30 december 2017

Hin kûçikên har benên xwe qetandine

Hukûmet bi zulma polîs û leşker li kurdan dikin nayê serî, di ber ra hin sûtal, pêxwas û çaqokêşên xwe yên ziqaqan jî bera kurdan dide.
Cem Kuçuk, kûçikê hukûmetê yê medyayê ye û kûçikekî pir har e.
Meriv kane bibêje gurxenêqekî dewletê ye û heta hûn bixwazin neyarê miletê kurd e.
Cem Kuçuk, li ser kincên yekreng ji Demirtaş ra gotiye, ”tu yê kincên yekreng wek kera li xwe kî. Tu mêr î li xwe meke. Qerdiyanên me, sawcîyên me, polîsên me ewê li wî kin…”
Di van demên dawî da hukûmetê gelek kûçikên xwe bera kurdan dane, ji vana yek jî Cem Kuçuk e.
Ji bo xwediyê Cem Kuçuk xurt e, dewlet li pişt wî ye û Demirtaş jî bêkes û bêpişt e, Kuçuk zêde diewt e, ew jî zane Demirtaş nuha destvala ye, nikane kevirekî bavê jê da û li ser teriya wî wî bixîne.
Cem Kuçuk namerdekî pir bêesil e, heqareta li girtiyekî di zindanê da wek mêraniyekê dibîne.
Kesê xwedî exlaq û esalet, kesê bi şeref di bin şemsiya dewletê da li êsîrekî di destê dewletê da heqaretê û van gotinên bêedeb nake…
Ev roj jî ewê derbas bin.
Ancax merivê bêesil, merivê namerd ji kesê di ciyê teng da ye xeberan bide û heqaretan lê bike.
Tiştê Cem Kuçuk di telewîzyonan da bi paşmêriya dewletê dike ne camêrî ye û ne jî mêranî ye, kûçiktî û namerdî ye.
Ev dewran ewê ji Cem Kuçuk û xwediyên wî ra jî nemîne. Rojekê dor ewê were me jî… 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE