01 december 2017

Dibê meriv edebiyatê neke êsîrê siyastê

Ji ber piraniya xwendevan, nivîskar û rexnegirên me hîn ji kultura eşîrî, partîtî û hevaltiyê xelas nebûne û nebûne kesên azad û serbixwe, lema jî di hukim, dîtin û rexneyên xwe yên li ser nivîsekê, berhemekê ne objektîf û rastgo ne.
Dibe hin kes ne bi vê dîtina min ra bin, bibêjin tu şaş î, lê ev dîtina min e, ez wiha difikirm.
Heger nivîskar dost, heval û ya jî ji parî û îdeolojiya wî be, berhemeke xerab, zeîf, bêqalîte nivîsî be jî wê berhemê bi asîmanan dixe.
Ya jî ji bo rexne neke, kul û kêmasiyê berhemê û nivîsê nebêje xwe bêdeng dike…
Çimkî naxwaze dostê xwe, hevalê xwe, merivê ji cepheya xwe rexne bike. Wek ferdê eşîrekê, wek endamê partiyekê difikire, naxwaze merivê eîşîr û partiya xwe, dostê xwe yê şexsî dilgiran bike, ji xwe bixeyidîne.
Yanî exlaqê edebiyatê û rexneyê dike qurbana îdeolojî û têkiliyên xwe yên ferdî û siyasî.
Û heger nivîskar ne ji cepheya wî be, ne dostê partiya wî û ne heyranê serokê wî be ya berhemê dixe binê erdê ya jî ji bo di heqê wê da tiştekî baş nebêje, pesnê berhemê û nivîskar nede wek gayê zexelê naçe cot, bi zanetî xwe kerr û lal dike.
Ev oportunîstiya siyasî û edebî û hevaltiyê zirareke mezin dide pêşketina edebiyatê û edîb.
Bêguman ev rewş girêdayî mistewa civata me ye. Rexnegirên me neynika civata me ne. Meriv kane bibêje hîn ji serdestiya siyasî xelas nebûye. Ev jî rastiyeke dibê meriv bibîne.
Lê bi qasî ez dibînim Umran Aran yek kesên hewil dide di rexneyên xwe da derkeve dervayî vê çarçewê û fikir û dîtiên xwe, baweriya xwe ya li ser berhemê bi rengekî azad, bêteref û bêsansor bibêje.
Ev jî tiştekî pozîtf e, rê li ber rexnegriya azad vedike…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE