29 januari 2018

Dibê serokên kurdan zû li hev bicivin û tiştekî bikin, ya na sibe ewê pir dereng be !


Li dinyayê heta nuha kesî zorbatîyeke wiha ne dîtiye û ne jî bihîstiîye.

Ev cara pêşî ye tirk zorbatî û zulmeke wiha li kurdan dikin.
Bi darê zorê kurdan ji Efrînê, ji gund û malên wan derdixin…
Ev enfal e, jenosîd e!

Tirkiye ji kurdên Efrînê ra dibêje ji ber ku hûn kurd in em naxwazin hûn li Efrînê bijîn.

Dibê hûn Efrînê vala bikin, emê tirk û ereban lê bi cî bikin…
Ji ber ku hûn kur din em ji we nefret dikin.
Em naxwazin hûn bi cîranê me bin.

Dibê yek gund û bajarê kurdan li ser sînorê me nemîne. Emê hemû gund û bajarên li ser sînrê xwe ji kurdan vala bikin û li tirk û ereban lê bi cî bikin.

Lema jî gereke hûn Efrînê, gundên xwe, malên xwe, bax û bexçeyên xwe, rezên xwe bihêlin û herin.

Gerek hûn Efrînê û hemû gundên wê û malên xwe teslîmî me bikin.

Hûn teslîm nekin, hûn ji vir bar nekin emê bi zor we derxin !
Ji ber ku hûn kurd in, em naxwazin hûn cîranê me bin, em dixwazin ereb bi cîranê me bin.

Kurdê mala xwe, gund û bajarê xwe neterikîne emê bi zor derxin. Û ji ber neçûye emê ceza jî bikin…

Bi kurtî hedef û plana Tirkiyê ev e, kurdan ji Efrînê û ji hemû gundên wê bi darê zorê derxe û ereb û tirkan di dewsa wan da bi cî bike.

Û dû ra jî eynî tiştî bîne serê Kobanê, Serê Kaniyê, Amûdê, Qamîşloyê jî.

Yanî Tirkiye dixwaze kurdan ji seranserê Kurdistana Rojava derxe û 3-4 milyon erebên li Tirkiyê û qismek tirk(wek li Qibrisê kirin) li wan deran bi cî bike.

Ev ne henek e, Tirkiye bi rengekî pir cidî dixwaze felaketeke wiha nedîtî bîne serê kurdan.

Ev tehcîr û enfal e, jenosîdeke wek ya ermîniyan e. Wek ya dema Seddam e.

Di tarîxê da kesî tiştekî wiha, zorbatîyeke wiha nedîtiye.
Meriv çawa miltekî bi darê zorê ji bajarê wî, ji mala wî derxe û hinekên din bîne têxe malên wan?

Navê vê JENOSÎD e, ENFAL e!
Dibê serokên kurdan bi hev ra viya bi dengekî bilind bibêjin.
Tikr me qir dikin!
Plana qirkirina me amade kirine!
Vê qirkirinêev 10 roj in ji Efrînê de dest pêkiriye…

Dibê hemû kurd rabin ser nigan, serokên hemû partîyên her çar perçeyên Kurdistanê bi lez herin Neteweyên Yekbû û alîkariyê bixwazin.
Ya na sibe ewê dereng be…

Gerek bi lez û bez hemû partî bicivin û ji Neteweyên Yekbûyî, ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji Amerîkayê alîkariyê bixwazin.

Dibê serokên kurdan bi lez tiştekî bikin !!!
Mesele pir cidî ye, Efrîn bikeve paşdegirtina wê zor e.
Dibê em destê xwe zû bigrin, sibe ewê pir dereng be…

2 kommentarer:

  1. Maelesef her yek li tembureke cuda dixe.

    SvaraRadera
  2. Erdê renwşa kurdên başûr qet ne xweş e. YNK ewê perçe bibe. Belkî kongreyê jî çênekin. Û rewşa partiyên din jî tu hêvîyekê nade min. Yekîtî hebûya belkî li dijî Tirkiyê tiştek bikirana. Lê ew jî tune. Lema jî ez bawer nakim PDK li dijî Tirkyê tiştekî cidî bike...

    SvaraRadera

PARVE BIKE