13 januari 2018

Çîroka beqên tirsonek û serketina beqê kerr

Dibêjin rojekê beq li hev civiyan û pêşbirkeke(musabeqeyeke) bezê çêkirin. Hêniya wan li ser qotê çiyayekî bilind bû. Dibê derketana serê wî çiyayê bilind.
Gelek beq jî wek temaşevan hatibûn ciyê pêşbirkê.Beqên ewê tevî pêşbirkê bibûna ketin rêzê û pêşbirkê dest pê kir.
Temaşevanan bawer nedikir kes bikanibe xwe bigihîne hêniyê. Çimkî çiyê pir bilind xuya dikir. Her kesî ji hev ra digot:
-Weleh belasebeb xwe diwestînin, feqîran çi bikin jî nikanin bigihîjin hêniyê!
Beqên diwestiyan, yên nikanîbûn bigihîjin hêniya serê çiyê yeko yeko dev ji pêşbirkê berdidan û paşda vedigeriyan. Lê di nava beqan da yekî dev ji pêşbirkê bernedida û bi înad bi çiyê da berbî hêniyê ve hildiperikî.
Beqên temaşevan bi hev ra, bi dengê hêlî diqîriyan, digotin:
-Dîno, vegere, xwe belasebeb newestîne, tu yê tu carî bi ser nekevî, tu yê tu carî negihîjî hêniyê!
Lê wî guh nedida kesî û beza xwe didomand. Û dawiya dawî çû gihîşt hêniya serê çiyê …
Beq hemû matmayî man, meraq kirin. Beqekî xwe ranergirt û jê pirsî, got:
-Yaho te çawa kir, te çawa kanîbû xwe bigihînda serê wî çiyayê bilind?
Dema beq bersîv neda, fêm kirine ku beqê derketiye serê çiyê kerr e, tiştekî nabihîze…
Gelî kurdan û têkoşerên azadiya kurd û Kurdistanê, ji bo serketinê carnan dibê meriv wek vî beqî kerr be, deng û pitepitên derûdora xwe nebihîze û rêya xwe bidomîne, heta ku digihîje hedefa xwe.
Dibê bêtaqet û tirsonekên newêrin tevî karwanê azadiyê bibin û yên bi rê da diwestin û paş da vedigerin û xayin tu carî me bêhêvî neke, dibê em rêya xwe bidomînin, heta ku em digihîjin hedefa xwe, dibin xwedî Kurdistaneke serbixwe….

XXX


Dibê meriv bi her îltîfatê nexape, berî qurban were şerjêkirin hustuyê wê tê mizdan.
Çi heyf kurd ji her kesî bêtir bi îltîfatên neyarên xwe zû dixapin. Û tu carî jî dersê ji serpêhatiyên xwe nagirin.
Nizanim çima lê hafiza me pir zeîf e, ev jî dibe sebebê em dersê ji tarîxa xwe negirin. Heta piraniya kurdan tarîxa xwe qet nizane…
Gava meriv tarîxa xwe nizanibe meriv zû dikeve kemîna dijminê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE