01 december 2017

Av di kûz da ye em ji tîna behecîn

-Av di kûz(cer)da ye em tî digerin, yar di nava malê da ye em li dora dinyayê li yarê digrin.
Av di kûz/cer da ye, kûz li ber me ye, lê em ji tînan behecîn, dev li me zuha bûye, em li avê digerin...
Bi kurtî me hîn fêm nekiriye dermanê birîna me li ba me ye, tuxtor û hekîmê lokman em in, lê em li ba dijminan, li dinyayê li derman û hekîman digerin.
Ezbenî, bawer bikin derman jî li ba me ye û lokmanê hekîm jî em in, ne hewce ye em li ba neyaran, li çol û beyaran bigerin li hekîm û dermanan.
Roja we dev ji neyartiya hev berda, roja we berjewendiyên netewî di ser berjewendiyên xwe yên şexsî ra girt emê kanibin zora dijmin bibin, emê bi ser kevin.
Heta partî û sorokên kurdan viya nekin(halîhazir nêta wan tuneye viya bikin) emê giş bi hev ra bindest û kole bin…

XXX
Îro li Tirkiyê kes newêre ji dizan ra bibêje diz. Kes newêre navê bigre devê xwe, kes newêre bibêje dibê diz û sexteakr werin girtin û cezakirin.
Kî tiştekî wiha bibêje dibe xayin û xayinê welêt.
Pîvana welatperweriya tirk bûye parastina dizan û diziyê, kî diziyê, rişwetê, sextekariyê, spîkirina perê reş û kalpazaniyê û sextekaran biparêze welatparêz e.
Rewş ev e çimkî sîstem ya wan e...



XXX
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag, li ser milyar dolarên bertîl û rişweta Zerrab li wezîrên hukûmetê bela kiriye gotiye:
” Di tarîxê da gelek îftira(buhtan, bêbextî) bûn. Li Meyrem xanimê jî îftîra kirin.”
Tobe tobe, ez bawer dikim bi ”Meyrem xanimê”, qesda efendî dêya Hz. Îsa ye.
Mêrik di serdema me da numûneyeke din ya vê rişweta hewqasî mezin pê ra muqayese bike nedîtiye, lema jî 2000 sal paş da çûye…
Tu dibêjî belkî begefendî qala pîreka cîranê xwe dike.
Sextekarî û bertîlxuriyeke hewqasî mezin ancax bi numûneyên dêya Pêxemberan werin parastin…
Lê hûn ne dêya Hz. Îsa, hûn dêya 77 pêxemberan jî bikin şirîkên vê dizîya xwe xelasiya we tuneye, hûn hatine dawiya rê, rojên we yên mayî êdî bi jimar in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE