31 januari 2018

Heger Îsraîl 12 rojan bajarekî Filistîn bombebaran kiribûya, musilmanan heta nuha ewê çi kiriba?

Foto ji ANFê hatiye girtin

Hemû welatên musilman xwîna me, qetla me li ereban, li farisan û li tirkan helal dibînin.

Ev 12 roj in Tirkiye agir bi ser Efrînê û kurdan da dibarîne, lê hîn yek dewleteke misilman Tirkiye protesto nekiriye.

Ev 12 roj in Tirkiye Efrînê û gundên wê bombebaran dike, lê hîn yek komele, dezgeh, xistin û lîderekî misilman ev êrîşa Tirkiyê protesto nekiriye.

Ev 12 roj in Tirkiye Efrînê bombebaran dike. Li gorî beyanên Tirkiyê 500-600 kes kuştine. Bi sedan birîndar hene.
 
15 hezar kurd ji ber êrîşên Tirkiyê koçber bûne. Lê hîn yek serokekî filistînî jî bi yek gotinê be jî ev êrîşa Tirkiyê protesto nekiriye û piştgirî neda kurdan.

Ev 12 roj in Tirkiye Efrînê bombebaran dike, lê li Filistînê bi hezaran filistînî ji bo piştgiriya kurdan daneketine meydanan û êrîşên Tirkiyê protesto nekirine.

Û Tirkiye  ne 12 rojan, 12 mehên din jî Efrînê û hemû bajarên kurdan bombebaran bike jî yek serokên filistînî û gelê filistîn Tirkiyê protesto nakin.

Ev 12 roj in Tirkiye agir bi ser gelê Efrînê da dibarîne, lê partiya Xwedê Huda-Par hîn daneketiye meydanan û êrîşa Tirkiyê protesto nekiriye.

Huda-Par û hêzên îslamî ji bo Qudsê xwe perçe kirin. Li Diyarbekrê û li gelek bajarên din bi sedhezaran meşiyan, Îsraîl protesto kirin.

Lê Huda-Par û hêzên musilman wêrankirina Efrînê û kuştina zarokên kurdan protesto nakin.

Heger Îsraîl 12 rojan bajarekî  Filistîn bombebaran bikira, dewletên musilman, Teşkîlata Îslamî û musilmanan nuha qiyamet rakiribûn.
Lê ji ber Efrîn bajarekî kurda ye û yên tên kuştin jî kurd in, yek dewleteke musilman jî, yek serok û alimekî musilman jî dengê xwe nake.

Ji nava 1,5 milyar musilman û 63 welatên musilman heta nuha li dijî vê êrîşa Tirkiyê yek beyan, yek protesto nebûye. Çimkî yên tên kuştin kurd in.

Heger Îsraîl 12 rojan bajarekî Filistîn bombebaran bikra û bi sedan xelkê swîl bikuşta, Huda-Parê û musilmanên tirk û kurd nuha dinya xera kiribûn, bi şev û roj ewê li meydanan bûna û Îsraîl protesto bikirana.

Lê ji ber Efrîn bajarekî Kurdistnê ye û gelê Efrînê jî kurd e, lema jî ne Huda-Par, ne musilmanên tirk, ereb, faris û yên dinyayê kes dengê xwe nake, bi sedhezaran danakevin kuçe û kolanan û bi gotinekê be jî Tirkiyê protesto nakin

Çima kes piştgiriya me nake?
Ji bo çi ji nava 63 dewletên musilman dewletek tenê jî, lîderekî musilman tenê jî Tirkiyê protesto nake?

Çima  Huda-Par û musilman ji bo filistîniyan û Qudsê xwe perçe dikin,  porê xwe dirûçikînin, lê ji bo kurdan dengê xwe nakin ?

Ez ji we ra bibêjim, çimkî kes me însan nahesibîne.
Çimkî hemû welatên musilman me kurdan musteheqî bindestiyê dibînin.
 
Yek welatekî musilman jî azadiyê, serxwebûnê layiqî me, heqê me nabîne.
 
”Umeta Îslamê” , welatên musilman di bindestiya me ya ebedî da hemfikir û mutefik in.

Lema jî wek alîkriya filistîniyan dikin, alîkariya me nakin.
Hemû welatên musilman xwîna me, qetla me li ereban, li farisan û li tirkan helal dibînin.

Hemû welatên musilman dibêjin gerek kurd ebedîyen bindest û koleyên faris, ereb û tirkan bin.

Lema jî piştgiriyê nadin serîhildanên me, daxwaza me ya azadî û serxwebûnê.

Lema jî gava tirk, ereb û faris gund û bajarên me bombebaran dikin, gava me dikujin, gava serê me jê dikin, gava tecawizî namûsa me dikin, gava jin û keçên me ji xwe ra dikin kole û li bazaran difroşin kes dengê xwe nake.

Çimkî hemû welatên musilman me kurdan musteheqî vê bindestiyê û zulmê dibînin. Lema jî kes êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê protesto nake. 

Him gund û bajarên kurdan bombebaran dikin û him jî dibêjin em ne li dijî kurdan e

Foto ji ANFê hatiye girtin

Serokê Tirkiyê Erdogan dibêje li Efrînê ew ne li dijî kurdan e. 
Çawa ne li dijî kurdan e?
Ma hûn bi balafir û bi topên xwe li Efrînê cin û pîrebok dikujin?
Ma li Efrînê miletekî din heye?

Gotina ”em ne li dijî kurdan” e, vireke bi boçik e, zarok jî jê bawer nake.

Efrînê û gundên wê ev 11 roj in bombebaran û topbaran dikin, lê ne li dijî kurdan e…

Dixwazin kurd Efrînê vala bikin, lê ne li dijî kurdan e…
Heta nuha li dora 100 swîl, zarok, jin, kal û pîr kuştine, bi sedan swîl birîndar in, lê ne li dijî kurdan e…

15 hezar xelkê siwîl ji ber êrîşên wan malên xwe terk kirine û bi çolan ketine, lê ne li dijî kurdan e…

”Em ne li dijî kurdan e”, gotineke pir berradayî ye, hûn ne tenê li neyarên kurdan e, hûn dixwazin qira hemû kurdan bînin.

Hûn hewqasî neyarê kurdan e, hûn qebûl nakin li welatekî din jî kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet.

Hûn li her perçê Kurdistanê li dijî azadbûna kurdan e.
Hûn li dij in Kurdistan çê bibe.
Hûn li dijî ala kurd in.

Li Kerkûkê hûn li dijî kurdan û ala kurd bûn, li Efrînê jî eynî  hûn eynî tiştî dikin.

Tirkiye hewqasî neyarê kurda ye, ji Kurdistana Rojava ra, ji cî û warên kurdan ra, ji gund û bajarên kurdan ra dibêje "KORîDORA TERORê" !

Û hûn dixwazin vê "korîdora terorê" ji kurdan paqij bikin û 3,5 nîv erebên li Tirkiyê li wan deran bi cî bikin.

Erdogan her roj vê hedefa xwe dubare dike.
De îcar çawa hûn ne li jî kurdan e?

Tirkiye ne li Efrînê û li Krkûkê tenê, li erd jî û li ezmanan jî li dijî kurda ye. Kurdê viya nebîne, viya fêm neke ya xêv û kêmaqil  e ya jî hevalê Tirkiyê ye.

Erdogan got çeteyên ASAyê qehremanên swîl in


Foto ji malpera Aktîf Haberê hatiye girtin

Li gorî Erdogan ASA ne rêxistineke terorîst e, tevgereke swîl û netewî ye.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li çete û terorîstên Artêşa Sûriyê ya Azad(ASA) xwedî derket û got:

”ASA ne rêxistineke terorîst e, tevgereke swîl û netewî ye, welatê xwe diparêzin. Leşkerên ASA bi Artêşa Tirk ya qehreman ra mil bi mil şer dikin. Ev ne tiştekî meriv ji ber fedî bike, belovacî wê dibê meriv pê îftîxar bike. ASA, eynî wekî hêza me ya Qûvayî Milî ya di şerê rizgariyê da ew jî hêzeke swîl e…”

Ji bo ku mohra terorê ji ser çetetên Daîşê û Nusrayê grûbên terorîst yên din rakin navên wan guhertin, kirin ASA.

Yanî kumê hûtik, dan serê nûtik.
Lê meriv eynî meriv in, tenê nav cihê ye.

Çeteyên ASA yên li ber kamera kezebe însên dixwarin, zorok gulebaran dikin, serê însanan jê dikirin hîn nehatiye jibîrkirin.

Lê ji ber ku kurdan dikujin Erdogan van qatil û terorîstên îslamî dike hêzên swîl.

XXX

Ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye siyaset û îdeolojiyeke dewletê ya resmî heye: kesê neyartiya kurdan dike li ba dewletê tim muteber e.

Dijminê kurdan dostê dewletê ye, dostê kurdan jî dijminê dewletê ye û dibê serê wî were pelçiqandin.

30 januari 2018

Kî neyarê kurdan be ew dostê Erdogan e

Foto ji malpera En Son Haber hatiye girtin

Efendim Davutoglu û Erdogan li hev hatine. 
Ma ev jî gotine ?

Kî neyarê kurdan be ew dostê Erdogan e. Hemû tirkên neyarên kurdan dostên hev in.

Nakokî û neyartiya nabêna wan çiqasî mezin û kûr be, gave mesele dibe kurd û Kurdistan, hemû dijayetiyên nabêna xwe didin aliyekî û dibin mitefikên hev.

Reqemeke pir biçûk tirkên demokrat ne tê da, miletê tirk di dijminatiya kurdan da yek e û hemfikir e.

Di çavê dewletê û milet da tirkê li dijî qetla kurdan û îşxala Efrînê derkeve  xayin e.

Lema jî bi saya propagande û ajîtasyonên irqçî, panturkîst û antî-kurd, ji bo herin Efrînê tirk dikevin dorê, li gelek bajaran dixwazin dewlet wan bişîne ser kurdan.

Tabî Erdogan û medyaya faşîst 24 saetan ajîtasyonên li dijî kurdan enjekteyî mejî û dilê tirkan dikin.

Lem ajî ji bo yekî tirk ya muhîm dijminatiya kurda ye, qatlê bavê wî be jî, yarê diya wî be jî, heger li dijî kurda be ewê pê ra li hev were û bide ser serê xwe.


Serokwezîrê Tirkiyê yê kevn Ahmet Davutoglu îro çûye civîna koma AKPê ya meclîsê û wek paşmêrekî xwe daye pişt Erdogan.

Medyaya tirk dibêje sarbûna nabêna wan nemeya û bi vê hatina xwe Davutoglu nîşan da ew li pişt Erdogan e.

Kuro ma ji bavê Davutoglu zêdeye Erdogan ban bikê û neçe, weleh ewê tiliya xwe di qîpika wî ra ke…

Ya din tirk li hemberî kurdan bi yarê diya xwe ra jî li hev tê. Ji bo yekî tirk ya muhîm dijminatiya kurda ye, qatlê bavê wî be jî, yarê diya wî be jî, heger li dijî kurda be ewê pê ra li hev were û bide ser serê xwe.

Lema jî li pey Erdogan terîlibakirina Davutoglu ne tiştek zêde xerîb e, pir normal e…

Çavên zarokên Efrînê li Parlamentoya LKurdistanê ye


Çavên gel û zarokên Efrînê û miletê kurd li Parlamentoya Kurdistanê ye !

Parlamentoya Kurdistanê ji bo êrîşa ser Efrînê gotûbêj bike îro civîya. Civîn hîn berdewam e.

Tirkiye û çeteyên îslamî ev 11 roj in bi leşkerekî giran girtine ser Efrînê û gundên der û dora wê û bi hovana her derê bombebaran dikin.

Lê Parlamentoya Kurdistanê hîn îro dicive.
Dibê ev civîn ji zû da hatibe kirin.

Gerek hemû partiyên kurd, yên di meclîsê da û yên ne di meclîsê da bi yekdengî li hemberî îşxala Tirkiyê derkevin.

Tirkiye dixwaze ne Efrînê tenê, hemû Kurdistana Rojava ji kurdan vala bike û erebên di bin destê xwe da li gund û bajarên kurdan bi cî bike.

Yanî Tirkiye dixwze kurdan ji Efrînê, ji Kobanê, ji Girê Spî, ji Serêkaniyê, ji Amûdê û ji Qamîşloyê derxe û ereban li van bajaran cîwar bike.

Ev plana Tirkiyê fermana miletê kurd e, ENFAL e, jenosîdeke wek ya ermenîya ye.

Lema jî dibê partiyên herçar perçeyên Kurdistanê hemû nakokiyên nabêna xwe bidin alîyekî û bihev ra li hemberî vê plana Tirkiyê ya ENFALA kurdên Kurdistana Sûriyê derkevin.

Dibê Parlamentoya Kurdistanê, hukûmeta Kurdistanê ji mudaxeleyê bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîkayê bike ji wan alîkarîyê bixwaze.

Dibê Hukûmeta Kurdistanê, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pasîf nemînin û ji dinyayê alîkarê bixwazin.


Êdî hemû bloger qala Hindik-Rindik dikin






Piştî guherandina dîzayna Hindik-Rindik ya nuh, piştî guhertina bejn û bala wê, tikandin yanî zîyaretçîyên min jî ji nişka ve zêdebûn. 

Pêr 1250î kesî rêya xwe bi Hindik-Rindik xistibû. Ji bo blogerekî swêdî, alman û înglîz bêguman ev jimar ne tiştek e, yên wan bi dehhezaran e. Lê ji bo blogerekî kurd ev reqem pir e. 

29 januari 2018

Dibê serokên kurdan zû li hev bicivin û tiştekî bikin, ya na sibe ewê pir dereng be !


Li dinyayê heta nuha kesî zorbatîyeke wiha ne dîtiye û ne jî bihîstiîye.

Ev cara pêşî ye tirk zorbatî û zulmeke wiha li kurdan dikin.
Bi darê zorê kurdan ji Efrînê, ji gund û malên wan derdixin…
Ev enfal e, jenosîd e!

Tirkiye ji kurdên Efrînê ra dibêje ji ber ku hûn kurd in em naxwazin hûn li Efrînê bijîn.

Dibê hûn Efrînê vala bikin, emê tirk û ereban lê bi cî bikin…
Ji ber ku hûn kur din em ji we nefret dikin.
Em naxwazin hûn bi cîranê me bin.

Dibê yek gund û bajarê kurdan li ser sînorê me nemîne. Emê hemû gund û bajarên li ser sînrê xwe ji kurdan vala bikin û li tirk û ereban lê bi cî bikin.

Lema jî gereke hûn Efrînê, gundên xwe, malên xwe, bax û bexçeyên xwe, rezên xwe bihêlin û herin.

Gerek hûn Efrînê û hemû gundên wê û malên xwe teslîmî me bikin.

Hûn teslîm nekin, hûn ji vir bar nekin emê bi zor we derxin !
Ji ber ku hûn kurd in, em naxwazin hûn cîranê me bin, em dixwazin ereb bi cîranê me bin.

Kurdê mala xwe, gund û bajarê xwe neterikîne emê bi zor derxin. Û ji ber neçûye emê ceza jî bikin…

Bi kurtî hedef û plana Tirkiyê ev e, kurdan ji Efrînê û ji hemû gundên wê bi darê zorê derxe û ereb û tirkan di dewsa wan da bi cî bike.

Û dû ra jî eynî tiştî bîne serê Kobanê, Serê Kaniyê, Amûdê, Qamîşloyê jî.

Yanî Tirkiye dixwaze kurdan ji seranserê Kurdistana Rojava derxe û 3-4 milyon erebên li Tirkiyê û qismek tirk(wek li Qibrisê kirin) li wan deran bi cî bike.

Ev ne henek e, Tirkiye bi rengekî pir cidî dixwaze felaketeke wiha nedîtî bîne serê kurdan.

Ev tehcîr û enfal e, jenosîdeke wek ya ermîniyan e. Wek ya dema Seddam e.

Di tarîxê da kesî tiştekî wiha, zorbatîyeke wiha nedîtiye.
Meriv çawa miltekî bi darê zorê ji bajarê wî, ji mala wî derxe û hinekên din bîne têxe malên wan?

Navê vê JENOSÎD e, ENFAL e!
Dibê serokên kurdan bi hev ra viya bi dengekî bilind bibêjin.
Tikr me qir dikin!
Plana qirkirina me amade kirine!
Vê qirkirinêev 10 roj in ji Efrînê de dest pêkiriye…

Dibê hemû kurd rabin ser nigan, serokên hemû partîyên her çar perçeyên Kurdistanê bi lez herin Neteweyên Yekbû û alîkariyê bixwazin.
Ya na sibe ewê dereng be…

Gerek bi lez û bez hemû partî bicivin û ji Neteweyên Yekbûyî, ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji Amerîkayê alîkariyê bixwazin.

Dibê serokên kurdan bi lez tiştekî bikin !!!
Mesele pir cidî ye, Efrîn bikeve paşdegirtina wê zor e.
Dibê em destê xwe zû bigrin, sibe ewê pir dereng be…

28 januari 2018

Kurdek çawa kane piştgiriyê bide dagirkirina welatê xwe?




Di TRTkurdî da yekî bi navê Huseyîn Şeyhanlioglu heye. Li gorî Googlê akademîsyen e û nivîskar e û ji Swêregê ye, ji eşîra Şêxa ye. Şêxî li Wêranşrê jî pir in. Min digot belkî ji Wêranşarê ye, lê ne ji wir e.

Di TRTkurdî da moderatotê programekê ye. Bi nîjada xwe kurd e, lê bi fikir û hestên xwe bi qasî nîjadperestekî  tirk dijminê qewmê xwe ye.

Du roj berê di CNN Turkê da wek gurekî har, ji Erdogan bêtir êrîşî PYDê, YPGê û Amerîkayê dikir, bi heyecaneke mezin dixwest li Efrînê zafera artêşa tirk bibîne.

Telewîzyonên tirk bi zanetî di her programê da ban çend xayin û cahşên kurd dikin.

Di mala me da kanalên Tirkî tunene, em li telewîzyonên tirkî temaşe nakin. Di malê da ez tenê bi tirkî zanim, xanim û zarok bi tirkî nizanin. Bi viya jî em hemû kêfxweş in.

Ez carnan di înternetê da bala xwe didim CNN û Haberturkê. Ew jî tenê ji bo ku ez cahş û xayinên qewmê xwe nas bikim.

Temaşekirina telewîzyonên tirk ji bo siheta meriv êdî ne baş e, psîkolojiya meriv xera dibe. Lema jî ez carnan tenê li bala xwe didim programên li ser kurdan.

Neyse, piştî min çend deqîqeyan  li Huseyîn Şeyhanlioglu guhdarî kir, bîna min teng bû, min girt.

Ez ji xwe ra fikirîm, min ji xwe pirsî:
Huseyîn Şeyhanliogluyê kurd û ji Rihayê, çima dixwaza çeteyên îslamî û leşkerên tirk keç û xortên efrînî bikujin û Efrînê dagir bike?

Huseyîn Şeyhanliogluyê  şêxî, çima dixwaze Tirkiye nehêle kurd li Sûrîyê ji bindestiyê xekas bibin û bigihîjin azadiya xwe?

Huseyîn Şeyhanliogluyê  kurd û şêxî, çima dixwaze artêşa tirk û çeteyên ereb zorokên qewmê wî bibin?

Kurdek çawa kane bixwaze hinek ji derva werin û welatê wî îşxal bikin û zarokên gelê wî bikujin?

Çetîner Çetînê hekarî çima dixwaze erebên îslamî û artêşa tirk li hemberî zarokên gelê wî bi ser kevin û gund û bajarên kurdan, welatê kurdan têkeve bin detê tirk û erebên neyarên qewmê wî?

Vahdetîn Înce, kurdekî  têra xwe zane û başî û xerabiyê ji hev digerîne, çima dixwaze qatilên ereb yên îslamî û artêşa tirk zora zarokên gelê wî bibin û Tirkiye Efrînê, Kurdistana Rojava dagir bike?

Savcî Sayan, Kemal Gumuş gelekên nuha navê wan nayê bîra min çima wek faşîstên tirk şûrê tirkan dikşînin û dixwazin leşkerên tirk û çeteyên îslamî yên ereb qira şervanên YPGê bibin?

Welhasil bi sedan kurd, çima û bi kîjan ûjdnî her roj di telewîzyonên tirk da vê êrîşa Tirkyê diparêzin û dixwazin terorîstên îslamî û leşkerên tirk li hemberî zarokên kurd bi ser kevin, qira şevanên YPGê yên gund û bajarên xwe diparêzin bînin?

Ferdên qewmekî li hemberî gelê xwe çawa kanin hewqasî zalim, xayin û bê ûjdan û bê merhamet bin?

Vê dewletê çawa kanîbûye hewqas kurdî bike xayin û neyarê qewmê xwe?

Gelo hewqas xayinên miletekî din jî hene ya jî ev yek mexsûsî me kurdan tenê ye?

Ereb û tirkan piştî karê xwe bi ENKSê qedandin ji nava xwe qewitandin




Kongre Dîyaloga Niştimanî ya Sûriyê sibe li Soçîyê dicive. 
Ereb û Tirkiyê tew ban ENKSê jî nekirine.

Çimkî karê xwe pê qedandin. Têra xweli wan siwar hatin û pê barên xwe kişandin.

Ev çend sal bûn  Îtîlafê, OSOyê û Tirkiyê bi çend qurişên pîs têra xwe ew(ENKS) bi kar anîn, ew bera pêxîla PYDê dan û nehîştin yekîtiya kurdan çê bibe.

Nuha êdî hewcedarîya Îtîlafê û Tirkiyê  bi himaliya ENKSê nemaye, lema jî pehînek li qûna serokên wan yê pûlperst xistin û ji xwe dûr xistin.

Nuha bûne wek kesên qebhet bi serê wan da hatibe, şeqizî ne, nizanin çi bikin. Berpirsekî ENKSê Feysel Yûsif  ji Rûdawê ra gotiye, wan vexwandin ji me re neşandiye, ji ber wê em jî naçin kongreyê…”

Wey sed carî maşala ji te ra ! Îcar “em naçin ?”
Dema ban we nekin û hûnê çawa herin?

Maneya xwe heta nuha hûn xapandin, bi we lîstin, karê xwe bi we kirin. Û wexta bi destxistina maf jî ban we nakin.

 Serokên ENKSê xwe bi buaheyekî pir erzan firotin Tirkiyê û ereban û ew û birayên xwe ketin gewriya hev.

Nuha Tirkiyê û Îtîlafê îşê xwebi wan qedand û ew ji nava xwe qewirandin.

Baweriya, hevaltiya bi neyar ra wih ye, hevaltiya wan heta derbasbûna ji ser pirê ye, piştî ji ser pirê derbas bûn û bi firêqetîye ketin, ewê bibêjin me yên din ji ber xwe da xistin, îcar dora we ye.

Nuha dibê ENKS xwe rexne bike, uzrê xwe ji gelê xwe bixwaze, bibêje me heta nuha siyaseteke şaş û malwêran meşand, em xapiyan. Û dû ra jî bi YPGê û PYDê ra rûnin û cepheyeke netewî ava bikin û bi birayên xwe yên PYDê ra  welatê xwe biparêzin.

Meriv ji ku dera şaşiyê vegere baş e. Dibê ev trajediya ENKSê jî ji bo hemû kurdên baweriyê bi dijmin dîtinin, kurdên hevkarên dimin in, kurdên bi qewmê xwe xiyanetê dikin bibe tecrûbe…

Ji Xwedê ra bibêjin bira dakeve jêr û hema çend kêliyan be jî bira bibe kurd !


Ji Xwedê ra bibêjin: 
”Bila dakeve jêr û hema çend kêliyan be jî
bila bibe kurd ... "
///Şêrko Bêkes

Tu gazineke min ji Xwedê tuneye, çimkî ez jê bawer nakim, çimkî ez zanim tu Xweda meda tuneye. Lema jî ne ban tu xwedayî dikim û ne jî tu alîkariyê, rahmê jê dixwazim...

Lê kurdên bi hebûna Xwedê bawer dikin, dibê li hemberî vê bêdengiya Wî ya li hemberî vê zulm û terora tirkan îsyan bikin û jê ra bibêjin:


- Ma tu çima dihêlî tirk û ereb û farisên qûlên te, li ser erdê te, li ber çavên te hewqas zulm û neheqî li me kurdên mezlûm bikin?

Tu çawa Xwedê yî?
Ma edaleta te ev e?
Ka te her tişt dibihîst û her tişt didît?
Ka tu Qadir û muqtedîrê her tiştî bû?

Çima tu destûrê didî tirk û ereb vê zulma nedîtî li me bikin?
Heger hebûna te, edaleta te, qadir û muqtedîriya te ne vir e, çima tu dengê xwe nakî, çima tu zarok, kal û pîrên Efrînê ji êrîşên van zebanîyên xwe naparêzî?
Me kurdan çi bi te kiriye?

Çima tu li me nayê rahmê, çima tu me û zarokên me, erz û eyalên me, gund û bajarên me ji êrîşên van hov û dirindeyên xwe naparêzî?

Çima tu van hovan nesekinînî?
Çima tu dihêlî vana mala te bombebaran bikin û Qurana te jî di binê kavilan da biîne?
Çima tu belayekî nadî wan?

Çima tu bi topekê li wan naxî û heft tebeqan naxî binê erdê?
Çima tu Tofana Nûh li wan ranakî û dinya xwe ji van zebaniyên necis xelas nakî?

Ji ber ku ez merivekî ne bawermend im lema jî van pirdan ji Xwedê nakim. Lê belê kurdên bawermend, kurdên bi hebûna Xwedê bawer dikin, dibê van pirsan ji Xwedayê xwe bikin.

Û heger dîsa jî nehat gazî û hawara kurdan, heger dîsa jî nikanîbû êrîşên zebanîyên tirk û ereb rawestîne, wê demê dibê kurd fêm bikin hebûna wî vir e.

Tu Xweda, heger hebe, li hemberî hewqas zulm nikane bêdeng be…

Xwedayê li hemberî vê zulma Tirkiyê bêdeng bimîne, ew Xwedayekî ne adil e, ew hevalê zulmê û zalima ye…

Tirkiye bi gotinê û bi dîplomasîyê nasekine




Tirkiye bi gotinê û bi dîplomasîyê nasekine, dibê zorê, serê ço û devê tivingê bibîne. Heta Amerîka viya neke Tirkiye nasekine.
Berdevkê Hevpeymana Navnetewî ya dijî DAIŞê Ryan Dillon gotiye wan bi aşkereyî ji Tirkiyê re gotine ”emê piştgriya HSDê bikin û emê li Minbicê bimînin.”

Gotin têra nake, dibê midaxale were kirin. Tirkiye bi gotinê, bi rica, bi têkiliyên dîplomasîyê nasekine û nesekine jî.

Heger Amerîka û hêzên hevpeyman zorê, serê ço nîşanî Tirkiyê nedin, Tirkiye ewê çend cepheyên din veke. Lema jî ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê li sahê, di qada şer da tiştekî konktet were kirin.

Heger ew neyê kirin Tirkiye êrîşên xwe nasekinîne û ewê çend cepheyên din jî veke û bixwaze hemû Kurdistana Rojava dagir bike.

Dibvir da bênamûsiya herî mezin ya Rûsyê û Sûriyê ye. Herdu jî destegê didin êrîşên Tirkiyê. Rûsya bixwaze kane îro Tirkiyê bide sekinandin. Lê nake.

XXX
Nivîskarê rojnameya Hurrîyetê Ertugrul Ozkokê boşnak li ser êrîşa Tirkiyê ser Efrînê di nivîsa xwe ya do(26/1-18) da gotiye, ”dibê em navê wê lêkin, heyfa wî çewalî nuha tê girtin.”

Di 4ê temûza 2003a da emerîkiyan li Silêmanîyê 11 leşker û zabitên tirk berî sabotajakê bikin girtin û çewa xistin serê wan. 11 leşkerên tirk 60 saetî di destê leşkerên emerî da girtî man.

Ev bûyer bi navê ”çuval geçîrme”, ”hedîsa çewêl” derbasî tarîxa tirk ya sîyasî û leşkerî bû.

Ertugrul Ozkok di vê nivîsa xwe da dêje, Tirkiye bi îşxala Efrînê û qetilkrina kurdan heyfa ”çewalê” Emerîkayê xist serê wan digre.

Na, ne "heyfa çewêl" e, heyfa Daîşê ji kurdan digre. Ji Amerîkayê ra dibêje te bi kurdan ra Daîşa min şikand, ezê jî bi vê êrîşa ser Efrînê heyfa xwe ji te û ji kurdan bigrim. Rastî û hedîse ev e.

Tirkiye zane kurd nikanin çewêl têxe serê wan, zane bi kuştina kurdan ewê tu zirarê nebîne, lema jî vê zulmê li me dike.

27 januari 2018

Heger kurd naxwazin li xutbeyên irqçî û li dijî kurdan guhdarî bikin dibê neçin mizgeftên Tirkiyê


Di nivîsa xwe ya do min got dibê kurd neçin mizgeftên Tirkiyê û li pey îmamên faşîst û neyarên qewmê kurd nimêjê nekin û li xutbeyên Dîyaneta Tirkiyê yên ji serî heta dawîyê neyartiya kurdan dikin guhdarî nekin.

Xutbeyên înîyê êdî wek berê ne ji alî muftî û  meleyê mizgeftan ve, ji alî Dîyaneta Tirkiyê ve tê hazirkirin û îmam jî li hemû mizgeftan eynî xutbeyê dixwînin.

Ji bo ku rê li ber xutmeyên meleyên kurd, meleyên ne faşîst û ne panturkîst bigrin, hazirkirina xutbeyan ji mizgeftan girtin.

Êdî Dîyanet Tirk bi xwe xutbeya îniyê hazir dike û dişîne ji hemû mizgeftan ra û mile  jî wê xutbeyê dixwîne.

Di xutbeya îniya do da li mizgeftên Diyarbekrê îmam pesnê êrîşa Tirkiyê  ya ser Efrînê û kuştina kurdan daye û xwestiye cimat ji serketina leşkerên tirk ra dua bike û li kurdan jî nifiran bike.

Ji nava cimatê hin kes li dij vê xutbeya siyasî, irqçî, faşîst, antî-kurd rabûne û di nabêna wan û mele da minaqaşe çê bûye.


Li ser vê, cimatê mizgeft terk kiriye. Polîsan girtine ser mizgeftê û 4 kurd girtine.

Li Nisêbînê û hin derên din jî eynî gelş çê bûye û cimatê xutbe protesto kiriye û mizgeft terikandiye.

Min zanîbû ewê wiha bibe, lema jî min do nivîsî û min  got dibê kurd êdî neçin mizgeftên Tirkiyê û li pey meleyên tirk nimêjê nekin.

Û ji xwe ev necara pêşî ye li mizgeftan problema xutbeyê çê dibe, berê jî gelek caran eynî gelş çê bûye.

Sûcê kurda ye, heger kurd naxwazin li xutbeyên dewletê guhdarî bikin, heger kurd naxwazin li kurdan nifiran bikin, dibê neçin mizgeftan.
Hewqasî basît e.
 
Her kes zane xutbe ji teref dîyanetê ve tê şandin û mele jî mecbûr e wê xutbeya resmî ya dewletê bixwîne. Û di rojên wiha da xutbeya  dîyanetê  jî  her tim li dijî kurda ye.


Dibê kurd neçin mizgeftên Tirkiyê û li xutbbeyên dewletê guhdarî nekin.

Miletê tirk destegê dide êrîşa dagirkirina Efrînê û qirkirina kurdan


Miletê tirk piştgiriyê dide êrîşa ser Efrînê û şirtkirina Sûriyê ji kurdan. Û dixwaze yên li dijî êrîşê derkevin jî bi cezayên giran werin cezakirin.

Li ser îşxalkirina Efrînê û "bêtesîrkirina terorîstan" yanî qetlîama kurdan, hukûmeta AKPê bi şîrketa ORCê anketek daye çêkirin. Gelo bira ordiya tirk Efrînê bigre û humû kurdên Sûriyê ”bêtesîr” bike ya na?

Tirkiyê û miletê tirk navekî nuh ji kuştina kurdan ra dîtine, ”bêtesîrkirin” !

Gava 10 kurdan dikujin "dibêjin me 10 terorîst bêtesîr kirin"!
Yanî navê kurdan kirine "terorîst" û navê kuştinê jî kirine "bêtesîrkirin"!

Mesela artêşa(ordiya) tirk di beyana xwe ya nivîskî da gotiye ”di nava 6 rojan da me 306 terorîstên PKK, KCK, YPG, PYD bêtesîr kirin.”

Li ser îşxalkirina Efrînê û "bêtesîrkirina terorîstan" hukûmeta AKPê bi şîrketa ORCê anketek daye çêkirin.

Li gorî anketa şîrketa ORCê ji sedî 80.7ê miletê tirk piştgirî daye êrîşa artêşa xwe, gotiye dibê hemû herêm ji kurdan were paqijkirin.

Bi baweriya ev reqem şaş e, ji sedî 99.9ê miletê tirk piştgiriyê dide qetilkririna kurdan. Ji sedî 20ê piştgirî nedaye ne tirk in, kurd in…

Û dîsa li gorî vê anketê ji sedî 77.4ê miletê tirk jî cezayê dewlet dide kurdên li dijî şer û ”bêtesîrkirina terorîstan” derdikin hinhidik dibîne, milet dixwaze ceza girantir be.

Anketê negotiye miletê tirk cezakî çiqasî zêde û giran dixwaze, lê bi îhtîmaleke mezin ewê muebet be.

Heta hemû kurd ya neyên kuştin ya jî nekevin zindanan dilê miletê tirk rehet nabe.

Çimkî miletê tirk di medya xwe da, di medyaya sosyal da vekirî dibêje gerek kurd li dinyayê nemînin, dibê dewleta me Sûriyê, Îraqê û Tirkiyê ji ”terorîstan”, hûn viya kurd bixwînin, paqij bike.

Û serok û bepirsiyarên tirk jî her roj di telewîzyonan da dibêjin ”heta yek terorîst hebe em nasekinin.”

XXX
Dibê kurd êdî neçin mizgeftên Tirkiyê. Çimkî mînberên mizgeftan bûne kursiyên li dijî kurdan kîn û nefretê belav dikin. Mizgeftên Tirkiyê bûne hêlînên irqçîtiyê û faşîzmê, bûne cî û warên propagandeya pantukîzmê lê tê belavkirin.

Tu ferqa mînberên mizgeftên Tirkiyê ji lokal û desxaneyeke MHPê tuneye.Kurdê xwe zane dibê neçe li van waz û xutbeyên irqçî, faşîst û antî kurd guhdarî neke. Nimêja xwe li mala xwe, li mekanê xwe bike.


XXX
Min nuha kanala CNN vekir. Yekî bi navê Prof. Tanju Tosun dipeyivî. Got par YPGê tam 700 êrîş anîne ser Tirkiyê !
Neyartiya kurdan tirk kirine merivên zalim, bêûjdan, bêexlaq û mîtoman.

Yekî bi qasî qantirekî bû û di ser da jî xwedêgiravî "prof" e, lê dîsa jî ev derewên bi biçok dikir...

26 januari 2018

Hedefa Tirkiyê dagirkirina hemû Kurdistana Rojava

Hemû serokerkanên Tirkiyê ji bo mehûkirina kurdan di cepheyê da hazir û amede ne


Erdogan gotiye ewê heta ser sînorê Îraqê herin, yanî hedefa wan dagirkirina hemû Kurdistana Rojava ye.

Ji roja êrîşa ser Efrînê dest pê kiriye ez dibêjim hedefa Tirkiyê ne Efrîn tenê ye, ji Efrînê bigre heta bi Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qmîşlo, Dirbêsyê û heta bi Dêrika Hemko, yanî dagirkirina hemû Kurdistana Rojava ye.

Wa ye Erdogan îro ev nêta xwe û Tirkiyê eşkere kiriye, gotiye ”emê heta ser sînorê Îraqê herin.”

Yanî hedefa wan dagirkirina herçar kantonên kurd û tevahiya Kurdistanê ye.
Nêta Tirkiyê êdî pir eşkere ye.

Li hemberî vê zorbatîya nedîtî, dûrî aqilan çi ji destê hêzên kurd û me were dibê em bikin.

Mêrikan eşkere dibêjin kurdên Tirkiyê di çi halî da ne dibê yên Sûriyê jî di wî halî da bin.

Esed bi kurdan ra li hev bike û mafê kurdan bide jî Tirkiye qebûl nake. Ev yek êdî vekirî ye. Çimkî çavê wan me dibire.

Û ev yek helbet tê hesabê Sûriyê, Îraqê û Îranê jî. Ya na dibê Sûriyê ”welatê” xwe biparasta.

XXX
Tirkiye li sê perçên Kurdistanê, li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê li hemberî kurdan şerekî pir mezin û giran dimeşîne. Dixwaze Aefrînê dagir bike. Dû ra here Minbicê û bi wî hawî heta Dêrika Hemko dom bike.

Yanî Tirkiye dixwaze hemû Kurdistana Rojava dagir bike, kantonên kurdan ji ortê rake.

Di orta vî şerê giran da di dêlî em bi hev kevin, dibê em bi hev ra welatê xwe biparêzin û bi hev ra şerê neyarê xwe û xayin û hevkarên dijmin bikin.

Dostayî, hevkarî, tifaqa nabêna kurdan û hêzên kurd yên niştimanperwer pir muhîm e.

Di orta şer da, di cepheyê da dibê meriv bi hev nekeve. Ev yek ewê liberxwedna me ya li hemberî dijmin qels bike.
Lema jî hevkarî û tifaqa nabêna kurdan pir muhîm e....


XXX
Êdî her kesî baş fêm kiriye Tirkiyê li hemberî kurdan tiştê bi destê Daîşê bi dest nexist, nuha dixwaze ew û Daîş û Nusra bi hev ra bi dest xe. Li Efrînê wê diceribîne. Heger li Efrînê bi ser keve ewê bixwaze hemû Kurdistana Rojava dagir bike.

Bêdengiya kurdên AKPê ji min ra bû derd



Ji min ra bû derd heta nuha kurdekî AKPê tenê jî li dijî êrîşa Tirkiyê derneket û ji AKPê îstîfa nekir.

Ev 5 roj in ji ber ku çavê wan me dibire, ji ber ku kanin bi me, ji bo ku em kurd in balafir, tank û topanên Tirkiyê agir bi ser gelê Efrînê da, bi ser gund û bajarên Efrînê da dibrînin.
Bi sedhezaran kurd bi AKPê ra ne.

Bi milyonan kurd rayên xwe didin AKPê û Erdogan.
Gelek kurd parlamenter, wezîr û serokên beledîyeyên AKPê ne.

Heta nuha ji nava hewqas kurdekî yek kes jî li hemberî vê zorbatî û zulma hukûmetê derneket û ji AKPê îstîfa nekir.

Heta nuha yek kurdekî AKPê jî êrîşa ser Efrînê ya neheq, zorba û hovane protesto nekir û ji Erdogan û Bînalî Yildirim ra negot hûn çi kurdan dixwazin, çima we ev ardiya giran şandiye ser Efrînê?

Gelê Efrînê êrîşî Tirkiyê nekiriye, xerabiyek bi Tirkiyê nekiriye, ji Efrînê kesî yek guleyek jî bera leşkerekî tirk nedaye.

Çima hûn vê zulmê li kurdên Efrînê dikin?
Dema dewletê 12 dewletê 12 bajarên kurdan şewitandin jî kurdekî tenê jî ji AKPê îstîfa nekir.

Di referandûma 25ê îlona 2017a û îşxala Kerkûkê da jî yek kurdekî AKPê hukûmet û partiya xwe rexne nekir.

Di ji nava bi milyonan însanî da yek însanekî bi namûs denakeve û vê zulm û neheqiya hukûmeta xwe, partiya xwe, serokê xwe protesto nake.

Bi milyonan însan çawa kane hewqasî zalim bin û ji însanîyet û namûsê bêpar bin û li hemberî gelê xwe jî hewqasî bêûjdan bin, ez fêm nakim !

Ji nav bi milyonan însanî derneketina yek kesê bi xîret û bi namûs sosireteke ecêb e, aqilê meriv nagre!

Hewqas însan çawa kanin hewqasî rezîl û namerd bibin û li hemberî vê zulmê bêdeng bimînin?

Hewqas însan çawa kanin bibin hevalên neyar û xayinên qewmê xwe ?


Mahfuz Yildiz Seyda ew koleyen modern nin heya em zincira wan neqetinin tu heviye ji wan neke!

Mihemed Ehmo Efrîn wê, wê zincîrê biqetîne.

Mraze Camal Mamosteyê hêja, mirovên ku namûsa wî erdê ket, tu wexta namûsa wî nayê cîh. Ew mirovne bênamûsin. Tirk hene wana çêtirin. Wana hesab nekin kurd.

Umran Aran Ev xeyalek e apê Zinar.

Zinarê Xamo Umran, bi milyonan kurd li hemberî qewmê xwe çawa kanin hewqasî zalim û bêûjdan bibin aqilê min nagre!
Çawa dibe ji nava çend milyon însanî yekî bi namûs dernekeve û nebêje êdî bes e ji vê zulma we re?
A ez dikim nakim, nikanim bersîva pê pirsê bibînim...

Umran Aran Ew ne li hemberî qewmê xwe ne, ji ber ku xwe wek qewmekî nabînin.

Sores Bladhede Ew Kurdên li dijî neyaran bêdengin patexurên ne Kurdên!

Mihemed Ehmo Xwe firotine, ji bo çend quruşan,
Erdoxan bi navê îslametiyê bi wan dikene, mejî yê wan şûştîye,,,
Efrîna baca giran dide û li berxwe dide, bê ku dijmin yek bost ji axa efrînê bibe,
Efrînî yek dest û yek dil in, hemû kurdperwer in, li paş hêza xwe ne, xayîn nav wan da tune ne,
Ji îslametiya derew bi dûr in, zana ne, xwendevanin, siysetmedarin, şervan in,

Bahaa Sulaiman Miletê me ê bakur xwîna kurda yetiyê di laşê wan de ne geriya ye hîn di xew de ne

Sedrettin Yigit Ku xîret û namus tune be wisane bêdengî

Zinet Nujen Bêdengi koletiye

Şevger Çolo Çi hêvî ji wan nîn in
Ku ji berê de ne bênamûs bana wê neli wir ban evqas buyer jî ne diqewimîn


25 januari 2018

Dev ji hesabê hilbijartinan berdin, miletê bindest ne xwedî ray û îrade ye



Hin kurd hîn jî hesabê raya, çûna meclîsa Tirkiyê û li Kurdistanê qala kêmbûna rayên AKPê û Erdogan dikin.

Dema ez rastî minaqaşeyên wiha têm, ez matmayî dimînim.
Birayên ezîz, dev ji van minaqaşe û hesabên vala û bêbingeh berdin.

Yek rayeke kurdan jî tuneye.
Hûn qala kîjan rayan dikin?
Li Kurdistanê ray mayên kurdan tuneye.
Çimkî kurd ne xwedî îrade ne.

Kurd nikanin li rayên xwe, li îradeya xwe û li nûnerên hilbijartina xwedî derkevin?

Piştî ku rewş ev e, çawa hûn kanin hîn jî qala rayên kurdan bikin?

Erdogan çima ewê hesabê rayên kurdan bike?
Carê kurd nikanin li rayên xwe xwedî derkevin.

Erdogan gava dixwaze rayên kurdan îptal bike û hemû nûnerên wan jî davêje zindanê û mamûrên dewletê tayinî dewsa wan dike.

Ma ev wisa du sal in wisa nakin?
Ma nuha qeyûm nedane ser hemû belediyên kurdan?
Ma nuha 15 parlamneterên HDPê ne di hundur da ne?
Û hewqasê wan jî ji ber dewletê nereviyane Ewrûpayê?

Di asasê xwe kurd li Tirkiyê wek tirkan û bi qasî tirkan tu carî nebûne rayên xwe.

Dewletê her tim gava xwestiye îradeya gelê kurd red kiriye û îradeya xwe bi darê zorê bi kurdan day qebûlkirin.

Ne îro te nê, her tim wiha bûye. Tenê Erdogan hinekî zêde pêş da diçe.

Lema jî dibê kurd êdî dev ji çûna meclîsê filan berdin.
Çimkî kurd nikanin li rayên xwe, li beledîye û li parlamenterên xwe xwedî derkevin.

Piştî rewş ev e çûna meclîsê pir bêmane ye.
Çimkî tu qîmeteke rayên kurd û nûrên kurdan tuneye.

Dewlet roja dixwaze nûnerên  kurdan ji karên wan dûr dixin, dixin hefsê û mamûrên xwe tayînî dewsa wan dikin.

Vê dewletê her tim Kurdistan ji Anqerê îdare kiriye. Vê dewletê berê jî tirkên ji bajarên din, bêyî ku haya gelê wî bajarî jê hebe, dikirin parlamenterên bajarên kurdan.

Îro jî eynî tiştî dikin. Îro jî kesên bi rayên gel hatine hilbijrtin ji kar digrin, dixin zindanê û qeyûmekê xwe tayinî ciyê wî/wê dikin.

Sibe jî ewê eynî tiştî bikin.
Lema jî dibê kurd li hev rûnin û ji xwe ra siyaseteke din tespît bikin. Çûna ameclîsa tirk êdî pir bêmane û tiştekî beradayî ye.

Kurd raya xwe bidin çi ye, nedin çi ye?
Piştî ku nikanibin li rayên xwe, li nûnerên xwe xwedî derkevin, çi maneya beşdarbûna hilbijartinan û çûna meclîsê heye?

Dewlet gava dixwaze rayên kurdan îptal dike, nûnerê hatiye hilbijartin davêje zindanê û merivekî xwe datîne dewsa wî.

Dibê kurd êdî nebin fîguranê vê lîstika dewleta tirk û ji xwe ra rêyeke din bibînin…

Ma hûn dibêjin ev Tirkiye çima ji ewlekariya xwe hewqasî bi endîşe lo ?



Foto ji Googlê hatiye girtin

Berdevkên NATOyê  li ser êrîşên Tirkiyê ser Efrînê dibêjin ew endîşeyên(fikarên) Tirkiyê yên ewlekariyê fêm dikin.

Wezîrê Karaên Derve yê Îngilistanê dibêje ew endîşeyên Tirkiyê yên ewlekariyê fêm dikin.

Berdevkên Yekîtiya Ewrûpayê dibêjin ew endîşeyên Tirkiyê fêm dikin.

Berdevkên Qesra Spî û Pentagonê her wisa, ew jî her roj dibêjin ew endîşeyên Tirkkyê yên ewlekariyê fêm dikin.

Welhasilî kelam her dewlet eynî maqamî lê dixe, ew endîşeyên Tirkiyê yên ewlkariyê fêm dikin.
Ji Kurdistana Rojava êrîşî Tirkiyê kirine?
Na !
PYDê, YPGê gef li Tirkiyê xwariye, gotineke tahl ji Tirkiyê ra kirine?
Dîsa na.

Ê wê gavê mesele çi ye, Tirkiye çima hewqasî bi endîşe ye, çima hewqasî li dijî kurda ye?

Wek Huseyîn Topgider jî gotiye, ”Endîşeya Tirkiyê ya ewlekariyê hebûna kurda ye. Heta kurd hebin Tirkiye ewê tim bi endîşe be. Ê baş e ewê çawa be? Ma em xwe îmha bikin?”

Bi rastî jî asasê meselê, zilika pîvazê û dendika fikar û endîşeyên Tirkiyê û tirkan ev e, HEBûNA KURDA ye. Tirkiye dibêje hebûna kurdan min nerehet dike, miletê tirk bêhuzûr dike, me ditirsîne.

Lema jî ji bo em tirk ji vê tirs û endîşeya ruhê xwe û taliya dewleta xwe xelas bibin û rehet bikin, gerek kurd li dinyayê tunebin, gerek em kurdan ji dinyayê paqij bikin. Heta ev nebe em tirk rehet nakin û nikanin di nava ewlehiyê da bijîn….

Ji dîktatorê xwe ra dibêjin bijî û ji yê xelkê ra dibêjin bimre !

Foto ji Googlê hatiye girtin

Tirkên ji wêrankirina Nisêbînê, Sûrê, Şirnexê, Cizîrê ra li çepikan xistin nuha di telewîzyonan da li dijî wêrankirina Helebê, Reqayê derdikevin.

Ji Erdoganê xwe ra ji pê li çepikan dixin, lê ji Esed ra dibêjin dîktator û qatil !

Gava leşker û polîsên tirk kurdan dikujin, gund û bajarên wan topbaran dikin rast e, lê gava Sûriye şerê çete û terorîstên îslamî dike teror e, zulm e, dibê meriv li dij derkeve.
Meriv ancax kane hewqasî durû û beêxlaq be.


Foto ji Googlê hatiye girtin

XXX
Li gorî reqemên Wezareta Edaletê 70 hezar xwendevan di zindahenan da ne. Û li dora 100 hezar jî ji mekteban hatine dûrxistin û mahkime dibin.

Bi îhtîmalek pir mezin ji sedî 99ê xwendevanên girtî kurd keç û xortên kurd in.

Ji berê da ye li Tirkiyê îhtîmala xwendevanekî kurd li zanîngehê were girtin û têkeve hefsê, ji îhtîmala zanîngehê biqedîne pir zêde tir e.

Ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye ciyê piraniya kurdên welatparêz ya zindan e, ya goristan e ya jî serê çiyan e.

Foto ji Googlê hatiye girtin

XXX
Di êrîşa ser Efrênê da medyaya tirk wek hêzeke piyade ya faşîst daye pêş ordiya xwe. Hewqas însan çawa kanin bi hev ra hewqas derew bikin aqilê meriv nagire.

Mêranî, egîdî, şervanî û berxwedana kurdan kîmaya wan û exlaqê wan xera kiriye.

Studyoyê tlewîzyonan bûye kûreya derewan û mekanê merivên dîn û bêexlaq…


24 januari 2018

Şertên me çiqasî giran bin jî dibê em bêhêvî nebin


Şert çiqasî zor û zahmet bin jî dibê meriv tu carî bêhêvî nebe û li mexlûbîyetê nefikire.

Bi gotina Jack London, ”heger însan li mexlûbîyetê bifikire, ji xwe nîv bi nîv mexlûb bûye.”

Şertên em tê da pir zor in, dora me hemû dijimin in û wek gurên har êrîşî me dikin. Bi êrîşên xwe yên leşkerî ra, li hemberî me şerekî psîkolojîk jî dimeşînin. Dixwazin moralê me xera bikin û me bêhêvî bikin.

Di binê van êrîşên leşkerî û psîkolojîk da dibê em xwedî bawerîyeke qewî û îradeyeke ji polê bin. Dibê em têkçûnê ebeden neynin bîr û bala xwe, hedefa me tim û tim serketin û zafer be.

Dawiya her tiştî destpêka tiştekî din e. Îro em xerab ketibin jî sibe emê rabin. Ya muhîm daxwaza û baweriya rabûnê û liberxwedanê ye…

Di vî şerê man û nemanê da nabe em dudil û tirsonek bin, dibê em cesûr bin û ji tu fedekariyê xwe nedin paş û moralê xwe û yê yên dora xwe xera neke.

Mitefîkên me îro piştgirî û alîkariya hewce nedin me jî, heta bi me ra bêbextiyê û îaxanetê bikin jî, ev ne daimî ye, berxwedana me ewê rewşê biguhere.

Bîr û raya giştî û sempatîya gelên dinyayê li pişt me ye û ev yek oj bi roj xurt û berfireh dibe.

Lema jî dibê meriv zû hêvîşikestî nebe. Bi baweriya min gelê kurd, canfîdayên kurdan çawa li Kobanê efsaneya Daîşê şikandin, li Efrînê jî ewê eynî tişt bibe.

Hêvî dikim Efrîn wek Kobanê wêran nebe û ev êrîşa Tirkiyê ya zorba û neheq zû were rawestandin.

AGAHDARî !

Li Tirkiyê zulm û kontroleke nedîtî li ser însanan heye. Meriv kane ji ber ecibandina nivîsekê, rismekî were girtin. Meriv her roj numûneyên wiha dibihîze.

Lema jî xwendevanên, dost û hevalên li Kurdistanê û li Tirkiyê dijîn ne şert e nivîsên min biecibînin ya jî parve bikin.
Em kesên li dervayî Kurdistanê dijîn di emnîyetê da ne, destê wan nagîhîje me.

Lê yên li welêt dijîn di bin destê wan da ne, kînga bixwazin digrin ser malên wan û davêjin zindanê. Ev yek min gelkî diêşîne.

Lema jî ez bi xwe naxwazim kes ji ber nivîseke min ya jî parvekirineke min zirarê bibîne. Xwendin têra min dike, ne hewce ye were ecibandin.

Napoleon: merivê bi şans dîkê wî jî hêkan dike



Hinek bi şans mans bawer nakin, dibêjin mefhûmeke, tiştekî bi navê şans tuneye, meriv bi xebatê şansê xwe peyda dike.

Hinek jî şans wek hîdayeteke îlahî dibînin û şans teslîmî Xwedê dikin, bi emrê Xwedê ve girê didin. Bêguman ev karekî rehettir e, meriv dibêje, qeder e û jê xelas dibe…

Axir şans hebe ya jî tunebe, îzaha wî, tarîfa wî  mimkûn be ya jî ne mimkûn be, ez xwe merivekî bêşans dibînim.
Çimkî  îşê min bi piranî rast naçe. Li ku dixim, ku derê dikolom taht  û zinar dertdê.

Loma jî ez ji xwe xwe ra dibêjim weleh bîleh ez merivekî pir î bşans im.
Ma wekî din ezê çi navî lê kim?

Carnan gava kerekî min ê pir ecele heye, ya jî ezê herim ser tuxtur, tu hew dibînî gelşeke ne di hesêb da derket.

Tu dinêrî ji şansî min ra trên û otoboza ezê pê herim ya dereng tê ya jî tew nayê û ez dereng dimînim.

Helbet ne her tim, dema îşekî min ê muhîm hebe ya dema wexta min bi yekî ra hebe ev eksî çê dibe.

Carê dîsa otoboza ezê pê biçûyama dereng het, yê swêdî hinekî xwe aciz kir, bû pilepila wî, fena bibêje çima çend deqîqeyan dereng hat.

Min got, ”çikir bike hat, kanîbû nehata !”
Camr matmayî ma, got:
”Çima ewê neyê?
Ez keniyam, min got:
Çimkî ez li vir im…
Serê xwe hejand, ji îronîya min tiştek fêm nekir.

Min digot belkî li vê dinyayê yê herî bêşnas ez im. Lê îro ez li yekî ji xwe bêşanstir rast hatim. Em du bêşans rastî hev hev hatin û le jî îşê me min qet rast neçû.

Minê ji yekî ra (min fêm kir ew jî wek min yekî bêşans e) hinek pere bişanda. Min nêt hebû bi rêya Ria Financial Servicesê bişînim. Zû diçe.

Lê îro dinya şilî û şepelî bû, berf heliya bû, min got ya baştir ew e ez ji mal dernekevim derve û bi rêya banka xwe bişînim.

Min telefonî bankê kir. Piştî qederek payin, gotin piştî saaet û nîveke din yekê li te bigere û ewê alîkariya te bike.

Li Swêd êdî telefonî dahîreyên resmî û banka kirin kezebreşî ye, bi payinê meriv merezarî dibe. Hemû makîne ne, dibê tu pê li vê numrê û pê li wê numreyê bikî, heta tu li derkê dikevî dorê û demeke dirêj li bendee bersîvê dimînî.

Ez dirêj nekim, ji banaka min xortek li min geriya, min derdê xwe jê ra got. Got baş e, here têkeve malpera xwe ya bankê.

Ez ketim malpera xwe û bi rêberiya wî me dest bi qeydkirina IBAN û Swisft û agahiyên lazim kir. Got Edresa mala wî binivîsîne.

Min got heyra, ez edresa wî nizanim û gerek edres ne lazim be. Heta nuha min çend caran şandiye edres ne lazim bûye.
Got nabe, dibê edres hebe. Heger edres tunebe Tirkiye ewê pera paş da bişîne.

Yek ji min, yek ji wî, ez aciz bûm, min got bavo dev jê berde û alîkariya te ji min ra ne lazim e, ez naşînim. Ji ber ku ji nezan û cirnexweşekî wek min xelas dibû kêfa wî hat. Min telefon girt.

Bi wê hêrsê min rabû kincên xwe li xwe kirin û min berê xwe da centrûma taxa me, ji bo pera bi rêya Ria-yê bişînim.

Li dikanê, bufê xanimek di pêş min da hebû, wê perê xwe şand. Dor hat min. Min ji camêrê pere dişand ra got ez dixwazim hewqas dolar bişnîm Tirkiyê. Gaot baş e, di kompîtorê da dest bi dagirtina formê(blanketê)kir.

Dor hat hilbijartina cinsê pera, got dolar nabe, dibê ya tu Perê Tirk bişînî ya jî Euro. Min got heyra bira Euro be, ferq nake.

Min perê xwe da. Her tişt qediya, pê li bişkoka şandinê(sendê)kir. Ji bo meqbûz bide min. Neçû. Carek, du car, sê car sîstem mir, nexebirî….

Mêrik matmayî ma, lê min fêm kir ji şansê min ra ye. Min got normal e, dibê wiha bibe.

Got ev cara pêşî ye, min got ez texmîn dikim, lê normal e. Min mesele venekir, min negot çima normal e. Min qahr xwe bera hundurê xwe da.

Lê ez dû ra gihîştim wê baweriyê ev eksî ne ji bêşansiya min, îcar ji bêşansiya yê min dikira pere jê ra bişanda. Ev cara pêşî bû ez rastî merivekî ji xwe bêşanstir hatibûm.

Mêrik kompîtor girt û ji nuh vekir, lê dîsa jî nebû.
Du caran telefonî Rîa-yê kir, ji wan alîkarî xwest nebû.
Ez serê we neêşînim min saetekê li wir pa, lê programê got ez dimrim û naxebitim.

Ji mecbûrî, min kor poşman, kortika hustiyê xwe xurand û paş da vegeriyam malê.

Min telefonî wî kesê min pere jê ra dişand kir, min çîroka xwe ji serî heta dawî jê ra ta bi tê ve kir û jê ra got, lawo bi Xwedê heta nuha min digot li vê dinyayê belkî kesê ji min bêşanstir tuneye, lê wa ye derket ortê tu ji min jî bêşanstir î. Pere li dikanê, di kompîtorê da asê ma, tu îro tu pera nagrî. Bi xêr sibe…

Napoleon gotiye, ”merivê bi şans dîkê wî jî hêkan dike.”
Şansê min tim wek şansê kurda ye, bira hêkkirina dîk li wir bimîne, mirîşka min jî wexta hêka ji hêka dibe.

Wer xuya ye ev camêrê min dikir jê ra pere bişanda ji min jî bêşanstir e. Ne dîkê wî û ne jî mirîşka wî hêka dike…

Lê apê Shakespeare av bi ber dilê me bêşansan reşandiye, gotiye, ”merivê baş ji şansê xerab diyar dibe…”

Ya baş ew e em ji vê gotina apê Shakespeare bibêjin rast e û xwe wisa teselî bikin…


23 januari 2018

Di tarîxa dinyayê da numûneyeke din ya zorbatîyeke wiha tuneye

Ez dibêjim di tarîxa dinyayê da numûneyeke din ya vê zorbatî û zulma Tirkiye, tirk li kurdan dikin tuneye.

Bi bindesytî û koletiya 20.25 milyon kurdên xwe nayên serî, nahêlin li welaekî din jî kurd ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.

Tirkiye ji me kurdan ra dibêje heta em tirk li vê dinyayê hebin,emê nehêlin li tu derê kurd azad bibin.

Bêyî kurdên Efrînê ji wan ra gotibe gula we tahl e, ya jî kevirek avêtibin ji aliyê Tirkiyê da ev çar roj in gund û bajarên kurdan bombebaran û topbaran dikin û xwîna kurdan diherikînin.

Dibêjin piştî me Efrîn teslîm girt, emê dom bikin, heta Dêrika Hemko, yanî hemû Kurdistana Rojava, hemû derên nuha hatine rizgarkirin jî îşxal bikin û hemû terorîstan bikujin.

Yanî mêrika vekirî dibêjin hedefa me dagirkirina tevahiya Kurdistana Rojava ye. Dibêjin Esed qebûl bike jî em qebûl nakin kurdên Sûriyê azad bibin, gerek ew jî wek kurdên me bindest bin.

Piştî Kurdistana Rojava, helbet dora Kurdistana Başûr e, îcar ewê berê xwe bidin Zaxo, Dihokê, Hewlêr û Silêmaniyê.

Çimkî yê qebûl neke li Sûriyê kurd xelas bibin, li Îraqê jî ewê eynî tiştî bixwazin.

Û ji xwe di referandûma serxwebûnê ya par ya 25ê îlonê da ev nêta xwe pir eşkere gotin û xistin prakîtkê jî.

Yanî em kanin bibêji heger li Efrînê bi ser kevin, piştî demekê ewê îcar bela xwe di kurdên Kurdistana Başûr bidin.

Û Neteweyên Yekbûyî û hemû dinya li vê îşxal û barbariya Tirkiyê temaşe dike!

Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewrûpayê nîşan dide ev dinya ya zalim û xwînxwaran e. Li dinyayê heq, huqûq, edalet, mafê mirovan, demokrasî filan û bîvan tuneye, hemû vir e, qanûna esasî, kê kanîbû bi kê !
Tirk kanin bi me, wê demê heqê wan e me bikujin û welatê me jî dagir bikin...

Qanûna dinyayê jî ev e, ya Neteweyên Yekbûyî jî ev e û ya Yekîtiya Erûpayê û Amerîka û Rûsyayê jî ev e...

XXX

Hin kurd eşkere bûne xulam û kûçikên Tirkiyê, xwe venaşêrin û wek faşîstên tirk êrîşî kurdan dikin.

Lê hinek jî xwedêgiravî kurd in, dezgehên kurd in, lê bi rengekî ji xulamên tirkan bêtir neyartiya qewmê xwe dikin.
Tufî li hemû pîs û xayinên dizî û eşkere !
Tufî li hembû dilxwaz û hevkarên dijmin!

Patrîkxaneya ermenîyên Tirkiyê piştgirî da êrîşên Tirkiyê û ji bo zafera ordiya xwe dua dikin


Ermenî û cihûyên Tirkiyê bi dil û can piştgirî dan êrîşê Tirkiyê ya ser Efrînê û ji bo serketina ordiya xwe di dêran da dua dikin !

Li gorî xebera rojnameya Hurrîyetê(22.01.2018)Patrîkxaneya Ermenîyên Tirkyê piştgirî daya êrîşa Tirkiyê ser Efrînê, patrîkxaneyê di beyana xwe da gotiye:

”Wek Patrîkxaneya Ermenîyên Tirkiyê em ji operasyona Ordiya Tirk ya Çiqlê Zeytûnê ra serketinê dixwazin. Ji bo dawî li tevgera terorê were û aştî û aramî û huzûr were herêmê em dua dikin. Em ji dil bawer dikin bi vê operasyonê ewê berket were erd û ezmanê Xwedê ji bo xuliqandîye. Bi vê baweriyê wek her tim emê di ayînên kilîseyên xwe da ji bo ebedîyeta (bekaya) dewleta Komara Tirkiyê dua bikin. Xwedê duayên me qebûl bike !”

Ev beyana patrîkê ermenîyên Tirkiyê beyaneke pir bênamûsane, pir bêşerf û namerdane ye, ji gotin û beyanên Erdogan û Bahçelî girantir e.

Bêşerefî û rûreşiyeke li ser navê êrmenîyên Tirkiyê ye.
Bi vê beyanê patrîkê ermenîyên Tirkiyê çşxal û qetlîma qatilên bav û kalên xwe parastiye û piştgirî daye celadên ermenîyan û kurdan.
Tufî li we û li ûjdan û li însaniyeta we !
Meriv ancax kane hewqasî bênamûs namerd bibe !

Cihûyên Tirkiyê jî wek ermenîyan piştgirî daye êrîşa Tirkiyê ser Efrînê û kurdan.

Her wisa Civata Cihûyan a Tirk jî wek ermenîyan piştgirî daye êrîşên artêşa tirk a li dijî Efrînê. Civata Cihûyên Tirkiyê peyamek weşandiye û di wê peyamê da wiha gotiye:


"Em wekî Weqfên Cimaeta xwe di ‘Operasyona Çiqlê Zeytûnê' da ji hêzên xwe yên leşkerî ra serkeftinê dixwazin û hêvî dikin ku li herêma me û cîhanê îtidal, aşitî, hevkarî û aramî pêk were."

Konseya Ewlekarîya Navdewletî jî li hemberî êrîşên Tirkiyê bêdengî hilbijart


Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî do li ser banga Wezîr Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiya. Lê tu biryar negirt, tu beyan belav nekir û belav bû.
 
Fransayê ji bo rawestandina operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê ji Konseya Ewlekaryê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaza civîneke arwarte kiribû.

Yanî ji Tirkiyê ra gotin destê te ji te ra, tu kanî êrîşên xwe bidomînî û kurdan bikujî, gund û bajarên wan bombebaran bikî...

Civîn do çê bû û qediya. Lê bêyî ku êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê şermezar bike, ya jî daxuyaniyeke hevpar bide belav bike civîn bi bêdengî belav bû.
 
Hêvî ew bû Konseya Ewlekariyê êrîşa Tirkiyê ser Efrînê şermezar bike û bixxwaze Tirkiye êrîşa xwe rawestîne.
Lê wisa nebû, Konseya Ewlekariyê bêyî ku biryarekê bigre û Tirkiyê şermezar bike belav bû.
 
Çimkî mesele kurd in. Gava kurd bin ne Konseya Ewlekariyê tu biryarê digre û ne jî dewletek dihere hwara kurdan.
 
Do kurdekî gotibû hevpeymaniya navdewletî ya li dijî Daîşê, nuha bûye hevpeymanîya li dijî kurdan.
 
Bi baweriya min jî ev dîtin rast e, di serî da Rûsya NATO, Îngiltere û Amerîka serkêşiya vê cepheya li dijî kurdan dikin. Çimkî hemû jî dibêjin ”mafê Tirkiyê ye sînorên xwe ji biparêze.”

Tu dibêjî belkî kurdan êrîşî Tirkiyê kiriye.
Dinya bêexlaq e, îdîayên demokarasîyê, mafê mirovan, mafê miletan a diyarkirina qeder û pêşeroja xwe, hurmeta ji mafê miletan ra, nirxên NATO û Yekîtiya Ewrûpayê, prensîpên Neteweyên Yekbûyî hemû vir in, hemû xapandin e.
Kî xurt be ew bi heq e!
Kî qels û zeîf be ew neheq e û dibê were belixandin…

Ya rast ev e, qanûnên navnetewî ev in
Ji bo ku Tirkiye dewlet e, xurt e lema NTO, NY, Rûsya, Amerîka û Îngiltere dibêjin Tirkiye bi heq, "mafê wê heye sînorên xwe biparêze" û piştgiriyê didin terora wê ya li hemberî kurdan.
 
Civîna do ya li ser Efrînê rûreşiya Konseya Ewlekariyê ye û di tarîxa wê da jî ewê wek rûreşiyeke li hemberî miletê kurd bimîne.
 
Li gor xebera K24 balyoza Amerîka Nikki Haley beşdarî civîna Konseya Ewlekarîyê nebû.
 
Ev jî durûtiya Amerîkayê nîşan dide, naxwaze Tirkiyê protesto bike û naxwaze xwe li dijî kurdan jî nêşan bide. Lê naxwaze piştgriya kurdan jî bike...

Welhasil hemû dewlet bêexlaq in û gava mijar dibe dibe kurd dibin namerd jî...


22 januari 2018

Ez ne ji kêfan zêde qala siyasetê dikim



Hin kes ji min ra dibêjin apê Zinar tu pir qala siyasetê dikî, filan û bîvan...
Dixwazin ez tiştên din binivîsim...

Gelî keç û xortên hêja, gelî dost û hevalê xoşewîst, li gorî fikrê min kurdê li hemberî vê çavsorî, zorbatî, zulm û tecawiza Tirkiyê ya namûsa kurdan dernekeve û fena merivekî azad û bextewar herket bike, ji xwe ra qala tiştên xweş û kêfê bike ew merivekî namerd e.

Em miletekî bindest û kole ne, dibê em tu carî vê bindestiya xwe ji bîr nekin û ji halê xwe ne memnûn bin.

Di bin topbaran û bombebaranên dijmin da, gava di nava gund û bajarên meriv da zûrîna gurên boz bin ne mimkûn ez vê zulmê ji nedîve werim û li vir qala tiştên din bikim.

Ez ne merivekî namerd im, ez stirî û qilçixê di çavê namerdan û dijmin da me !

Lema jî di rojên wiha reş û tarî da, di rojên dijmin wek gurên har êrîşê ser me dike, ez mijarên din bêtir qala siyasetê dikim.

XXX
Em ji dinyayê, ji dewletên mezin gazinan dikin, dibêjin çima alîkariya me nakin.

Gazina me rast e, alîkariya me nakin, yek welat jî naxwaze em ji bindestiya faris, tirk û ereban xelas bibin. Heger bixwestana ewê piştgirî bidana me.

Hinek ji ber berjewendiyên xwe, hinek ji tirsa tirkan û hinek jî ji ber herdu sedeman alîkariya me nakin.
Lê em jî ne li serhev in.

Alimên tirk ên dînî fetwa fitûhatê didin leşkerên xwe, yanî mal û milkê me, namûsa me li xwe helal dikin, lê ji alimên me yên dînî hîn tu deng deneketiye, ne li Kurdistana Bakur û ne jî li ya Başûr hîn bi hezaran alimên kurd daneketine kolanan û ev êrîşkariya ordiya tirk û ev fetwa dîyaneta Tirkiyê protesto nekirine.

Hîn hemû partiyên kurd bi hev ra li hemberî vê zilma Tirkiyê derneketine.
Yanîyekîtiya me jî tuneye.
Berî xelkê, dibê em herin hawara hev....


Çima tu welat wek em dixwazin alîkariya me nake?


Sebebê çima kes alîkariya me nake, çima tu welat naxwaze em bibin xwedî dewlet pir bin jî li gorî fikrê min sebebên esasî dudu ne.

Ji sebeban yek, bêguman berjewendî ye yanî menfaet e.
Welat li gorî kar û berjewendiyên xwe hereket dikin, kara welatê wan, berjewendiyên îktîdra wan di çi da be li gorî wê gavan davêjin. Gunehê kesî bi kesî nayê. Bi dewletan ra ûjdan, merhamet, bext, exlaq tuneye.

Carnan hin îstîsna hebin jî bi gelemperî siyaseta dinyayê wiha ye.

Lê sebebê bêkesî û bêpiştîya me ne berjewendî tenê ye, bi dîtina min sebebekî din jî heye.
Ew jî tirsa ji tirkan û ji Tirkiyê û ye.

Her welat hevza xwe ji tirkan dike, heta ez kanim bibêjim Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê û Rûsya jî di nav da, her welat, biçûpk mezin,  ji tirkan û Tirkiyê ditirse, kes newêre bela tirkan û Tirkiyê di xwe bigerîne.

Çimkî Tirkiye siyaseteke pir agresîv dimeşîne.
Çimkî mêrikan siyaseta dinyayê baş analîz kirine, dibêjin:
Heger tu agresîv û êrîşkar bî.

Heger tu hêzeke, welatekî bi bela bî û li hemberî êrîşan bêdeng nemînî her kesê hevza xwe ji te bike.

Heger li hemberî êrîşên ji der ve da yekîtiya te hebe, tu kanibî bi yekîtiyeke xurt û agresîv bersîvê bidî, kesê newêribe bela xwe di te bide.
Her kesê hevza xwe ji te bike.

Bi kurtî tirk dibêjin heger em ne agresîv bin em nikanin li herêmê bimînin, ewê me ji herê derxin. Çimkî ev erd ne yê me ye, me bi darê zorê ji xelkê girtiye û roja em qelsiyekê nîşan bidin û yekîtiya me tunebe, ewê me ji vir derxin. Lema jî gerek em tim xurt û êrîşkar bin.

Dema em êrîşkar û bi bela min, em çi bikin jî kesê newêribe dengê xwe bike, ewê ji me ra bimîne.

Dewleta tirk bi vî aqilî hereket dike û ev aqil û bawerî xistiye serê hemû tirkan jî. Li gorî tirkan hemû dinya dijminê wan e.
Ezê numûneyeke pir konkret bidim.
 
Amerîka, Rûsya, Îran û Yekîtiya Ewrûpayê zanin Tirkiyê şerê Sûriyê derxist û Tirkiye li pişt Daîşê, Nusrayê û bi dehan rêxistinên terorîst yên îslamî ye.

Kamyonên sîlehan yên Tirkiyê dişand ji Daîşê ra hatin girtin.
Di destê Amerîkayê û Rûsyayê da bi hezaran belge û wesîqeyên Tirkiyê sîleh daye Daîşê, Tirkiyê bi hezaran terorîst perwerde kirine, Tirkiyê ew fînase kirine heye.
Tirkiyê ambargoya li hemberî Îranê qul kiriye.

Tirkiyê bi kesên wek Zerrab ra gelek sextekarî û sûcên mezin kirine, perê reş spî kirîye.

Bankên Tirkiyê bi emrê Erdogan û wezîran sextekariyên pir mezin kirine.

Welhasilî kelam Tirkiyê di van 7 salên şerê Sûriyê da gelek sûcên li dijî însaniyetê, li dijî qanûn û peymanên navnetewî kirine.

Tirkiyê li Kurdistanê 12 bajarên kurdan wêran kirin û li dora 
4 hezar însan bi saxî di hundurên xaniyan da, di zêrzemîyan da qetil kirin û dû ra şewitandin. Û termên însan kuştin bi molozên xaniyan ra avêtin ser sergo. Di vî warî da bi sedan risim, belge û şahid hene.

Balafirên Tirkiyê bi zanetî 34 siwîl kuştin û yek kes jî mahkime nebû.
Tiliya MIT di gelek qetlên kurdan da heye.
Axir lîsteye sûc û cirmên Tirkiyê pir dirêj e.
Lê dîsa jî kes nikane, newêre tiştekî bi Tirkiyê bike.

Heger Îranê, ya jî Rûsyayê ev sûcanan hemû kiribûna, heger wan wek Tirkiyê desteg daba Daîşê û terorîstên îslamî, Amerîkayê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê  ewê îşê nemayî anîbûn serê Îranê û Rûsyayê, nuha Rûsya û Îran di binê ambargoyeke mezin da bûn. Serokên wan nikanîbû derketa derve. Belkî emrê girtina wan jî derxistibûn.

Lê ji ber ku Tirkiyê ev sûc hemû kirine kes newêre tiştekî pê bike, kes newêre bibêje tu li pişt Daîşê ye.

Kes newêre ji Erdogan ra bibêje hûn li pişt Daîşê ne.
Tirkiye nuha jî piştgiriya Daîşê dike, nuha jî wan li Tirkiyê şarge, perwerde û xwedî dike.

Du roj berê qefleyeke ji wan terorîstên îslamî şandin ser Efrînê û kurdan.

Tiştê bi Daîşê nikanîbûn bi destxin, îcar ew bi xwe diceribînin.
Yanî dixwazim bibêjim yên dixwazin alîkariya me bikin jî ji tirsa Tirkyê newêrin.
 
Dibêjin tirk bela ne, şerûd in, xurt in, em newêrin bela wan bînin ber deriyê xwe.

Bi milyonan tirk li Ewrûpayê û li dinyayê hene. Ji sedî 99ê wan irqçî, faşîst, panturkîst û di bin kontrola dewletê û MITê da ne. Tirkiye gava dixwaze vê kîtleya faşîst û agresîv derbasî hereketê dike û Ewrûpayê pê nerehet dike.

Ewrûpî û dinya hesabê vê kîtleya gurên boz jî dike.
A ji ber van sedeman tu dewlet zû bi zû û heta dawiyê newêre alîkariya me bike…

Tenê Amerîka kane heta dawiyê alîkariya me bike lê ew jî ji bo me wê fedekariyê nake…




PARVE BIKE