14 december 2017

Tu zorba nikane hebûna Kurdistanê tune bike

Berdevkê HDPê û parlamenterê Rihayê Osman Baydamîr, îro li meclîsa Tirkiyê di axaftina xwe da got, ”ez kurd im, ez ewladekî gelê kurd im û kurdistanî me, parlamenterekî ji Kurdistanê me…”
Li ser van gotinên Baydemîr, Wekîla Serokê Parlamentoya Tirkiyê Ayşenur Bahçekapili aciz bû û ji Baydemir pirsî:
“Kurdistan li ku ye?”
Osman Baydemir jî destê xwe danî ser dilê xwe û got:
“Kurdistan ev der e !”
Hin kes vê bersîva Baydemîr kêm dibînin, li gorî wan dibê Baydemîr bersîveke xweştir bida, dibê qala coxrafya Kurdistanê bikira…
Helbet bersîv kanîbû bi gelek hawî were dayin. Helbet bersîveke ji vê bersîva xweştir heye.
Ez ne bi hemû axaftina Baydemîr ra me û gelek gotinên wî yên di wê axaftinê da rast nabînim.
Lê bi baweriya min gotina Baydemîr ”ez ji Kurdistanê me, ez parlamenterekî Kurdistanê me” bersîveke dîsa jî hêjayî pesin û teqdîrê ye.
Û bersîva wî ne mikemel be jî, lê ne xerab e jî.
Kesê bibêje ”ez parlamenterekî ji Kurdistanê me”, kanîbû bersîveke din ya hîn xweştir jî bida, lê wê gavê ew bersîv hat bîra wî û ew got.
Û gotina ”Kurdistan di dilê min da ye” bersîveke abstrakt be jî bersîveke mêrane û xweş e.
Kurdistan him di dilê me hemû kurdan da ye û him jî heqîqeteke. Tu zorba nikane ne Kurdistanê ji dil miletê kurd derxe û ne jî hebûna wê tube bike...
Ez Osman Baydemîr ji bo van gotinên wî pîroz dikim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE