30 januari 2018

Êdî hemû bloger qala Hindik-Rindik dikin






Piştî guherandina dîzayna Hindik-Rindik ya nuh, piştî guhertina bejn û bala wê, tikandin yanî zîyaretçîyên min jî ji nişka ve zêdebûn. 

Pêr 1250î kesî rêya xwe bi Hindik-Rindik xistibû. Ji bo blogerekî swêdî, alman û înglîz bêguman ev jimar ne tiştek e, yên wan bi dehhezaran e. Lê ji bo blogerekî kurd ev reqem pir e. 



Ez bawer nakim tu blogeke kurmancî rojê hewqasî were ziya etkirin.

Diyar e tesîra şûfê, xemlê, bejn û balê pir e û tîrajê bilind dike.

Hosteyê, mihendizê, şêwirmendê vê dîzayna Hindik-Rindik ya nuh Omer Faruk Baran e, ew şêwirmendiya min dike.

Guhertina fontan û bicîkirina wan hîn neqediya ye, lê hêdî hêdî ewê biqede.


Nivîsên berê him tevlihev bûn û him jî min bi fontên biçûk nivîsî bû. Nuha Omer hemûyan diguhere û kategorîze dike. Ev yek jî ewê karê xwendevan hêsantir bike.

Omer Farûk Baran di weşaneke îstagramê da li ser pirsa Salihê Kevirbirî qala Hindik-Rindik jî kiriye:

”salih_kevirbiri dibêje ''Behsa blogerîya Zinarê Xamo bike''. 


Apê Zinar ji xwe şahê blogerîya Kurmancî ye Kekê Salih. Ji 2007'an heta 2018'an bênavber, hîn jî li ser bloga xwe dinivîse û vê dawiyê min ji bo bloga wî jî hinekî şêwirmendî kir.

Ev 11 sal in dinivîse, lê bi xwe jî çend royên berê nivîsî, tikandina bloga wî rekorê dişkîne.

Li bloga wî binêrin, reng û rûyê blogê ji berê xweştir bûye.”

Ez li vir spasî xwediyê pirsê Salihê Kevirbirî û Omer Faruk Baran dikim. Spas ji bo vê dilxwazî û gotinên we yê dostane.

Wek min berê jî çend caran gotiye, ez nivîsandinê û blogerîyê wek micadele û şerekî li hemberî îşxal û terora kolonyalîstan dibînim.


Heta ev dil lêde, heta ruh di vî canî da hebe ezê micadela xwe ya li dijî dewletên kolonyalîst bidim, ji bo azadî û serxwebûna gel û welatê xwe binivîsînim. Tiştê ji destê in tê ev e û ez wiya jî bêqelpî dikim.

Gazineke min ji xwendevanên min heye, ew jî şirove nakin, tiştekî nabêjin.

Wek min got, pêr 1250 kesî, do 867 kesî Hindik-Rindik ziyaret kiriye, lê yekî jî rêzek nenivîsî ye, ne baş, ne jî xerab, bi du gotinan be jî kesî tiştek negotiye. Ev kêmasî ye.

Swêdî ne wisa ne, cesareta medenî bi wan ra heye, fikrê xwe dibêjin. Lê kurd fikrê xwe nabêjin. Ne ji bo min tenê, bi giştî wiha ye. Bi baweriya min dibê meriv fikrê xwe bibêje.


Gelek kes ji ber nizanin bi kurdî binivîsin lema nanivîsin. Dibê meriv hewil bide, bira şaş be. Şiroveya binê blogekekê ne munazereya edebîyatê ye. 


10 kommentarer:

  1. Apê Zinar,

    bi vê agahîya te gotî ez şa bûm.

    Bila her zêdetir bin tikandin.

    SvaraRadera
  2. Aqûbeta tikandina bloga te bila li serê blogerê nuh be ew çax 😇
    Bi slav û hurmet .

    SvaraRadera
  3. Gelek spas xwendevanê nenas/anonîm.

    SvaraRadera
  4. Înşelah Nanoziko, hêvî dikim xwendevanên hemû blogên kurdî zêde û yên bi tirkî-kurdî jî kêm bibin. Hêvî dikim yekê blogerên bi kurdî dinivîsin bibe hezar û hezarê blogerên kurdên bi tirkî û tevlihev dinivîsin bibe yek.

    SvaraRadera
  5. Xalo, welleh em bi zore nikanin zora dijminan binin. Dive em hemu awayen din e xebate pesh bixin. Blogeri ji yek ji wan e.Siheta te xwesh u xweda temene te direj ke.

    SvaraRadera
  6. Spas dikim. Em kanibin bi wan ya nikanibin em mecûr in xwe biparêzin.Kurdan êrîşî kesî nekiriye, lê marûzî êrîşeke pir dirinde û nedîtî bûne. Bêyî liberxweanê tu rêyeke din tuneye. Rêya din teslîmbûne e û ew jî mirine.

    SvaraRadera
  7. Na xalo, teslimbun mirin e. Le dive em bizanin ku heta welaten mezin alikariya me nekin em nikarin bi dare zore, zora van bebavan bibin.
    Ji xwe dewleten heta nuha cebune bi deste welaten mezin cibune. Tu miletek bi sere xwe dewlet cenekiriye.

    SvaraRadera
  8. Erê wisa ye, bi tena serê xwe em nikanin bi wan, alîkarî lazim e. Lê ew jî nuha kes nake. Lema jî vê hovîtiyê dikin.

    SvaraRadera
  9. Merhaba Mamo Zinar, weke blogereke Kurd,seri de ji bo keda te ya di vê beşê de te pîroz dikim. Mamoste hêvidarim tu blogerên www.warbotan.com û xwezayi.blogspot.com ber çavan re derbas bikî û kêmasiyên wan rexne bikî silav û rêz.

    SvaraRadera
  10. Ev cara pêşî ye ez bloga Xwezayî ziyaret dikim. Bi dîtina vê bloga xweşik pir kêfxweş bûm. Blogeke tam min xeyal dikir. Min çend caran qala lazimiya blogên wiha kir. Dibê blogên li ser mijarên cihê û qadên cihê zêde bibin.
    Kê aqilê çêkirina blogeke wiha kiribe tiştekî pir baş kiriye. Ez xwediyê blogê pîroz dikim.
    Min bala xwe neda hemû beşan, lê bi qasî min dît zimanê blogê ne zimanê gel e, zimanekî "akademîk" e, bi kêmanî ew bîn jê tê. Bi dîtina min dibê meriv bi zimanekî sivik binivîse, dibê her kes jê fêm bike. Zimanekî sivik pir muhîm e.
    Hingiv bûye "hingivî". Ji dêlî meriv bibêje "hingivî kêrî çi tê ?", bibêje "hingiv bi kêrî çi tê ?" xweştir e.
    Ez zanim hin kurd wer dibêjin.
    Lê dîsa jî hûn zanin.
    Û hin gotinên herêmî, biyanî jî meriv di nava parantêzê/kevanê da maneyên wan binivîse baştir e. Mesela ez nizanim ”pate”, ”pateyên bi gaz” çi ye? Meriv îzah bike baş e. Dibê xwendevan nivîsê fêm bike.
    Ezê di bloga xwe da qala vê bloga we ya delal bikim.
    Ji we ra serketinê dixwazim.

    SvaraRadera

PARVE BIKE