28 december 2017

Herî pir ez ji terzîyê xwe hez dikim

Ji fîlozof pirsîne, gotine:
”Ezbenî li dinyayê herî bêtir tu ji kê hez dikî?
Fîlozof gotiye, “ez ji terziyê xwe pir hez dikim.”
Xwediyên pirsê matmayî mane, gotine:
“Ezbenî çima terzî, sebebê vê çi ye?”
Fîlozof gotiye:
”Erê, herî pir ez ji terziyê xwe hez dikim. Çimkî her cara taximekî ji min ra didirû ji nuh ve dipîve. Lê yên din ne wek wî ne. Di heqê min da carê çi biryar dabin, heta mirinê li ser wê biryara xwe dimînin, tim bi wî çavî li min dinêrin.”
Belê merivên fikirsabit pir in. Lema jî kurdan gotiye kurmê şîrî heta pîrî...

XXX
Mamosta matamatîkê di dersê da ji xwendevanan dipirse:
-Pênc beytik li binê darekê veniştine. Min kevir avêt, li du heban xist. Çend beytik dimînin?
Xwendevanek destê xwe bilind dike, dibêje:
-Beytikek jî namîne. Çimkî yên din jî ewê ji tirsa bifirin.
Mamoste bi rûgeşî dibêje:
-Na. Bersîva rast ewê sisê bûya, lê belê min ji perspekîva dîtina te hez kir…

XXX


Her kes nikane ji kurdî hez bike
Ji hezkirina kurdî ra cesaret lazim e,
dibê meriv biwêribe ji vî zimanê bi bela,
ji vî zimanê kela derd û kula
hez bike.
Ji bo hezkirinê jê ra astengan dernexe,
jê ra qal û qîlan nebîne,
biwêribe jê hez bike,
biwêribe rişma serê dilê we sist bike,
biwêribe wî himêz bike,
biwêribe bi wî nameyên evînê binivîse
bi wî bibe Mem,
bi wî bibe Zîn,
bi wî ji kurdan ra bibe hawar û qîrîn
bi wî derd û kulên dilê kurdan birêse
bi wî bistirê
bi wî binivîse
ya muhîm dibê dil wêrek be
azad û ne tirsonek be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE