30 december 2017

Hêviya ji Abdullah Gul û ji îslamîyan bawerkirina keftar ji gur baştir e...

Di nabêna Abdullah Gul û Erogan da tu ferq û cudahî tuneye, yek ji yekî xerabtir e, her yek sûretê aliyekî madelyoyê ye.
Heger Erdogan gur be, A. Gul keftar e, erê gur heywanekî pir har e, lê keftar jê ne kêmtir e, heta jê hartir e...
Guh nedin hin gotinên tên mezinkirin.
Gul û Erdogan xwedî eynî îdeolojiyê û siyasetê ne. Erdogan heta nuha çi kiriye Gul hemû tesdîq û îmze kiriye.
Ji me kurdan ra ji Gul û ji cepha Gul tu xêr tuneye.
Heta ji tirkan ra jî tu xêr tuneye.
Gulê wek katibê ber destê Erdogan bû nuha rola polîsê baş dilîze.
Erdogan çi be, Gul jî ew e û heta jê xerabtir e.
Îslamîyê baş tuneye.
Nermê wan, sertê wan, çi navî li xwe kin jî hemû mişkên eynî kunê ne, hemû jî dixwazin civatê, însaniyetê 1400 sal paş da bibin.
Hemû jî dixwazin şerîetê bi cî bikin, demokrasiyê, azadiyê rakin û rejîmeke îslamî ya totalîter û li gorî Quranê tê îdarekirin bi însanan bidin qebûlkrin.
Navê wan çi be jî hedefa hemûyan ev e.
Gulê devşil hinekî nerm xuya bike jî dîwarekî tepika ye, ne ew mêrê meriv pişta xwe bispêrê û ne ew mêrê bibe raqibê Erdogan ...
Hêviya ji Gul û ji îslamîyan, baweriya keftar ji gur baştir e...

XXX
Êdî kerr û kor jî zanin Îran li herêmê çavkaniya nerindî û xerabîyê ye, piştevan û fînansorê terorê ye. Heta meleyên faşîst li ser hukim bin li herêmê rehetî ne mimkûn e.
Helbet hinekên din jî hene, lê Îran merkezeke terorê ya pir xeter e, dibê ev rejîma îslamî ya qatil birûxe. Bi protestoyan, bi rexnekirinê, bi ambargoyê ev rejîma xwînxwar têk naçe, gerek wek Seddam hinek lêxe..

Metîn Eser Apê Zinar li ser bextê ajansên bi kurdî weşanê dikin, dibêjin “melleyên faşîst” jî li hember berpirsiyarên hikûmetê serî rakirine. Ecêba nedîtî..

Zinarê Xamo Metînê delal, kî serî rake baş e, lê weleh ez bar nakim bi vî hawî kanibin zora van faşîst û qatilan bibin. Tiştê anîn serê Seddam dibê bînin serê wan jî. Lê belhazir li piyasê talibê vî îşî tuneye...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE