27 december 2017

Ereb kurdan ji gundên wan derdixin hukûmeta Kurdistanê li dagirkeran temaşe dike

Ereb bi darê zorê dest didin ser mal û gundên kurdan, hukûmeta Kurdistanê jî li vê dagirkeriya ereban temaşe dike
Li gorî Rûdawê nivîsîye li parêzgeha Kerkûkê ereb bi darê zorê kurdan ji gundên wan, malên wan derdixin û dest didin ser mal û gundên wan.
Li parêzgeha Kerkûkê  li bajarê Sergeranê ereb çûne girtine ser gundê Pelkanê û ji gundiyên kurd ra gotine dibê di nava 72 saetan da hûn gund biterikînin.
Rêvebirê Sergeranê Lokman Hisên ji Rûdawê ra gotiye,


“Ereb hatine nav gund û gef li gundiyên kurd xwarine û xwestine di nava 72 saean da dibê ew malên xwe bar bikin û gund teslîmî wan bikin.
“Ereban çend xanî û malên kurdan dagîr kirine û dane ereban..”
Wek xuya ye, ereb bi darê zorê kurdan ji gundên wan, ji malên wan derdixin û kurd jî, hukûmeta Kurdistanê jî ji dêlî herin hawara kurdan, di medîa xwe da tenê qala zulm û îşxala ereban dikn.
Kuro hûn çi sekinîne, pêşmerege ji bo çi heye, herin gazî û hawarê gelê xwe, herin xwe bi qurbana ereban kin, serê wan diya wan kin.
Ne li vî gundî tenê, li parêzgeha Kerkûkê, li Xurmatû, Xaneqînê û hemû herêmên di 16ê cotmehê da hatin dagirkirin bi sedhezaran kurd hatine koçberkirin û ereb di dewsa wan da hatine bi cî kirin.
Û kurd jî tenê qala vê ”neheqiya” ereban dikin, wek zarokan digrîn û dikin nûzenûz, dibêjin ereb neheqiyê li me dikin.
Kuro şerm e, dev ji girî û gazinan berdin,  welatê xwe û gelê xwe biparêzin, wek mêran şerê xwe bikin.
Ma sîlehên we, pêşmergeyên we ji bo çi ye?
Heger hûn îro wan sîlehan bi karneynin hûnê kînga bi kar bînin?
Dijmin gav bi gav welatê we ji we digre, gundan ji kurdan paqij dikin, dest didin ser malên kudan û ji çolên Îraqê ereban dibin li wan deran bi cî dikin. Û hûn jî tenê xeberên vê zulma ereban belav dikin û pê moralê kurdan xera dikin.
Meriv hewqasî jî xwe pîs nake, hewqasî jî serê xwe ji ereban ra natewîne. Hûn li bende çi ne? Çend sed pêşmerge bişînin bira herin gelê we biparêzin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE