29 december 2017

Dibê meriv serpêhatiyên xwe ji destê mirinê xelas bike…

Andrê Gîde gotiye ”bi nivîsîna bîranînan(serpêhatiyan, xatiratiratan)meriv tiştekî ji destê mirinê xelas dike.”
Lê çi heyf her kes bîranînên (xatiratên) xwe nanivîsîne.
Hinek nikanin bibnivîsînin.
Hinek kanin lê tembel in, di xwe ra nabînin.
Û hinek jî tiştekî hêjayî nivîsînê nabînin.
Lema jî gelek kes bi vî sebebî ya jî bi wî sebebî bîranînên xwe, serboriyên xwe bi xwe ra dibin gorrê.
Bîranîn ne şert e kitêb e, kane wek nivîs jî were nivîsîn. Ew jî baş û muhîm e.
Bêguman jiyana her kesî bi qasî hev ne dewlemend e ya hinekan wek Okyanûsan bi pêl e, pir zengîn e û ya hinekan jî feqîr û wek ava golek biçûk sakîn e.
Li gel vê jî her siyasetmedarê, her ronakbîrê, her kesê destê wî qelemê digre tiştekî binivîse û ji destê mirinê xelas bike heye.
Li ba kurdan nivîsîna bîranînan(xatiratan) zêde ne adet e, serok, rêber û mezinên kurdan, siyasetmedar û ronakbîrên kurdan, kesên di tarîxa kurdan da rolek lîstine, şopek li pey xwe hîştine bîranînên xwe nenivîsîne.
Yên nivîsîne pir hindik in.
Sebebê vê civata me ya paşdamayî ye. Civata me wek civatên pêşketî li hemberî bîranînan ne xweş bîn e, bîranînan wek beşekî edebî û tarîxê nabîne.
Lema jî gelek kes bikanibin jî newêrin ya jî naxwazin bîrananînên xwe binivîsin û bibin sebebê hin minaqaeşeyên ne xweş.
Hêvî dikim ji nuha û pê da şahid û qehremanên tarîxa me ya nêz yên hîn dijîn bîranînn xwe bi xwe ra nebin gorran û ji serpêhatî û tecrûbeyên xwe nifşên nuh bêpar nehêlin.
Hin tişt hene dibê werin nivîsin û ji destê mirinê werin xealskirin û bibin malê tarîxa me.

Heger azadî li derve be sirgûn ba we ye.”
///Shaksspeare
Bi rastî jî rast e, welatê me, cî û warê me li me bûye ciyê sirgûn û nefiyê. Ev jî trajediya me kurdan ya sedsala ye. Em li derve azad û li welatê xwe êsîr û bindest in.

XXX


Kurd dibêjin heta neyê serê wî, nayê bîra wî.
Yê me kurdan gelek caran hatiye serê me lê dîsa jî nayê bîra me.
Em miletekî hinekî bêhiş in, serpêhatiyên xwe zû ji bîr dikin. Lema eynî şaşî li ba me tim dubare dibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE