28 december 2017

Li vî welatî, li serê van çiya, do şaqî bûm îro eşqiya

Roboskê/Robozkê di dilê her kurdî da birîneke kûr e. Birîna di dilê miletekî bindest û Kurdistana perçebûyî da ye.
6 sal di ser Qetlîama Roboskê ra derbas bû, lê hîn jî berpirsiyar û qatilên vê qetlîamê nehatin girtin. Û tu carî jî ewê kes neyê girtin.
Çimkî dewlet kuştina kurdan, ew zarokên 14-15 salî bin jî rast dibîne.
Lema jî di 28ê 2011a da berpirsiyarên Tirkiyê yên leşkerî û hukûmetê emrê bombebarana gundiyên Roboskê da û li ser vî emrê berpisiyaran balafirên tirk yên herbê yên F-16 35 kurd qetil kirin.
Emê Qetlîama Roboskê tu carî ji bîr nekin.
Lê em vê jî baş zanin heta em nebin miletekî azad û serbixwe,
heta Kurdistan çê nebe,
trajediya Roboskê ewê tim qeder û para me be…

Ji 17 Helbestvanên Kurd bo #Roboskî - Berfesor
li vî welatî, li serê van çiya
doh şaqî bûm, îro eşqiya
li navekî geriyan bo qetla min
di ferhenga wan de ez: xayînê duhî
geh terorîst im, geh qaçaxçî!

destên xwe weke pireke dûmanê,
di navbera herdu çavên te de, dirêj dikim
weke baranê…
bi rehên xwe dor-enîka çiyayên te dirêsim
sînoran bi siya xwe û sirûda te ditewînim
û bi tiliyên xwe yên ji qewanan
sorekî ji kenê dîroka te ya bê-reng re dikêşim
terorîst im ez…

ji xeyn ji vê û beriya zemên
û ji xeyn ji zemanên ji bîr bûyî
ji serxetê berê xwe didim binxetê
ji bo hebûna xwe li neqşekê digerim
lê min nedî li gor stuyê xwe xencerek
ji bo şehîdên riya bêsirûd
ji bo mişextan -qaçaxçiyan-
hûn bivin ez ê tixuban terk bikim
bivin destên xwe

ca şal û şapikan bînin
ji kerama xwe alê bînin
xwîna li nav berfê û serê çiyê
mehînên rewan
û ocaxa şehîdan li serê konê yezdan raxînin
da êdin neqşên me nas bike
de ka dengê evdêl şakiro bînin
bila lawîjnan birêjînin
da êdin em ciyê birîna xwe baş nas bikin
yan jî dijminê xwe yê sereke
ey dil li te mizgînî be
û li te ey welat,
li we ey xwedayan
mizgînî be
dîsa derdekî din li me hat kutandin
sed sal û serdalek din hat
bi çepikên derewîntirîn
şabaş ey dil ji te re şabaş
derdek nû li me hat kutandin
sînorek din di navbera me de
hat çikandin
bazbendê zemên ber bi deruya paşmayî ve nabezin…
hatin!
bi pîrebokên xwe yên ji pola
bi henasa xwe ya sotîner.
di pozê me de şewta xîretê
di gewriya me de gepa hebûnê,
ku ne diçe xwar û ne jî dertê…
şabaş ji te re mirin şabaş!
va ye tu dîsa hat serdana qewmê xêr ji xwe nedî
va ye stara xwe diçirînin berbejn
li ser 35 dilên di sînorê hebûn û tunebûn’ê de
va ye bi zend û bend
bi lingên bê pêlav pêşwaziya te dikin!

ji şevan hez dikim
carinan reş û tarî, carinan bi hîvê belek belekî
şaş fêhm nekî, ne şevên şewlrengî
ne jî şevên bi bêhna bedeneke mê sermest
rast û eşkere, ji şevên çiyayî
ji şevên zivistanên, ku xwe ji çeka li pişta eşqiyayekî re dikin sî, hez dikim.
ji şevan hez dikim
ji bavê min re digotin; qaçaxçî
mehra dayîka min, tim bi hêviya vegera wî ve girêdayî bû.
bo xatirê yên venegerî, çi wext ku dibêjin; şev û iya! çîroka wan tê zimên:
qaçaxçî, rêwiyên xeyalên beravêtî
qaçaxçî, ew ên ku barên wan;
hinekî tirs
hinekî bêrîkirin
hinekî jî qedexe.
lê bizanibî, li sifreya wan, çi bêhna nan û hêviyên xweş dihat.
ji şevan hez dikim.
ma ne xeyal in, dê neyên bombekirin!?
li esmanê wan, bila hîv jî hilatibe, bila rêz rêz, stêrçira jî biçirûsin îşev.
her ku dilê wan bibije xwîn-şerabê
-çima em kurd tên bîra wan-
ji bo pîrozkirina sersalê
ha çend cixarên bi çermê min hatîn pêçan jî
di berre bikêşe cergê xwe yê genî
bi serê kurdistana xwe ‘kim
wê di gewriya we de neçe xwar
ew xwîn-şeraba wan zarokên we desteser kirî
li bêjû
li robozkî
li qilabanê
hûn bi dilpakiya xwe mirin ezîzên mino
axx! ez ê çawa bijîm li bin vî barê giran!
mirinek im li ser vê axê
sînor bi sînor qaçax
û çar werzan şilfîtazî
hoo qesasno
mirinek im bi qasî dîroka we kal
bi qasî zarokên xwe ciwan
qaçax
ji kurdistanekê ber bi kurdistanekê
eşkere li çûra we dixim
geh ji dêrsim, munzûr bi mûnzûr diherikim amûdê
dibim xwelî
geh bi ber bê dikevim ji wir
werbêj dibim li ser sênga helepçeyê bi xerdelî
niha pûkên berfê me li qilabanê heta dilê we bixwaze zarok
berî nîvê şevê bi qaçaxî li oxira we dixim bi lalîqêrîneke neftî
berbangekê dê bibarim çarçirayê
û gelî bi gelî bihilim zuhaçemên serhedê
mirineke qaçax im hooo qesasno
hê di çemê mûnzûr de zipîzuha
ma li ser berfa vê axê dicemidim looo
niha sorgevez e aso,
sorexwîn e befira kurşe bi pirtikên bedena min a hicirandî:
erê ev e ez im daykokê,
ev e ez im yê sorgevez;
yê bi befirê gevizandî hemû xweziyên wî yên di sêzdehsaliyê de…
-yê bi pirtikên laşê xwe bûyî berfeşîra sorgevezî
li panavên dol û berdolên sînor li ser gîrkirî-
ev e ez im
ruhê min parçe parçe di bedena min de serî dihilîne
hişê min
li ber destarê jiyanê çeqçeqokek e
dihêre bi çepûrastkî ar(d)ê xwe,
hil dike (k)arê xwe
ev e ez im
li pesarên peyvê yê neyê çi bendan
ruh qedqed
hiş kerr kerr
li ser destexanê;
sîniyeke xwînî ya bi 36 gulgulî
bêhna sotinê tê ji min
bêhna xweliyê
ya mirinê
û niha berfeşîra sor dialîse firokeyên generalê welatê jorî
dialîse
dialîse xwîna ciwanên 12 salî
ev e ez im
li kendalên bêcuhê
li pesarên rêbiskî
yê laşê wî kirine berfexwîn
li ser sifreya çeqel û keftaran
tenê ez
û li jor li ser serê min
di lîtava ezmên de
sîh û şeş stêrkên teqiyayî
pekiyane her derên şevê, ew nêrînên wan î şilfîtazî
li yezdanê dojehîn digerin
li yezdanê axa xwe
de veke ey yezdan çavên xwe
sîh û şeş stêrk hatine birijên hundirên wan
bi roniya wan tu yê bibînî
bi tena serê xwe me û natirsim,
peyvên reş û qîr li ber guhên zaliman dixim
weke jahrê diherike dengê min
li ber sînorê mêrkujiyê bi çend dengan dilîrînim
û têm bi wî dengî
dipelçiqînim weke tiriyên reş
weke xwînê diherikin di nav destê min de ew dilên nijadperest
li serê keleya nîvkada wan hestên xwe cit dikim
û diherim…
ji roja dîrokê dara xwe çandiye û vir ve
her ku qir dibin kulîlkên mezra botan
dîsan wekî her car dîsan
perdeya bêdengiyê dikşîne ser serê xwe
rojhilat û rojava
dîsan wekî her car dîsan
dengên sorgevez,
çîrçîrî dikin ezmanê zilûmatê,
li ser dilê koyên zarşêrîn
ji gewriya çiyan dengên çardilîn,
û wê şevê min got
bila guliyek jî neheje ji darê
bila baran nebare îşev
û nelive ba
îşev wê derbas bin refên me
em bi xwe hatine mirinê
bila kes nebêje me azadî kuşt
me perçe perçe kir beden
wê milên me û piyên me jî bên
li dû me
wê tilîkên me tariyê biqelêşin îşev
xwîn e, xwîn
welatê me dide nasîn
gelî bi gelî,
jan bi jan
û birîn bi birîn
ma kê dinasî qilaban!
de werin gerrokên vê cîhanê
werin morîkên xwînê berev bikin
werin van zinaran bi dev bikin
mirina bi şaşî
dibare ji ezman!
rêz dikin terman:
balafira bê pîlot û xwedayê bê ziman.
-mîsaq-i mîllî-
di devê dayikekê de dibe zêmar dîsa,
straneke hezarsalî ye li ser vê xakê:
“meçe lawo rom xayîn e…”
erê birako, rom xayîn e
ji lew hê panzêrên selçûqiyan kevir dikin
zarokên netebitî li sûkên amedê
ji lew hê jî fêrî tu sînoran nekirine
dilên xwe yên çiyayî zarokên qilabanî
romîno
harino
di gel sonda xwe ya netewî
hûn mêvan in li ser vê xakê
em ê sibehekê
bi dengê dîkan re biavêjin ser we
û bişikînin sonda we
ji lew baş bixwin paşîva xwe
wek pêxemberekî ku pêxembertiya wî
ji destê wî hatiye standin im îro
wek pêxemberek rasteqîn
lê li kuçe û sikakan tê gerandin
wek pêxemberek derewîn...
di metn û novelayan de çîroka min nîne
qey ez bê îffet û ar im?
dizanim wek meryemayê pak û paqij im...
lê gava li ber bedenên qatilên zarokên xwe
hêdî hêdî dimeşim û li ser milên min canên bêcan...
ku wek sêniya nanê germ in herdu milên min
hişk û qerimî.. lê bê helm û germayî...
îsayê min ê ku li ser sêniya dilê minê qerimî
îro li qilabanê bê nefes û bêcan e.
îsayê meryemê jî bêtin neşêt
ruha wî ji teyareyên reş bistînit..
dîsa jî tu dibêjî tu ne pak î ey qatilê canên bêcan...
îro meryema zeman im
li ser milên min îsayên cesedane.
hewariyên wî jî nayên hewara wî
bizane ku dê rojek bêt ku ew heqîqetên tu diveşêrî
dê li kuçe û caddeyan bête qêrkirin
wek selaya mirina te ey firewnê zemanê min...
tengerêyên vê daristana bêbext
hînî pêjna sirûdên xwe yên serjêkirî dikim,
çavên xwe yên ji dûmanê vedikim
û di berfê de
çîrokên xwe yên sor ji spiyê kefenan re dibêjim..
bi keskesorê sond dixwim,
rondikên dayika xwe bi destmala bîranînan zuha dikim
û mija berbeyaniyê bi elfebeya xwîna xwe dixemilînim…
darbesta dapîrê xwe ji ser milên xwe diavêjim
û rexên mirina xwe şanî karwanên çiyê dikim…
li vir im,
navê min qilaban e,
xewn im, berbangê dixapînim
ji êşê didexisim û di êşê de dijîm..
ey gulle!
kuro ev gel e!
li xwirînî xwîna xortan venexwe
ma tu nabînî bi salan e waweyl e?
hey kûçikê tûle!
a te ne bêvil e,
heger bêvil bûya ji barûda hundirê te wê bişewitiya pozê te
welle welle
heqê te, mirov te û xwediyê te bike yek gulle!…
ey teyare!
ji te re bombeya te, yar e
jehra te, jehra marê teyar e
ma qey yê qilabanê ne ezman e? neyar e?
ezmanan diherimîne firrîna te,
ji şerman serê ewran berra ber wan dide
tu bisekine togê, tu yê rojekê dakevî erdê!
ey çiya!
biperpite,
li xwe bixe,
bihedime
ciwan xwe li navê te digirin,
kewên xwe bi te difirrînin,
xwe dispêrin bejna te
lê tu wan li ser xwe dikî 34 gulle,
tu wan li ser xwe dikî berate
ma ev e mêraniya te?
êdî wext e, bila bi cizbê bikevin zinarên te,
bila kevirên te di destê zarokan de bibin cebilxane
ey sînor!
tu kor bibî, kor
îro zikê qantira min a çirriyayî ji min re bûye gorr
xwîna min gol
bi serê min î jêkirî tê lîstin fitbol!
gol, gol, gol!
mixabin xwîna min nake çend galan petrol
ey berf!
bi şeref!
ji çermê zikê min wan çêkiriye def
ji berfdimska xwîna min bi ser devê wan ketiye kef
dilê min hedef
ji hawaran, devê min berqef
li vê kafiristanê em mirin ref bi ref
ey netewe!
bila bi kuştina me yekîtiya te bikewe
ji bo xwedê (me) ji bîr neke
her çi li ser kuştina me bêjin derew e
rastî ew e;
wê rojê, li ser wê berfê, çêbibû ji xwîna me şilope!


Arjen Arî, Ayhan Geverî, Berken Bereh, çiya Mazî, Dilgeş Dilsoz, Ehmed Huseynî, îrfan Amîda, Jan Dost, Jana Seyda, Janez Sar, Lal Laleş, Marin Rehmani, Mihemed Ronahî, Rênas Jiyan, Xecê Omerî, Welat Dilken
Amadekar: Bawer Ronahî, Kovara Pêngav

Çavknî:Asoya helbesta kurdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE