û ev êrîşkariya ordiya tirk û ev fetwa dîyaneta Tirkiyê protesto nekirine.

Hîn hemû partiyên kurd bi hev ra li hemberî vê zilma Tirkiyê derneketine.
Yanîyekîtiya me jî tuneye.
Berî xelkê, dibê em herin hawara hev....


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE