15 december 2017

Mistefa Aydogan bi vê esera xwe ji zimanê kurdî ra xizmeteke mezin kiriye

Weşanxaneya Rûpelê di sala 2012a da kitêbeke Mistefa Aydogan ya gelkî hêjaweşand.
Navê kitêbê “Rêbera Rastnivîsê” ye.
Yanî îmleya kurmancî ye.
Rûpelê bi Rêbera Rastnivîsê ra ferhengekeke bi navê  “Ji Bo Rastnivîsê-Ferhenga Kurdî(kurmancî)Tirkî”  jî weşand.
Ferheng xebateke kollektîf e, di bin koordînatoriya Malmîsanij da ji alî Mistefa Aydaogan, Zana Farqînî, Newzad Hirorî, Huseyîn Kartal, Remzî Kerîm, Mahmûd Lewendî, M. Emîn Narozî û Reşo Zîlan ve hatiye amadekirin.
Ferhengeke biçûk e lê ji bo rastnivîsa kurmancî û bêjeyên bi gelek awayî tên nivîsîn çavkaniyeke gelkî hêja ye. Di ferhengê da li dora 9.000 bêjeyên(gotinên)bi çend hawan tên nivîsîn hene. Ji bo tekûzbûna kurmancî çavkaniyeke pir baş e.
Di vê nivîsa xwe da ezê ne li ser vê ferhengê, tenê li ser “Rêbera Rastnivîsê” çend gotinan bibêjim.
Di ser çapa vê berhema Mistefa Aydogan ”Rêbera Rastnivîsê” ra tam 5 sal derbas bûn, lê heta nuha min nedît kesî tiştek li ser nivîsîbe. Heger nivîsîbin jî min nedîtiye.
Bi baweriya min ”Rêbera Rastnivîsê” ji bo her kurdî, ji bo her kesê bi kurmancî dinivîse wasiteyeke lazim û çavkaniyeke pir û pir hêja ye.
Ji bo zimanekî hebûna sê tiştan, gramer, îmla û ferheng şert e.
Ji bo meriv bikanibe bi zimanekî rast binivîse ev hersê çavkanî dibê li ber destê meriv bin. Bêyî hebûna van hersê çavkaniyan yekîtî û standartbûnakurmancî ne mimkûn e.
Ji bo di nivîsandinê da tevlihevî çênebe dibê nivîskar bizane ewê li gorî çi û kîjan qaîde û prensîban binivîse.
Rêbera Rastnivîsê li gorî xwe van qaîdeyên rastnivîsê danîne. Ev yek jî karê her kesê bi kurmancî dinivîse rehet dike.
Baş xerab gelek ferhengên kurmancî hene û hinekên wan him bi hecmê xwe û him jî bi naveroka xwe pir hêja ne.
Li ser gramera kurmancî jî gelek lêkolîn, nivîs û kitêb hene û hîn jî lê zêde dibin.
Yanî meirv kane bibêje di warê ferhebg û gramerê da gelek berhemên hêja hene, valahiya di vî warî da zêde ne mezin e.
Lê bi qasî ez zanim li ser îmla kurmancî tu kitêb nehatine nivîsîn, rêbereka îmlayeke kurmancî (rêbereke rasnivîsê)tuneye.
Heger ez ne şaş bim ev kitêba Mistefa Aydogan ya pêşî ye. Wek min berê jî got heger hebe jî haya min jê tuneye.
Bi vê kitêbê Mistefa Aydogan valahiyeke mezin dagirt, rêbereke rastnivîsê da ber destê hemû nivîskarên kurd.
Ji bo prensîb û qaîdeyên kurmancî hebin ev berhema Mistefa Aydogan ewê alîkariyeke baş bide her kesî.
Ji bo kurmancî bibe zimanekî bi rêk û pêk û rê li ber şaşîyan werin girtin rêbera rastnivîsê(rêbera îmlayê) şert e.
Mistefa Aydogan di Rêbera Rastnivîsînê da ji “A” bigre heta bi “Z”, li ser hemû mewzû û pirsên, gelşên rastnivîsê sekeniyîye, numûne daye, şirove kiriye û bersîva rast pêşniyar kiriye.
Ji bo nivîsek rast û bêqusûr were nivîsin li ser hemû şert û qaîdeyên rastnivîsê yek bi yek sekinîye û qaîdeyek pêşniyar kiriye. Û gotiye çima ew qaîde rast e.
Ji alfabeyê bigre heta bi herfgotinê, yanî meriv herfan çawa bi dibêje, di her warî da numûne daye û dibê meriv çawa binivîse pêşniyar kiriye.
Çend numûne ji sernivîsên mijaran:
Kitekirin, yanî gotin çawa perçe dibe.
Navên hemû bajarên her çar perçeyên Kurdistanê û navên hemû qezayên Kurdistana Bakur.
Navên hemû welat û paytextan û kurtkirina navên welatan. Navê pereyên wan.
Navên gel û zimanan.
Navên roj, meh û demsalan.
Navên aliyan
Navên biyanî, rastnivîsa bêjeyên biyanî. Yanî gotinên biyanî dibê çawa werin nivîsîn.
Di kurmancî da herfên biçûk û mezin. Bikaranîna herfên mezin. Navên gel, milet, ziman û lehçeyan dibê çawa werin nivîsîn?
Wek tê zanîn bi tirkî navê gel û zimanan bi herfa mezin dinivîsin. Lê di Rêbera Rastnivîsê da heger ne destpêka cumleyê be herfa biçûk hatiye pêşniyarkirin. Ji ber ku navên gel û netewe û zimanan hevnav in, lema jî dibê bi herfên biçûk werin nivîsîn. Yanî “kurd, tirk, ereb, faris, alman, swêdî” di nava cumleyê da cdibê ne bi herfa mezin, bi herfa biçûk were nivîsîn.
Kurtkirinan gotina. Gotin çawa tê kurkirin.
Tewang. Tewanga navdêrên nêr yên yekjimar. Tewanga navdêrên mê yên yekjimar. Û tewanga herdu zayendan yên pirjimar.
Di vî beşî da qala hemû şiklên tewanga di kurmancî da hene hatiye kirin û numûne hatine dayin û tewanga bi “î” hatiye pêşniyarkirin.
Tê gotin dibê di kurmancî da hemû navdêr werin tewandin û dibê navdêrên nêr bi “î” û yên mê jî bi “ê” û navdêrên herdu zayendan(cinsan)jî “an” be.
Di warê tewanga mê û pirjimariyê da gelş tuneye, gelş di tewanga nêr da ye. Ez bi xwe tewanga bi “î” rast nabînim û bi kar jî naynim. Bi baweriya min di kurmancî da ne şert e meriv hemû navdêrên nêr bitewîne. Di hin deran da tewang hîn şert e lê di piraniyê da tewang ne şert e û di haletê şert da jî dibê meriv ne bi “î”, bi “ê” bitewîne.
Mesela, ji dêlî meriv bibêje:
“Ez Welatî dibînim.”
“Ez bajarî dibînim.”
“Ez Osmanî dibînim.”
“Ez ji çemî derbas bûm.”
“Ez Şêrkoyî dibînim.”
“Ez derîyî vedikim.”
“Ez xanîyî ava dikim”
Merivkane bibêje:
“Ez Welêt dibînim.” Yajî bêyî tewang, ez Welat dibînim.
Ez bajêr dibînim.
Ez Osmên dibînim.” Ya jî ez Osman dibînim.
“Ez di çêm ra derbas bûm.” Ya jî di çem ra derbas bûm.
“Ez Şêrko dibînim.”
“Ez dêrî vedikim.” Ya jî ez derî vedikim.
“Ez xênî ava dikim.” Ya jî ez xanî ava dikim.
Wek tê dîtin di hemû numûneyan da tewang ne şert e, di hinekan da tewang wenda bûye. Meriv netewîne jî dibe û xweştir e.
Lê tewanga bi "î" qet nexweş e û meriv ji xwendinê sar dike...
Lema jî di Rêbera Rastnivîsê da çend tiştên ez rast nabînim û ne pê ra me hene, lê beşê herî bêtir ez ne pê ra me ev mesela tewangê ye.
Tewanga bi “î” piraniya kurmancan ji zûda ye dev jê berdaye ne mimkûn e tu kes, tu rêber bikanibe wê paşda bi kurdan bide qebûlkirin.
Tewanga bi “î” israreke zorakî ye û formeke mirî ye û kes nikane vê forma mirî  paş da bîne û bi kurdan bide qebûlkirin.
Di zimanan da hin form dimrin. Çawa mirî ji goran ranabin, tewanga piraniya civatê dev jê berdae jî mirî ye. Israra di vî warî da bêfeyde ye…
Yanî ev şiklê tewangê ne tê da, Rêbera Rastnivîsê xebateke pir hêja ye. Ez li ser navê xwe ji bo vê ked û xebata hêja, spasî Mistefa Aydogan dikim, dibêjim hezar carî mala te ava be.
Wek min li jor jî got, di Rêbera Rastnivêsê da di her warê rastnivîsandinê da qaîdeyeke hatiye pêşniyarkirin û her wisa hatiye gotin ji bo çi ew hawê nivîsînê rast e, ji bo çi dibê meriv ne wiha, lê wiha binivîsîne.
Bi kurtî Rêbera Rastnivîsê dibê li ber destê her kurdî, her nivîskarê kurmanc hebe. Hebûna wê, xwendina wê ewê him karê her nivîskarê kurd hêsantir bike û him jî feydeyeke mezin bigihîne standartbûna nivîsîna kurmancî.






Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE