28 december 2017

Erdogan ”Internet jahr e û ev jahr ketiye her malê” !

Li gorî serokê Tirkiyê Erdogan, dibê ev jahra înternetê ji malên tirkan derkeve, ji bo ku tirk bi înternetê zêde jahrdadayî nebin.
Erdogan îro di axaftineke xwe da înternet wek ”jhareke pir tahlûke” bi nav kir û wiha got:
”Berê kafeyên înternetê hebûn. Lê înternet êdê ket malan, di malan da bi cî bû. Yanî jahr ketiye malê. Dibê mamoste li hemberî vê jahrê dê û bavan şiyar bikin. Gerek em ji vê jahrê xelas bibin. Ev muptelatiya narkotîkeke pir tahlûke ye. Dibê em xortên xwe ji tiryakîtîya vê jahrê xelas bikin. Dibê teknolojî xortên me neke tiryakîyên înternetê, nuha tahlûkeya herî mezin ev e.
Di vî warî da dibê em gavên pir cidî bavêjin. Heger hestên me bûye êsîrê telefona di destê me da, ev ji bo me pir xeter e. Dibê em li hemberî vê tedbîrekê bigrin, lazim e em li hemberî vê(li hemberî înternetê)nifşên nuh bigihînin.”


Pir rehet e, hûn jî kanin wek Koreya Bakur înternetê yasax bikin, medyaya sosyal yasax bikin.
Esas heta dereceyekê we yasax kiriye jî, çimkî hemû telefon, medîa sosyal û her babetê komînîkasyonê di bin kontrolê da ye, ji bo twîttekê, ya jî parvekirineke facê rojê çend kes tên girtin.
Di sedsala 21ê înternetê wek jahrê, ji bo civata xwe wek tahlûkeyeke mezin dibîne. Û ev kes serokekî mutleq yê welatekî ye.
Ji bo welatekî, ji bo zarokên welatekî bêtalihîya herî mezin merivekî wiha bibe serokê wan. Merivekî normal û ne fanatîk înternetê, vê teknîk û teknolojiya dinya xistiye nava aletekî biçûk û daye destê me, xistiye hundur mala me wek jahrê nabîne. Ji bo meriv înternetê wek jahrê, ji zarokên welatekî ra wek tahlûkeyeke mezin bibîne, dibê meriv xwedîyê îdeolojiya Daîşê be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE