25 december 2017

Çend çarînên ji Ozdemîr Asaf

Min çend çarîn, çend gotinên xweş û manîdar ji Ozdemir Asaf (1923-1981) kirin kurmancî.
Hêvî dikim bi dil we be, hûn jî wek min jê hez bikin.


Madem tu hez nakî,
wê demê li çavên xwe xwedî derkeve,
bira viz nebe, neçe neyê
li çavên min nekeve

XXX

Ez ji bo kenê wê mirim,
ew bi kenê min keniya,
em ne wek hev bûn wiha

XXX
”Min” hinek tevî te kir,
min wer ji te hez kikr,
çimkî tu jî bêyî min:
ne xweşikî
hewqasî yanî

XXX
Du alternatîvên te hene:
ya bimîne,
ya meçe

XXX
Ezê werim, got bipê û çû…
min pa, ew jî nehat,
bû tiştekî wek mirinê
lê belê kes nemir

XXX
Însan perê xwe wenda bike dibe feqîr,
azadiya xwe wenda bike dibe êsîr,
evîna xwe wenda bike dibe şaîr

XXX
Însan negîhîje ser trênê trêneke din tê wî digre
Miletek negîhîje ser trênê miltekî din tê wî digre

XXX
Ez li te tim sar bûm,
çimkî ez zivistan bûm.
çimkî nexş bûm,
nêrîn bûm.
Viya înkar nakim jî
wek hezkirineke ji te,
min xwe li karên pir mezin rakişand

XXX
Lawînîa

Ezê ji te ra nebêjim meçe
Heger te sar e  çakêtê min bigre
Vana saetên rojê yên herî xweş in
Li ba min bimîne


Ezê ji te ra nebêjim meçe
dîsa jî tu zanî
tu derewan dixwazî ji te ra derewan bikim
lê tu yê biêşî
Ezê ji te ra nebêjim meçe
lê meçe, Lavînîa
Ezê navê te veşêrim
bira tu jî nizanibî, Lavînîa


XXX
Gelo însan her ku mezin dibe derdên wî zêde dibin?
Ya jî însan her ku mezin dibe fam dike rastiyan?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE