31 december 2018

Sala we ya nû pîroz be !



Gelî dost û hevalên ezîz, sala we ya nû pîroz be!

Ez zanim ji dilê me kesî pîrozkirin nayê lê li gel vê jî nabe em bêhêvî û qudûmşikestî bin. 

Şev çiqasî dirêj û tarî be jî dawiya wê berbang e, ronahî ye. Emê rojên xweş jî bibînin.

Ax ji derdê van rojbûnên kurdan !


Ecêba giran, nuha e-maila mina Outlookê bi derbekê da nêzî 300 bîranînên rojbûnê bi bîra min xist. Got îro roja jidayikbûna (rojbûna) 300 hevalên te ne...

Ji xwe rojbûna piraniya kurdên kal, pîr û navsale "0101" e.

Belkî 3-4 deqîqyan wer pîpepîpa telefona min bû, bênabên mesaj ji min ra hatin, got ”em bi bîra te dixin îro rojbûna filan kesî/kesê ye…” û dom kir, û dom kir…

Rojbûna min û xanima min jî "0101" e, lê helbet yê me herduyan jî ne rast e.

Senator Graham: mitefikên me kurd ewê werin parastin !


Senator Lindsey Graham bi Trump ra hevdîtinek kiriye û dibêje piştî vê hevdîtinê ew gelkî rehet e.
Trump jê ra gotiye sê şertên paş da vekişîna wan hene.

1) Daîş ewê bi temamî were îmhakirin.
2) Îran ewê li derên vala bibe bi cî nebe.
3) Mitefikên me kurd ewê werin parastin.

30 december 2018

Ev jî kulînçeyên me yên sersalê ne




Ifara me ya dawî yanî lawikê me yê biçûk Rojen, îşev ji me ra kulînçeyên lûsîyayê çê kir. 

Swêdî jê ra dibêjin ” Lussekatt” û her sal di Noelê da çê dikin. Lê Rojen ji me ra her sal ne di Noelê da, serêsalê çê dike. Ev 5-6 sal in camêr her sersalê devê me bi vî hawî şîrîn dike.

Sala fermanê !


Heger em kurd jî wek hin welatên Ewrûpa "gotina salê" hilbijêrin, gelo emê ji bo sala 2018a kîjan gotinê hilbijêrin?

Li Swêd ji sala 1986a û vir da ye “gotina salê” û “gotinên salê” tên hilbijartin. 

Li Swêd îsal 32 gotin hilbijartine û ewê van 32 gotinên nuh li ferhenga swêdî  ya 2019a zêde bikin.

29 december 2018

Dijminên me xurt in, karê me zor e, lê dîsa jî emê bi ser kevin


Li gel hemû zor û zahmetiyan jî dibê em di hedefa xwe ya azadiyê û serxwebûnê da tu carî dudil û bêhêvî nebin.

Dibêjin Edîson di ceribindinên xwe da 10 hezar carî bi ser neket dû ra ampûl û gramafon îcad kir.

28 december 2018

Sîstema kevn


Qurişek
Mamosteyê sinifa yekê yê matamatîkê Jîro rakir ji pê û jê pirsî:
-Heger 100 qurişê te hebe, tu jê 20 qurişî bidî Gulçînê, 30 qurişî bidî Beybûnê û 10 qurişî jî bidî Lezgîn, ewê çend qurişê te bimîne?
Jîro hinekî fikirî û got:
-Weleh ez qurişekî xwe jî nadim wan. Ji bo çi ezê perê xwe bidim xelkê ?

Navê rojan
Mamoste ji xwendekarên xwe ra got:
-Nivîsekê binivîsin bira navê her heft rojên hefteyê tê da hebin.
Jîro wiha nivîsî:
-Ez û bavê xwe roja yekşemiyê em çûn masiyan. Me di çem da masiyekî wer mezin girt, me roja duşemê, sêşemê, çarşemê, pêncşemê, îniyê û şemiyê xwar lê hîn jî neqediya.

Ezê bipêm
Sofî Elo ji bo ku ji xwe ra cotek sola nuh bikere çû ser dikana solfiroş. Çend heb ceriband, di dawiyê da cotek eciband û perê wê da. Berî ji dikanê derkeve yê solfiroş jê ra got:
-Sofî, bira di bîra te da be, ji ber ku sol(qonderre) nuh e hefta pêşî kane hinekî nigê te bijdîne. Lê piştî çend rojan ewê fire bibe.
Sofî Elo got:
-Tişt nabe, wê demê ezê jî hefta pêşî nexim pê.

Oksîjen
Mamostê kîmyayê di sinifê da li ser oksîjenê dipeyivî. Got meriv nikane bêyî oksîjen bijî. Oksîjen di sedsala 18a da ji alî keşe Joseph Priestley ve hat keşfkirin. Xwendekarekî destê xwe bilind kir û ji mamoste pirsî:
-Ê heger wer be berî wê însan çawa dijiyan?

Sîstema kevn
Profesorê kîmyayê di desrê da li ser bidestxistina proteînan dipeyivî. Di axaftina xwe da got:
-Ewê rojek were însanên b riya kîmyayê kanibin însanan jî hilberînin(çê kin).
Xwendekarekî destê xwe bilind kir û got:
-Mamoste, ez bi xwe sîstema kevn çêtir dibînim…

Robozikê, em te ji bîr nakin !



Balafirên dewleta dagirker ya tirk 7 sal berê roja 28ê çeleyê pêşîn(28/12-11) li gundê Robozikê di dilê miletê kurd da birînek pir kûr vekir. 

Qetlîama Robozikê bi hemû dîmenên xwe ve, bi laşên perçebûyî, bi bedenên li qantiran pêçayî hîn li ber çavên me ne, emê tu carî vê qetlîamê ji bîr nekin û rojekê miheqeq ji qatil û berpirsiyaran hesab bipirsin.

27 december 2018

Tirkan kurdên Başûr û Rojava jî asîmlîe kirine


Abdulah Keskîn gotiye, ” çawa meriv kane li Almanyayê bêyî bi almanî bizanibe bi tirkî bijî, li Başûr û Rojava jî her wisa.”

Yanî li Başûr û li Rojava jî bêyî ku meriv bi kurdî bizanibe, bi tirkî kane her karê xwe bimeşîne û jiyana xwe bidomîne.

Ev jî tê maneya tirkan kurdên Başûr û Rojava jî wek yên Bakur asîmîle kirine. Ev nuxte hêjayî lêkolîneke sosyolojîk e. Miletek, dewletek çawa kane hemwelatiyên dewleteke din, gelê welatekî din asîmîle bike ?

Cahşên dixwazin Tirkiye welatê wan dagir bike !



Do bi şev sê cahş û xayinên bi navên Abdilbari Osman, Mistefa Misto û Ahmet Qasim di TRTkurdî da bi heraret, bi ruh û can dixwestin Tirkiye welatê wan, rojavayê Kurdistanê dagir bike û PYDê ji wir derxe, yanî bi hezaran kurdan qir bike.

Heta cenga/şerê Sûriyê dest pê nekiribû min nizanîbû di nava kurdên binê xetê(binxetê)da hewqas xwefiroş û xayin hene û hewqasî vekirî destegê didin dagirkerina welatê xwe.

26 december 2018

Googlê li ser daxwaza Tirkiyê xerîteya Kurdistanê rakir



Wezîrê Transportê yê Tirkiyê Cahît Turhan do got, "Ji bo ku nexşeya Kurdistanê ji Googlê were derxistin me serî li Googlê daye. ”

Li gorî xebera Rûdawê, Googlê ev daxwaza Tirkiyê qebûl kiriye û xerîteya çar parçeyên Kurdistanê ji xerîtiya xwe derxistiye!

Google çawa kane daxwazeke wiha qebûl bike? 

Gelo Google mecbûr e vê daxwaza Tirkiyê qebûl bike? 

Ma li ba we jî benîştê qanikê hebû?


Îro ji nişka ve bîranîneke min ya zaroktiyê hat bîra min. Ezê nuha bi kinî qala wê bikim.

Li Wêranşarê di dema zaroktiya min da cûrekî benîşt hebû, me jê ra digot ”benîştê qanikê.”
Benîştekî pir hişk bû, dayikên me, mezinan, bi taybetî pîrekên pîr û navsele ji bo ku em ji wan ra nerm bikin didan me zarokan, digotin a ji w era bicûn, ji me ra nerm bikin...

Dibê hedefeke meriv hebe


Do min nivîsek bi swêdî li ser kitêba ”Macareyên Alîce li Diyarên Harîqeyan” xwend. Nivîseke balkêş bû, di dereke nivîsê da qala dîyalogeke Alîce û pisikekê tê kirin. Pirsa Alîce û bersîva pisikê bi min pir manîdar hat û bû sebebê ez vê nivîsê binivîsim.

Kitêba Lewis Carroll, ”Macareyên Alîce li Diyarên Harîqeyan” li dinyayê di nava edebiyata zarokan da klasîkeke gelkî bi nav û deng e.

25 december 2018

Li ser RT kirinên tirkî û erebî


Ruhistîn ji min ra bibêje Zinar, heger tu hevaltiya tirkekî ya jî erebekî qebûl bikî tu yê herî behiştê/cinetê, ya na ciyê te cahnime ye; ezê çûna cahnimê qebûl bikim, lê bi tirkekî û erebekî ra naçim behiştê.

Baweriya min bi cinet û cahnimê tuneye, ez merivekî ataîst im, min ev wek teşbîh numûne da.

Tirkan tiştê anîn serê ermeniyan û serê miletên din nuha jî tînin serê me


Ev dinya ya zaliman û xurta ye, kî xurt û xwedî hêz be ew bi heq e û kane her zulmê bike. Heta kane welatan dagir bike û xelkê bi darê zorê ji welatê wan, ji malên wan derxe û welatê wan bide hinekên din…

Tiştê Tirkiye îro li rojava dike ev e, welatê kurdan dagir dike û dide qatil û çeteyên îslamî. 

24 december 2018

Heger me got em kurd in dibê zimanê me jî kurdî be


Gotina "ez kurd im" baş e, serîhildana li hemberî zulmê û dagirkeriyê ye. dibê meriv li nasnameya xwe xwedî derkeve, wê înkar neke.

Lê belê dibê "ez kurd im" bi tirkî neyê gotin, bi kurdî were gotin. Bersîva qatilan û dagirkeran anya herî rast devjêberdana ji tirkî ye û axaftin û nivîsîna bi kurdî ye.

Dibê meriv tu carî qedir û qîmetê nede kesên hevalên dijmin in


Mêrik berdevkekî û qelemşorekî dewletê û serokê Tirkiyê ye û têra xwe jî zimandirêj e.
Di telewîzyonên dewletê û yên neyarên kurdan da bi dijminên kurdan ra programan çê dike, berdevkî û şûrkêşiya Tirkiyê dike, her roj aqil dide tirkan.

Bêyî ku wî xwestibe û daxwazeke wî ya wiha hebe, bi emrê serokê Tirkiyê dibe namzedê AKPê yê parlamentoyê yê Wanê. 

23 december 2018

Kurd êdî bi virên we naxapin


Hûn înkar bikin jî, rastiyê belovacî nîşan bidin jî kurd zanin hûn derewan dikin û piştgiriyê didin qatilan.

Waliyê Sakaryayê li ser gulebarankirina bav û lawê bi navê Qadir Sakçî û Burhan Sakçî, ji ber ku gotibûn em kurd in beyanek daye û gotiye ev îdîa ne rast e, Qadir Sakçî û lawê xwe ne ji ber ku gotine ”em kurd in” hatine kuştin, di nabêna wan û sûcdar da minaqaşe çê bûye û dû ra hatine gulebarankirin.
Daxwiyaniya walîyê Sakaryayê wiha ye:

Ez kurd im, welatê min Kurdistan e, zimanê min kurdî ye


Ez kurd im ne bi hev ve, cihê tê nivîsîn 

Do li Tirkiyê li Sakaryayê tirkekî bi navê Hîkmet Usta, kurdek û lawê wî yê 16 salî Bûrhan Sakçî ji ber ku gotibûn em kurd in herdu jî gulebaran kirin; bav Qadir Sakçî mir û lawê jî birîndar e.

Tişt nabe ezê bipêm


Yek li ber îdamê, dardekirinê bû. Mele, celad, hakim, her kes hazir bû. Daxwaza wî ya dawî jê pirsîn:
Got:
-Ez dixwazim hûn min têxin gorra lawê min.
Li hemberî vê daxwaza wî şaş man, gotin:

22 december 2018

Ji ber ku ew û lawê xwe bi kurdî peyivîn tirkekî bav kuşt û law jî birîndar kir


Ji ber ku Qadir Sakçiyê mûşî û lawê xwe yê 16 salî bi hev ra bi kurdî dipeyivîn tirkekî ew gulebaran kirin; bav mir û lawik jî birîndar e, hîn di nexweşxanê da ye.

Li bajarê Sakaryayê tirkekî bi navê Hîkmet Usta li bajêr gava dibîne Qadir Sakkçî û lawê xwe bi kurdî dipeyivin, ji wan dipirse:

Mirîdên siyasî



Kumê rastan(rastgoyan) tim qetyayî ye. Lema jî ez ji rexneyên li min tên kirin qet aciz nabim. Heta ji min tê ez bêsansor difkirim û fikrê xwe bêsansor dibêjim. Lema jî gelek kes ji van fikirên min aciz in. 

21 december 2018

Swêd jî hêdî hêdî dibe welatekî erebî..



Ereban Swêd jî mift û belaş kirin welatê xwe. Swêd gav bi gav di her warî da dibe welatekî ereban.

Erebî li Swêd bûye zimanê resmî yê duyem. Tu telefonî kîjan dahîreyê dikî teyb bi swêdî, îngilîzî û erebî agahdariyê dide te û dibêje tu dixwazî bi kîjan zimanî bipeyive? 

James Mattis hew kanîbû bi Trump ra debar bike



Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis hew kanîbû derdê Donald Trump bikşîne, lema jî îstîfa kir. 

Heger generalekî wek James Mattis xwedî tecrûbe nikanibe bi Trump ra îdare bike kes nikane.

Trump û Erdogan di gelek waran da dişibin hev...

20 december 2018

Xebera kuştina kurdekî tirkê herî birçî jî têr dike


Îran jî dijminê me ye û tu carî xêra me naxwaze, naxwaze em kurd li tu beşekî Kurdistanê bi ser kevin û azad bibibn. Heta ji destê meleyên faşîst tê gorra me dikolin.

Lê bi baweriya min ne Îran û ne jî dijminekî me yê din, him wek dewlet û him jî wek milet, wek Tirkiyê û tirkan ne har in û 24 saetan ne li dû me ne.

Ev biryara Amerîkayê dibê ji me ra bibe dersa dawî


Rast e, gelek şaşî û kêmasiyên PYDê çê bûn. Kanîbû siyaseteke hîn bi tolerans û bêtir netewî bimeşanda. Yanî meriv kane di hin waran da rexne li PYDê bigre. Lê belê sebebê biryara serokê Amerîkayê Trump ya vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê ne şaşî û kêmasiyên PYDê û kurda ye...

19 december 2018

Amerîkayê careke din bi kurdan ra îxanet kir !


Ji beyanên Trump û Qasra Spî wer xuya dike Amerîka ewê careke din jî bi kurdan ra îxanetê bike. Gotinên Trump û beyana Qesra Spî îşareta vê îxanetê û namerdiyê ye.

Qesra Spî bi beyanekê gotiye di demeke herî kin da ewê leşkerên xwe bi temamî ji Sûriyê vekişînin.

Trump jî gotiye sebebê hebûna wa nya li Sûriyê  Daîş bûye û wan Daîş têk biriye, lema jî ew ji Sûriyê bi temamî vedikişin.

Mêrdînî dîsa serî dikşînin...


Ev çend sal in Mêrdîn bûye merkezeke kulturî, kela kurdperweriyê, mêrdînî bûne pêşengên ziman û edebiyata kurdî. 

Pirtûkakurdî gotiye îsal ji bajaran herî zêde ji Mêrdînê, Nisêbînê, Silopîyê û Cizîrê û ji welatan jî herî zêde ji Elmanyayê sparîş girtine.

Korfahmî


Dibistana gund nuh vebûbû û mamosteyekî nuh hatibû. Di dersa xwe ya pêşî da ji xwendekaran ra got:
-Di nava we da kî xwe korfahm, aqilsivik his dike bira rabe ser xwe !
Ji kesî deng derneket. Dû ra Sosin rabû ser xwe. Lê tiştek negot, wer ji piya sekinî.
Mamoste got:

18 december 2018

Îro em bûn gerrokên daristanê



Min û xanimê îro dîsa ne got berf  e û ne jî got tozan e û me tam 2 saetan di nava daristanê da berf qelaşt...

Ez li gorî şîreta swêdiyan hereket dikim: hewa xerab tuneye, tenê kincên xerab hene. Bedena meriv, nig û destê meriv gem be problem tuneye.

Lê hewa pir ne sar bû û meş jî pir xweş bû...

Dev ji gazinan berdin bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin !


Di medyaya sosyal da carnan hin kes qala mirina zimanê kurdî dikin, dibêjin zimanê me li ber çavê me dimre û xemgînî û dilşewatiya xwe tînin zimên. 

Herçî mirin e êdî zarok jî zanin zimanê me ketiye ber sikratê û heta ku em ev milet bin em nikanin zimanê xwe ji mirinê xelas bikin. 

Qîrîn, hawar, girî  û porê xwe rûçikandin kurdî ji mirinê xelas nake. 

17 december 2018

Dawiya dawî zivistana Stockholmê hat


Îro di vê sar û sermê û berfê da ez û xanim çûn bajêr, em çend saetan ji xwe ra di nava Stockholmê da geriyan. Em nuh hatin mal.

Sar bû, lê me xwe baş jida bû. Kurd dibêjin sar e, serma ye, potik bav û bira ye.

Me jî li gor vê şîreta pêşiyên xwe tedbîra xwe girtibû. Lê erd şematok bû, li çend ciyan ez jî û xanim jî şemitîn, lê xwedê kir em neketin. 

Xeta xwar ya gayê pîr e


Ji ber evîndariya hin kurdan ya di medyaya sosyal da dibînim carnan pir bêhêvî û reşbîn dibim û dibêjim xwezî ez kor bûma min nikanîbûya ev nivîsên kurdan yên bi tirkî bidîta û bixwenda.
Xeta xwar ji gayê pîr da ye, yên herî bêtir bûne muptelayê tirkî yên zana û girregirr in, yên bûne rêber û serokên kurdan.

16 december 2018

Emerîkayê firêna opozîsyona Sûriyê kişand !



Li gorî medyaya tirk dinivîse berpirsiyarên Amerîkî ji Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê û Artêşa Azad ra gotine bi Tirkiyê ra beşdarbûna wan ya operasyona ser HSDê û rojava tê wateya êrîşa ser artêşa Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî.

Li gorî medyaya tirk dinivîse Amerîkayê di mesaja xwe da gotiye ”hêzên Amerîkî û hêzên HSDê di nav hev da ne û her êrîşeke ser hêzên HSDê ewê bibe sebebê şerê bi hêzên Amerîka û Koalîsyona Navdewletî ra.”

Berfeke hûr hûr dibare...


Saet ji 07.00a da ye ji xew rabûme û li ber kompîtorê me.

Wek her roj min berê heyranok û pêkenîna rojê nivîsî û dû ra bersîv da pirsên Devliken Kelogirî. 

Me çend gotn avêtin ji ber hev da, me zêde dirêj nekir…

Xanim hîn di xew da ye.

Ereb ji tirkan dibizin û lema jî newrêrin li hemberî dagerkeriya wan dengê xwe derxin


Ez dibêjim belkî li vê dinyayê ji ereban pîstir û bêşexsîyettir mirov tunene. 

Xwedê giravî Sûriye û Îraq dibêjin em dewlet in, Tirkiyê gelek herêmên herdu welat dagir kiriye. Bi hezaran leşkerên tirk li Îraqê û li Sûriyê hene.

Erdogan bawer nedikir ewê kanibe hewqasî bi rehetî hewqas erdê Sûriyê û Îraqê dagir bike. Lê nuha êdî zane dilê wî ku derê bixwaze kane dagir bike.

Te Ezraîl şand !



Reşoyê belengaz pir xizan bû, tunebûnê dabû dilê wî, rojekê êdî hew deyax kir, pişta xwe spart dîwarê hewşa xwe û destên xwe berbî hewa ve vegirt û got:
-Xwedêo, êdî hew kanim debar bikim, hema ruhê min bigre û min ji vê rezîliyê, ji vê dinya sefîl xelas bike baştir e…

15 december 2018

Dev ji derew û zexeliyê berdin û rastiyê bibêjin !



Yê xwedî ûjdan be, yê ne pir nezan, ne kêmaqil ya jî ne xayin û zilamê Tirkyê be, baş zane derdê Tirkiyê ne bi PYDê û YPGê ra ye, li kîjan beşî dibe bira bibe, di bin serokatiya kîjan serokî û kîjan partiyê da dibe bira bibe Tirkiye li dijî azadî û serxwebûna kurda ye. 

Tirkiye naxwaze kurd li Sûriyê bibin xwedî statuyeke siyasî. Partî û serok ji bo Tirkiyê qet ferq nake.

Mehdî Eker jî serokê PYDê be, ya jî Huda-Par di dewsa PYDê da be Erdogan dîsa jî qebûl nake, dîsa jî ewê eynî neyartiyê bi kurdên rojava ra bike.

14 december 2018

Peyva dirêj



Mamoste ji Azad ra got:
-Peyveke dirêj bibêje.
Azad got.
-Lastîk mamoste !
Mamoste got:
-Lastîk peyveke ne dirêj e, peyvên jê dirêjtir hene.
Azad got:

Ji roja dinya ava bûye tu kesî bela û mukreke hewqasî mezin nedîtiye

Em kurd li belayek wiha rast hatine ji roja dinya ava bûye û însaniyet xuliqîye û hetanî nuha tu miletekî din rastî belayeka hewqasî mezin nehatiye, tu kesî belayek, qîrek, bobelatek, mukreke hewqasî mezin û pîs nedîtiye.

Tirk bûne gurên har û bi me kurdên bêkes ketine, dixwazin me bixwun. Dibêjin gerek hûn wek kurd li vê dinyayê nemînin. 

13 december 2018

Demirtaş wek paşnavê xwe hesin û kevir derket !



Mahkima tirk ji serokê HDPê (Partiya Demokratîk a Gelan) yê berê Selahattîn Demirtaş ra 142 sal ceza dixwaze. 

Erdogan, dewleta tirk dixwazin bi vê gefa 142 sal cezayê zindanê serî li Demirtaş bidin tewandin.

Lê belê Demirtaş nîşanî Erdogan û tirkan û mahkima wan da ew ne ew mêrê serê xwe bitewîne û teslîm bibe, ew wek paşnavê xwe him ”hesin e û him jî kevir e ”!

Pentagonê bersîv da Erdogan: Li Sûriyê hereketeke leşkerî ya yekalî nayê qebûlkirin !


Tirkiyê biryara xwe daye û hemû haziriyên xwe temam kirine ji bo ku êrîşî rojavayê Kurdistanê bike, lê ji Amerîkayê newêre, nizane dema êrîş bikin Amerîka ewê çi bike?

Erdogan do got di nava çend rojan da ewê li rojhilatê Ferêt operasyonekê bidin destpêkirin. Piştî vê beyana Erdogan medyaya tirk karwanê eskerî yê berbî rojavayê Kurdistanê, berbî Kilîsê ketibû rê nîşan da.

Tirkiye ji zû da ye dixwaze tiştê li Efrînê kir, li Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşloyê û hemû rojava jî bike, ev pir vekirî ye.

Lê hebûna leşkerên Amerîkayê li herêmê îşê Tirkiyê xera dike, Amerîka li dijî êrîşê ye.

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson, bersîvek tund da beyana Erdogan ya do û got:

"Li Sûriyê hereketeke leşkerî ya yekalî nayê qebûlkirin. Êrîşeke leşkerî ya yekalî ji alî kê ve were kirin emê qebûl nekin.”

Ev beyana Pentagonê nîşan dide Amerîkayê bi Tirkiyê ra li hev nekiriye. Ev yek ciyê kêfxweşiyê ye.

Tirkiye dixwaze reaksiyona Amerîkayê biceribîne, bizanibe dema êrîş bike şêla Amerîkayê ewê çi be?

Heger Tirkiye bizanibe  Amerîka ewê bersîvê bide êrîşa Tirkiyê, ewê êrîş neke. 

Lê gava bizanibe Amerîka ewê bersîveke leşkerî nede û tenê rexne bike û tenê di gotinê da bimîne, sedîsed ewê êrîşî bike, ewê bixwaze Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşlo û hemû rojava wek Efrînê dagir bike.

Yanî her tişt girêdayî şêla Amerîkayê ye, Amerîka li hemberî êrîşê pasîv bimîne Tirkiye ewê sibe dest bi operasyonê bike.

Lê gava bizanibe Amerîka ewê bersîvê bidê ewê li ser dêla xwe bikeve. 

Bi kurtî her tişt girêdayî Amerîka şêla Amerîkayê ye…


12 december 2018

Fermo ev jî koleksiyona tizbiyên min




Ez ji tizbiyan pir hez dikim, li welêt bûma nuha bi sedan tizbiyên min hebûn. Lê di vê tunebûnê û mehrûmîyetê da dîsa jî min çend heb top kirine. 

Lê belê li Swêd atmosfera tizbîkişandinê tuneye. Lema jî kêm caran didim destê xwe û dikşînim. Lê di bêrîka min da jî be kêfa min jê ra tê. 

Li Tirkiyê yek dibistan jî bê mescît namîne


Tirkiye bûye welatê mizgeftan. Êdî her dibistan ewê bibe mizgeft jî.

Wezareta Perwedeya Netewî ya Tirkiyê biryar daye li Tirkiyê û li Kurdistanê yek dibistan jî bê mescît nemîne, li her dibistanê ewê mescîdek were çêkirin. 

Welatê xelkê nabe welatê meriv


Çawa ku diya kesî nabe diya meirv, zengîniya kesî nabe zengîniya meriv, welatê kesî jî nabe welatê meriv. 

Yê welatê xelkê wek welatê xwe dibîne û bi çavê merivekî xwedî welat li xwe dinêre cahil e, kêmaqil e.
Kesê bêdê sêwî ye.
Kesê bêpere rût e, xizan e.
Miletê bêwelat bindest e.

Ax berf, ax berf, tu li ku ma berf !


Stockholmê îsal hîn tu berfeke rindikî nedîtiye. Ez li bende berfeke çongekê bibare kevzikî bûm.

Lê berf nabare
û ez dimînim her li bende.

Di paca salonê ra li der ve, li hewşê, li kuliyên berfê yên ji hewa tên xwarê temaşe dikim.

11 december 2018

Pêşniyara min ji Rûdawê ra



Li ser şêla siyasî ya Nadîa Mûrad gelek speklasyon tên kirin, di medyaya sosyal da gelek tiştên rast û ne rast tên gotin. 

Ji bo ku meriv bizanibe ji tiştên li ser Nadîa Mûrad tên gotin çi rast e, çi ne rast e, baştir e meriv bi wê ra bipeyive û fikrê wê bipirse, çi difikire ji devê wê bibihîze…

Bi zorê em nikanin kesî bikin kurd



Bi hezaran, bi sedhezaran kurd, hinek eşkere û hinek jî di bin ra bûne hevalên neyarên me. Ji vanan hinek hene tam merivên dijmin in û bi dijmin ra şerê me dikin, vana îflah nabin û paş da venagerin. 

Lê belê hinek hene bêîstîkrar in, hîn tam nebûne merivên dijmin, em kanin wan ji ser vê riya şaş vegerînin, ji xafika neyar û xêrnexwazan xelas bikin.

Hemû xeyal e


hinekî mest im
Ne bînteng im
ne kêfxweş im
nizanim çi dixwazim
nizanim çi binivîsim
dikevim xem û xeyalan
xerîbî
surgûnî
tenêtî
bindestî
bêwelatî

10 december 2018

Li ser axaftina Nadîa Mûrad ya Merasima Nobelê ya Aşîtiyê


Ev 11 sal in bloga min û Facebooka min û 6 sal in jî twîtta min heye. Heta nuha min ne yek rêz bi tirkî nivîsîye û ne jî tiştekî bi tirkî, erebî belav kiriye. 

Evîna welêt evîna herî mezin e!


Tu evîn bi qasî evîna welêt ne mezin û ebedî ye. Meriv ji welatê xwe, ji axa xwe, ji erd û ava xwe hez dike. Gava jê dûr dikve xembar û dilkovan dibe.

Ji ber wê ye dijminên xwînxwar hewqas sal in her hovîtiyê diceribînin lê dîsa jî dikin nakin, nikanin evîna Kurdistanê di dilê kurdan da vemrînin, tune bikin.

09 december 2018

Merivê ji xwe şerm neke kane her sextekariyê bike


Rektorê Zanîngeha Artukluyê(Mêrdînê) Prof. Ahmet Agirakça, di tercumeya kitêba “El- Kamil fi’t- Tarih” da hemû gotinên ”kurd” kirine ”tirk.” 

Agirakça heta hûn bibêjin yekî neyarê kurda ye û merivekî pir rezîl û bêşexsiyet e. 

Meraqa hakim


Pirsa hakim û bersîva diz
Hakim ji diz pirsî:
-Lawo ne paçe şikyaye, ne jî derî, hela ka bibêje tu çawa ketî hundur malê?
Diz hinekî fikirî û got:

Rojên kitêbên kurdî fikreke pir baş e



Weşanxana Avesta beşdarî Fûara Wanê nebûye. Xwediyê Avestayê Evdila Keskîn gotiye:
”Em careke din wê kêfê nedin wan ku me red bikin. Jixwe vêga em li ser hin alternatîfên piçûk dixebitin, mixabin em zeîf in, lê dîsa jî wekî rojên kitêbên kurdî, emê hin tiştan biceribînin, 2019 em hêvîdar in ku karibin li çend bajaran pêk bînin.”

08 december 2018

Van rojan baş digerim



Do êvarî ez mîvanê Nîmet Aydin û Leyla xanimê bûm. 

Xanima min hinekî westiyayî bû, bi min ra hevaltî nekir, ez bi tenê çûm. Minê Wehbî Aydin bidîta. 

Mahmûd Lwendî û xanima xwe,  pîrek û keça Selîm Bakacê rahmetî jî hatin.

07 december 2018

Berê ji me ra dinya hewqasî ne biçûk bû


Wehbî Aydin, bi navê wî yê Swêd ”Kemalê Parîsê” ev çend roj in ji Parîsê hatiye Stockholmê. Me berê soz da ez, ew û Lewendî, emê li bajêr hev bibînin, dû ra plan guhertin, gotin wer em li mala Nîmet Aydin cimatê bigerînin û şêwrê germ bikin.

Vêsê bi xewneke xweş şiyar bûm


Xwedê bi xêrê bigerîne, vêsê (vê sibehê) ez bi xewnekê şiyar bûm. Xortekî li ser blogeriya min bi min ra hevpeyvîn dikir.

Min got: ”Ev 11 sal in bloga min hindik-rindik heye. Ez blogerê kurmancî yê pêşî me…”

Li odê du xortên sivik hebûn, nahsî dikirin, dikeniyan, bi dengê bilind dipeyivîn...

06 december 2018

Ka werin li vê vîdeoyê temaşe bikin !


Di vê sohbeta di nabêna pîra Eyşê ya pazarcikî û neviya wê ya biçûk da meriv bi rengekî mîzahî, trajîkomîk mirina kurdî xweş dibîne.
Nevî û pîrik(bapîr) ji hev fêm nakin. Nevî asîmîle bûye û hewil dide bapîrê xwe jî asîmîle bike. Hinekî bi ser ketiye jî, lê ne bi temamî. Pîra Eyşê bi wefata xwe ra ewê kurmancî jî bi xwe ra bibe gorrê...

Mîvan û serê li malê



Nasekî Melê Meşûr di ber mala wî ra derbas dibe, serê Mele di pacê ra dibîne. Ji xwe ra dibêje wa ye Mele li mal e, ezê herim bîstekê li balê rûnim û dadigere mala wî.

Yekîtiya Ewrûpayê bi bertîlkirina Tirkiyê xweliyê li serê xwe dike


Yekîtiya Ewrûpayê biryar daye di sala 2019a da 1,45 mîlyar euroyê din xûgiyê bide Tirkiyê. Ez bawer dikim ev qismê pêşî ye, hewqasê din jî ewî dû ra bidin.

Helal be ji Erdogan ra, ji 28 dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpayê her sal çend milyar euro xûgiyê digre.

05 december 2018

Li Tirkiyê rengê kesk û fîkandin jî li kurdan yasax kirine



Li Tirkiyê êdî fîkandin jî li kurdan yasax e. Kurd êdî nikanin tulumekî baranê jî li xwe kin. Dewletê ji fêkandinê, ji kilamên kurdî, ji kincên kurdî bigre heta bi navên kurdî jî li kurdan yasax kiriye. 

Esra Ronya Şeran, ji ber ku tulumekî rengê kesk, xakî li xwe kiriye li Rihayê hatiye girtin û jê ra pênc sal ceza tê xwesitin.

Nadîa Mûrad- Dengê qirkirina êzdiyan



Telewîzyona Swêdî kanala 1ê do bi şev fîlmê dokumentî(belgeyî) yê Alexandria Bombach yê li ser jiyan û micadela Nadîa Mûrad û qetlîama musilmanan anîn serê gelê wê nîşan da. Navê fîlm, "Nadîa- Dengê qirkirinê." Fîlm saetek û 30 deqîqe bû.

04 december 2018

Dibê em xwe ji tirkî dûr bixin


Em çiqasî xwe ji tirkan û ji tirkî dûr bixin û giraniyê bidin zimanê xwe hewqasî baş e, hewqasî ji kurd û Kurdistanê ra xizmet e. Heger em bixwazin em kanin viya bikin, kes me mecbûrî axaftina tirkî, nivîsandina bi tirkî nake. Dûrketina, devjêberdana ji tirkî jî micadeleyeke hêja ye.

Ev risim neynika halê me ye


Heta em bêdewlet û bindestê tirk, ereb û ecem bin,
emê tim mahkûm û qaçaxçiyên welatê xwe bin.
Ev ne qeder e,
sebeb nezanî û kêmaqiliya me ye.
Heger zerreyê aqil bi me ra hebe
ev risim têra me dike
û hinekî jî zêde ye.

03 december 2018

Dostên me dixwazin em yekîtiya xwe çê kin


Wezîrê berê yê kar û barên derve yê Fransayê Bernard Koşner di hevpeyvîneke xwe da gotiye hêzên Fransa û Emerîka li Rojavayê Kurdistanê namînin. Lema jî dibê kurd dest bi diyaloga netewî bikin, yekîtiya xwe çê kin.

Bi Xwedê kalîtî ne xweş e û weselam...


Gava ez ji kalîtiyê gazinan dikim hin kes xwe aciz dikin. Hema bi Xwedê derdê kalîtiyê û pîrîtiyê nayê kişandin û we selam. Carnan meriv li kalîtiya xwe poşman dibe...

Weleh min ji bîr kiribû



Xeloyê dîn li kêlek hewz(birk) rawestiyabû û li nava avê dinêrî, dixwest bizanibe hela ka masî di hewz da hene ya na. Ji nişka ve şemitî û di hewz wer bû. Bû qîre wîra wî, got haho, haho, ez dixeniqim(difetisim), min xelas bikin !
Yekî li wir pê da qîriya, jê ra got:


02 december 2018

Gazina min û bersîvên xwendevanan


Bloga min hindik-rindik 500 hezar tikandin derbas kir. Do min nivîsek li ser nivîsî. Di nivîsa xwe da min bi kurtî qala 11 salên blogeriya xwe kir.

Ev 11 sal in bloga hindik-rindik heye. Her roj dinivîsim. Min 5406 nivîs di bloga xwe da belav kirine. Ev jî tê maneya di 11 salan da min her roj nivîsek nivîsîye û hezar nivîs jî zêde...

Em do êvarî li daweta xortekî xwe bûn



Do êvarî ez û xanim li daweta lawê hevalê me Kerem, Arda bûn. Daweteke gelkî xweş bû. Me çend dost û heval dîtin û li halê hev pirî. Bi xêra dawetan em rastî hev tên.

Dêl di têrê da ye



Melê Meşûr kerê xwe dibe mazatê bifroşe. Bi rê da bala xwe didê serê dêla ker bi rêx e. Radibe serê dêlê yê bi rêx jê dike û davêje têrê.

Li mazatê cambazek ker diecibîne lê bala xwe didê serê dêla ker jêkirîye. Dibêje:

-Mele kerê te baş e, min eciband lê qutkirîye.
Mele dibêje:

-Ew rehet e, ku te ker ecibandibe dêl di têrê da ye.

XXX
Min bî bihêle...

Jinikê ji peyê(mêrê)xwe ra digot ez pir ji te hez dikim. Her êvar berî raketinê destê xwe li ber Xwedê vedigirt û ev dua dikir:

-Xwedêo, bira serê wî neêşe, bira yê min biêşe… Bira dereke wî neşikê, bira yê min bişikê… Bira ew tu carî êşê nebîne, bira hemû êşên wî werin min… Bira ew nekeve ber destan, bira ez têkevim ber destan…

Û di dawiyê da jî dua xwe tim wiha diqedand:

-Xwedêo rica min ji te, wî bê jin nehêle, min bê mêr û bî bihêle…

XXX
Nizane bipeyive

Rojekê jineke kurd bû mîvana cîrana xwe ya tirk. Lawikê malê yê biçûk li wir rûniştibû, ji xwe ra dilîst. Mîvanê xwest bi lêwik şa bibe, bi kurdî ban kirê, got hela were ba xaltiya xwe te maç bikim.

Lêwik ji ciyê xwe baz da çû ba diya xwe û jê ra got:

-Dayê dayê, mîvana me nizane bipeyive…

01 december 2018

Bloga ”hindik-rindik” 500 hezar tikandin derbas kir !



Min nuha li îstatîstîkên ”hindik-rindik” nêrî, jimar 500227 e. Yanî min jimara, rêjeya 500 hezar tikandinî li pey xwe hîştiye. Di meha nîsana îsal da serdan 400 hezar hebû. Di 7 mehan da 100 hezar tikandin, serdan çê bûye. Ji bo blogerekî kurmanc ev reqemeke mezin e.

Ev 11 sal in bloga hindik-rindik heye. Ez blogerê kurmancî yê pêşî me.

Nêçîr



Min û xanimê di telewîzyona Swêd da li fîlmekî danîmarkî temaşe kir. Fîlmekî pir xweş bû.
 
Navê fîlm ”Jakten” e, yanî Nêçîr. Fîlmekî drama bû.

Lucas (Mads Mikelsen) li bajarekî biçûk mamosteyê zarokxaneya berî dibstanê ye. Ew û pîreka xwe ji hev qetiyan e û ji bo ku welayetiya lawê xwe bigre, yanî ji bo ku lawê xwe bigre ba xwe micadeleyeke mezin dide...

30 november 2018

Tirkiye di warê belavkirina nûçeyên derew da li dinyayê welatê herî virek e.



Li gorî rapora ”Reutersê ya 2018a ya Nûçeyên Dijîtal” di warê xeberên dîjîtal da Tirkiye welatê herî bêtir gilî lê hatiye kirin.

Yanî medyaya tirk, li dinyayê medyaya herî virek e. Û ev vir jî bi emir û ji ber tirsa hukûmetê tê kirin. Çimkmî ji sedî 90ê medyaya tirk girêdayî hukûmeta AKPê ye.

Tirkiyê di 11 mehan da 14 kurdên başûr kuştin



Li gorî Rûdawê nivîsîye Tirkiyê îsal, di 11 mehên borî da di bombebaranên herêma Amediyê û Duhokê da 14 gundî kuştine.

Ji ber bombebaranên balafirên tirk tirsek mezin di nava xelkê herêmê da belav bûye û hatin û çûna navbera gundiyan qut kiriye. Ji tirsa bombebaranên balafirên tirk hin gundiyan zarokên xwe ji xwendingehan derxistine.

Nivîsandin tiştekî xweş û bi feyde ye



Tenê qîmeta fikrê derbasî nivîsê dibe heye, yên din hemû ji kefteleftên, ji xeyalên bi ber bê dikevin wêdatir ne tiştekî din in.

///Emile Zola


Heger meriv dixwaze her tiştê di jiyana xwe da dîtiye, jiyaye bi xwe ra nebe gorrê dibê binivîse; ya wek bîranîn, ya wek rojane, yanî bi hawakî binivîse.

29 november 2018

Îro min ne guh da sar û sermê û ne jî vizîna bê


Îro Stockholm gelkî sar e û bayekî pir heye. Min kir nekir xanim bi min ra derneket, got meriv di ber bê dihere, ez ji malika xwe dernakevim.

Li ser vê, min xwe baş jidand û ez bi tenê derketim. Berê min ket bê, min dît ez nikanim bimeşim. Min îstîqmeta xwe guhert, min îcar pişta xwe da bê... 

Li ser trajediya Silêmanê kurd



Vê êvarê(28/11) li Kitêbxaneya Kurdî danasîna lêkolîna(kitêba) Rohat Alakom ya dawî hebû. Navê kitêbê "Silêmanê kurd li Swêdê" ye.

Kitêb li ser kurdekî sêwî ye, di sala 1929a da ji Ukranyayê bi malbeteke swêdî ra hatiye Swêd û di sala 1981ê da, di 70 saliya xwe da wefat kiriye.

Navê wî yê bi kurdî Silêman e û yê bi swêdî jî Alexander Knutas e.

28 november 2018

Tirkiye li hemberî kurdan şerekî mezin dimeşîne


Êdî zarok jî, kerr û kor jî zanin hukûmeta AKPê neyartiya kurdan ji xwe ra kiriye madeya yekem. Û heta Erdogan û koalîsyona MHP-AKPê li ser hukim be li tu beşekekî Kurdistanê ewê bela xwe ji kurdan venekin.

Lê ne hukûmet tenê, dewlet jî, hemû partiyên tirk jî, miletê tirk jî wek hukûmetê difikirin, ew jî dibêjin gerek li Sûriyê kurd nebin xwedî maf û desthilat. Azadiya kurdên rojava ewê azadiya kurdên bakur bi xwe ra bîne, ewê bibe destpêka azadiya kurdên bakur.

27 november 2018

Ji çêkirina qahwa kizwana ra jî hostayî lazim e



Ez û qahwa kizwana...
Îro Stockholm 5 derce di binê sifirê da sar e. Em nuh ji meşa xwe ya rojane hatin. Em saetek û 20 deqîqeyan meşiyan. Lê derve xweş bû. Bedena meriv germ serma ne problem e.

Xanimê ji Wêranşarê nîvkîlo qahwa kizwana bi xwe ra anîye. Heta do jî min berê şîr dikeland û dû ra qahwe davêtê. 

Dîndariya Daîşê milet gêj kiriye


Numûneyek ji serpêhatî û çavdêriyên xanimê.
Cergî xanima min ji welêt hatiye her êvar mesleyek, serpêhatiyeke wê tê bîrê. Ji ber ez pê ra neçûm welêt û min guhertinên nuh nedîtine, ez bi zanetî dikevim bin û dixwazim ji min ra qala çavdêriyên xwe û tiştên dîtine bike.

26 november 2018

Tirkî li Hewlêrê jî bûye zimanê bazarê !



Yekî bi nasnavê, bi mexlasa Darîan Dvîn, li ser serpêhatiyeke xwe ya li Hewlêrê di twîtta xwe da wiha gotiye:

Temiya diya min !


Diya min li Diyarbekrê dimîne. Nuha(do êvarî, 25/11) pê ra peyivîm. Pîreka mezin e, hinekî nexweş e. Wek her tim dîsa ji min ra barek dua kir û di dawiyê da got:

Sibehekê jî bi maçekê min şiyar bike !




Dîk bi berbangê ra ji pînê derket û dest azanê kir. Bi azana dîk ra mirîşk ji xewa sibê ya şîrîn jiyar bû û bi gazin û nazdarî ji dîk ra got:

25 november 2018

Hêkedims jî li menuya xurîniya me zêde bû



Abdulah Keskîn vê sibehê xwarineke ev 40 sal in min nexwriye û ji bin da bîr kiriye ji nuh ve bi bîra min xist. 

Piştî min rismê ”hêkedimsê” di twîtta wî da dît, min tavilê zend û bendên xwe vemaltin û ji xwe û xanimê ra hêkedims çê kir. Ji xwe xanimê dimsa torê û rûnê nivîşkê Qerejdaxê jî bi xwe ra anîbû.

Musîbeta hatiye serê me neyê serê kevir û kuçikan !



"Birako, musîbeta daketiye serê milê vî miletî, musîbeteke bi qasî ya dojehê ye. Ne xew bi min ra hîşt, ne jî îştah."
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî.

24 november 2018

Erdogan li Diyarbekrê kurdekî xulamê dewletê layiqî namzediyê nedît


AKPê qeyûm kirine namzedên belediyeyên Diyarbekrê û Hekariyê. Belkî li hin bajarên Kurdistanê yên din jî qeyûm kirine namzed.

Diyar e Erdogan kurdên bûne xulam û cahşên dewletê jî layiqî namzediyê nabîne. Lema jî ne kurdekî diyarbekrî, qeyûmê Diyarbekrê kiriye namzedê belediyê.

Min zanîbû her kes kal dibe...


Sal û roj derbas dibin, 

însan kal û pîr dibin 


û dû ra jî dimrin 


û ji vê dinya ronak bar dikin, 


berbî gerdûneke ne diyar ve koç dikin, 


diherin, 


diherin 


û ji vê rêwîtiya bêvegr hew vedigerin.

23 november 2018

Li ber me du rê hene


Wek kurd du rê li ber me hene, li gel hemû zor û zahmetiyan ya emê bi israr bidin dû xeyalên xwe yên azadîyê û serxwebûnê, ya jî emê bindestîyê û koletiya ebedî qebûl bikin.
Tercîh ya me ye.

Ya emê bindestiyê qebûl bikin û hêdî hêdî bihelin û di dawiyê da  bibin tirk, ya jî emê li ber xwe bidin heta em welatê xwe rizgar dikin û digihîjin azadiya xwe.

Pirsa axê û bersîva şelaf



Axê ji şelafekî xwe pirsî:
-Sifir çi ye?
Yê şelaf bersîveke tam ya şelafan da, got:
-Li huzûra we ez…

XXX

Kerem bike
Li tiyatroyê lîstikvan ji ber îcaba rolê xwe bi xizmetkarê xwe da qîriya, got:
-Zû mihîna min bîne !
-Temaşevanekî çors bi dengekî bilind got:
-Ma ker be nabe?
Lîstikvanê li ser sahnê xwe aciz nekir, got:
-Dibe çima nabe, kerem bike !


XXX

Bîn bike
Yê nexweş çû ser tuxtorê daxîliyê. Dora wî hat, tuxtur ew tazî kir û bi STETOSKOPê(aletê tuxtor pê li dil û laşê nexweş guhdarî dike)ew miayene kir, li pişta wî, li sînga wî guhdarî kir:
-Bîna xwe bigre, bîna xwe berde, bîna xwe bigre, bîna xwe berde…
Bi vî hawî miayene qediya, got temam, tu kanî kincên xwe li xwe kî…
Yê nexweş pere ji bêriya xwe derxist, dirêjî tuxtor kir û jê ra got:
-Bîn bike, bîna xwe bigre, bîn bike, bîna xwe bigre, bîn bike, bîna xwe bigre.

XXX

Nikanim bidim
Du feqîran sohber dikirin, ji vir û wir dipeyivîn. Yekî ji yê din pirsî, got:
-Heger du erebeyên/otomîblên te hebin tu yê yekê bidî min?
-Helbet ezê bidim te, bira yek ji min ra û yek jî ji te ra be. Ma ezê du ereban çi bikim?
-Heger du xaniyên te hebbin, tu yê yekî bidî min ?
-Qey ezê bidim. Ma ezê du xaniyan çi bikim?
-Ê baş e, heger du mirîşkên te hebin tu yê yekê bidî min?
-Na, ezê nedim.
-Ji bo çi tu yê nedî?
-Ji ber ku du mirîşkên min hene, loma nikanim bidim…

XXX

Ew serî li min digerîne
Hakim ji Temelê laz pirsî, got:
-Tu çima deynê vî camêrî nadî ?
Temel bi hustuxwarî, bi dengekî melûl got:
-Hakim bi geg, bi dayinê ezê bidim, lê belê ev sê sal in ez jê moletê dixwazim nade, tim serî li min digerîne…

22 november 2018

Teqawidî xêra Xwedê ye


Carnan ez ji teqawîdiyê(malneşîniyê) gazinan dikim lê îro ez gihîştim wê baweriyê ez şaş im. Şikir ji Xwedê ra ez û xanim teqawid in. Teqawidî xêra Xwedê ye, meriv li malika xwe rehet dike. Me ji xwe ra kêf kiriye.

Îro ez û xanim çûn bajêr, em ji xwe ra hinekî geriyan û me ji xwe ra hinek tişt mişt jî kirî.

Di çûn hatinê da, bi taybetî jî di vegerê da, çimkî danê êvarê bû, tirafîk pir qelebalix bû, di trên û otobozê da cî tunebû, milet pê li serê hev dikir. Ji bo em ji otobozê nemana me baz da, em bi zor gihîştinê. Li her rawestgehê me 10-15 deqîqeyan pa.

Teqawidî xêra Xwedê ye, ne em baz didin trên û otbobozan, ne jî di sar û sermayê da bi deqîqwyan li rawestgehan dipên.

Ez û xanim ji vê stresê xelas bûne, berbanga sibê zîle saeta me lê naxe û em ji xew ranabin. Em li malika xwe rûniştine, dilê me kînga bixwaze em wê saetê ji xew radibin. 

Bi bîna fireh qahwa xwe didin ser û xurîniya xwe dikin. Û dû ra jî em derdikevin der û ji xwe ra saetekê, du saetan  digerin.

Yanî teqawidî xêra Xwedê ye, ji teqawîdiyê netitirsin. Heger hûn kanin texsîr nekin teqawid bibin , hûnê ji stresa çûn hatinê û trafîkê xelas bibin.

Me do li mekanekî debdebe şeveke pir xweş derbas kir



Do êvarî bi xêra xanimê me bi hev ra şeveke pir xweş derbas kir. Do derengê şevê min bi kurtî qal kir û got ezê îro bi bîna fireh binivîsim. Ez mêrê soza xwe me, nuha ezê qala teferûata wê bikim...

21 november 2018

Dijmin hezkirina welat bi me ra kêm kiriye


Tirk ji bo welat û dewleta xwe her hîleyê dikin, her dek û dolabê digerînin, her derewê, her bêbextiyê, her zulmê û heta bigihîje qetlîaman dikin. Dibêjin gava mewzû, mesele welat be tu tiştê em nekin tuneye.

20 november 2018

Tirkan kinc û girêdana pîrekên Wêranşarê jî asîmîle kirine



Fermo bîstekê li govend û daweteka Wêranşarê temaşe bikin. Li Wêranşarê em ji govendgiriyê ra dibêjin ”BAZDAN”.

Yanî em him ji bazdanê(revê)ra û him jî ji govendgirtinê, ji reqsê ra dibêjin bazdan. Govendgir di govendê da baz didin...

Min bala xwe da çend vîdeoyên dawetên Wêranşarê. Di vîdeoyên dawetên Wêranşarê da kincên jinan û keçan bala min kişand.

Him li dijî asîmîlasyonê ye û him jî bi tirkî dinivîse...


Siyasetmedarê kurd e. 

Serokê partiyekê ye.

Ronokbîr e.

Nivîskarekî kurd e. Bi kurdî kitêb nivîsîne.

Şair e.

Kurdekî gelek zulm lê bûye, bi salan di zindanan da maye. Ji ber zulma dewletê reviya Ewrûpayê. Bi salan e li Ewrûpayê dijî. Bi tu hawî ne mecbûr e bi tirkî bipeyive û binivîse.

Xwezî pîvaneke nivîskariyê û şairiyê jî hebûya


Hin kar, hin sinet hene dibê meriv bizanibe, gava meriv nizanibe, ji heq dernekeve nikane bike.
Meriv şofêriyê nizanibe nikane erebê bajo.
Meriv ne tahmîrcî be nikane şanzûmanê, motorê û debriyeca texsiyekê, qamyonekê tahmîr bike.
Meriv ne hoste be nikane xaniyekî lêke.
Meriv ne cerah be nikane nexweşekî emelîyat bike.
Meriv ne terzî be nikane pantorekî, çakêtekî bidrû.
Meriv ne pîlot be, bibêje ez pîlot im jî nikane balafirê bi hewa xe.
Meriv ne tuxtorê dirana be nikane diranê kesî çê ke, kes jê ra nabêjê tuxtor.
Meriv ne matamatîker be, ji matamatîkê fêm neke nikane dersa matamatîkê bide.
Meriv bi zimanekî din nizanibe nikane tercumaniyê bike.
Lê yekî bayê edebiyatê bi serê wî neketibe, nizanibe edebiyat çi ye jî dibêje ez edîbim û dersa edebiyatê dide xelkê
Yekî nizane şiîr çi ye, dibêje ez şair im, şiîra dinivîse û dibe şair.
Yekî nizane roman çi ye romanan dinivîse, dibe nivîskar û li ser romanê, edebiyatê dersê dide xelkê.
Xwezî wek kar û sinetên din pîvaneke, mîtroyeke şairiyê, nivîskariya romanê jî hebûya

19 november 2018

Min go ma hûn vî artîstî nas dikin ?



Pirseke min ji we dost û hevalan heye. Ev xortê kurd di salên 1970 û 80î da artîstekî pir bi nav û deng bû, îdolê keçan bû. Nuha bûye kokime piştxûz, ketiye ber destan, kes li ruyê wî nanêre.
Gelo hûn wî nas dikin?

Min bi destê xwe ji xwe ra kar derxist



Ji min ra kar derket. Him jî karekî ez ji heq nayêm der. Xanimê bi xwe ra îsot û ava îsota aniye. Min temî kiribû. Dibê nuha ez jê ra çîk çê kim.

Xweha min ji me ra bi destê xwe ava îsota derxistiye û du babet jî îsot çêkirine. Yek ji bo şîvê û tirşikê ye û yek jî ji bo çîk, nanê goşt û zelete ye. Ev îsota ji bo çîk û nanê goşt mohr e, sorekî tarî ye. Pir xweş e, meriv kane wek kunciyan bipeçîne…

Çima ez nawestim


Xortekî meraq kiriye, di twîtta xwe da ji min ra gotiye: ”Mamoste tu qet nawestî ? Wele ez heyrana hêz û enerjiya te me.”

Na nawestim. Ma dijmin diweste?

Dilê kesî êdî bi koran jî naşewite



Mêrik çend quriş xist mista parsekê li ber dîwêr rûniştibû û bi henûnî jê ra got:
-Tu kût î lê dîsa jî ji Xwedayê xwe ra dua bikî tu ne kor î. Ya tu kor bûya te yê çi bikira?
Parsek got:
-Keko bi gorra bavê te min korîtî jî ceriband, lê wê jî zêde pere neanî. Bawer bike di korîtiyê da jî êdî kar tuneye. Dinya xera bûye, gunehê kesî êdî bi koran jî nayê…

XXX
Îmamê lezok
Melê mizgeftê nimêja terawîhê pir bi lez dida kirin, cimat di xwîdanê da mabû. Yekî ji nimêja terawîhê dereng mabû ket hundur mizgeftê. Berî qametê bigre ji yê li kêleka xwe pirsî:
-Ma we pir kiriye? Ezê kanibim bigihîjim we?
Mêrik xwîdana eniya xwe pak kir û got:
-Heyra bi Xwedê em yên hundur bi mele ra nagihînin, tu yê çawa xwe bigihînê?

XXX

Mamoste ji Gulçînê pirsî:
-Tu ji dibistanê hez dikî?
-Erê, pir jê hez dikim.
Ji bo çi tu jê hez dikî?
-Heger dibistan tuneba tahtîl jî ewê tunebûya.

XXX
Nuha min fêm kir
Şêroyê biçûk bi meraq ji diya xwe pirsî:
-Dayê, porê te çima spî ye?
Diya wî got:
-Her cara tu gurra min nakî û min xemgîn dikî têlek porê min spî dbe.
Şêro keniya û got:
-Hehaaa, nuha min fêm kir porê dapîra min çima spî bûye…

XXX
Ezê bixwim
Mamoste ji Lezgînê biçûk pirsî:
-Ji bo pasta beyat nebe tu yê çi bikî?
-Ezê bixwim.



PARVE BIKE