30 december 2017

Sirgûn kerasekî ji êgir e

Min ev şiîra Bertolt Brecht ya li ser mişextiyê(sirgûnê) ji tirkî wergerand kurdî.
Meriv ji zimanê orjînal weregerîne helbet baştir e. Lê carnan wergera ji zimanê duduyan jî kane bi qasî wergera ji zimanê orjînal baş be. Ev yek girêdayî wergera pêşî ye.
Min ji şiîrê hez kir û lema jî wergerand kurmancî. Hêvî dikim baş be û hûn xwendevanên hindik-rindik jî jê hez bikn.
Sirgûn/mişextî kerasekî ji êrgir e, tu beden nikane wê ragire...

Li ser mişextîyê*
Ewê bi kêrî çi were mîxkutana di dîwêr de
kincên xwe bavêje ji ser kursiyê da bira here
çawa be tu yê vegere
Ma ji bo hefteyekê hêja ye?
tu wê fîdanê/şitlê av nedî jî dibe
tu darê neçînî jî dibe
bejna wê hîn negihîştiye çonga te
ma tu yê venegerî di nava kêfxweşiyê de?
Qet bi kêrî tiştekî nayê bi wî zimanê biyanî kitêb
tenê dibe sebebê tu nasmaneya xwe bidî der
nameya ban te dike
ma ewê ne bi zimanê dêya te be?
wek avahiyeke kilsa wê jê bikeve
(bihêle bira bikeve, rê li ber negre)
li hebmberî edaletê ewê jî rojekê bihedime
evê tu li ser sînor dibînî
ev dîwarê zulmê jî
li wî mîxê te bi destê xwe kuta binêre
bibêje tu yê kînga vegerî welatê xwe yê dûr?
ma tu yê nexwazî bizanibî ew mîxa çi difikire?
Te ked da bi rengekî bênabên
ji bo rizgariyê
tu ketiye oda xwe û wer dinivîsînî
çi ye berhema keda te, tu dixwazî bizanî?
bala xwe bide dara şembelotê** li hewşê bejin daye
li wê dara şembelotê ya te bi destê xwe av dida

BERTOLT BRECHT
Wergera ji almanî: Attila Tokatli
weregera ji tirkî: Zinarê Xamo.
2017-12-30
*Mişextî: sirgûn, nefî
**Dara şembelotê: Dara kestenê



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE