16 december 2017

Hebûna xortên wiha bîna min fire dike

Xortekî hemşeriyê min heye, ji Rihayê, ji cî û warê îsotçiya ye. Navê wî Hasan Şale ye.
Bi eksê gelek îsotçiyan, îsotê tesîreke pozîtîf li Hesen Şale kiriye.
Li ber xwe dikeve.
Li ber gelê xwe dikeve.
Bi binestiya gelê xwe wek mûmê dihele. Dilê wî, xîreta wî li hemberî zulmê îsyan dike.
Pir li ber kêmaqiliyên mezin û rêberên kurdan dikeve. Bêtifaqiya wan, kêmaqilya wan wî dîn dike.
Li hemberî xiyanetê îsyan dike.
Hesen bi bejna xwe yekî hûrik mûrik e, lê bi aqil û zîrekiya xwe ji heftê û heft aliman zanetir e.
Yên xelkê du çav û du guhên wan hene, yên vî ”ufaxlixî”, çûçoyî çar çav û çar guhên wî hene.
Aqilê wî ji yê kundê kor pirtir e,
Qelema wî ji şûrê Rustem tûjtir e.
Qet zêde dirêj nake
hemû derdên dinyayê
di du sê rêzan da tomar dike
Xortekî serapê kurd e
dilê wî tije derd û kul e û merez e
kêmaqiliya kurdan ew kezebreşî
xewên şevan lê heram kiriye
Ji ber derdê kêmaqilan û kurdan
wiha nivîsî ye:

”Serê xwe dizivirînime vî alî çepgirek,
dizivirînime aliyê din selefiyek,
careke din dizivirînim oryantalîstek,
dizivirînim deîstek,
ateîstek,
dizivirînim femînistek,
dizivirînim qomunîstek,
dizivîrinim antiqapîtalîstek,
anarşîstek.
Bese ulan bes e!
Bi Qur'an ji her tiştî û nîqaşan aciz bûm.
Ezê dev ji her tiştî berdim,
ma qet kesekî/ê normal nîne,
ev çi ye ulan?
Ji bo her tiştî,
li ser her tiştî jî pêvçûn û nîqaş!
Êdî naxwazim tu kesekî/ê ji van camîayan binasim.
Em dibêjin piçekî bêhna xwe vedin,
ji hin tiştan piçekî be jî dûr bikevin,
tu wer dinêrî ko yekî/ê weke singan va hat hemberê te…”
///Hasan Şale

Hebûna xortên wiha hêviya min xurt û bîna min fire dike... 
Kesê dixwaze tiştên nuh fêr bibe û bi çavekî din li meselan û li serok û pariyên kurdan binêre bira vî ”ûfaxlixê” îsotçî taqîb bike…


XXX
Ax ewê rojekê qîmeta baranê fam bike,
lê belê wê rojê baranê nebare...
///Nicanor Parra



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE