04 november 2017

Xwezî li her welatekî Ewrûpa Kendal Nezanekî me hebûya...

Do li paytexta Fransayê li Parîsê ji bo piştgiriya Kurdistana Başûr civîneke pir muhîm çê bû, gelek siyasetmedar û kesên bi nav û deng û li Fransayê xwedî giranî beşdarî civînê bûn.
Serokwezîrê Fransayê yê kevn Manuel Valls jî yek ji kesên beşdar bû. Valls, bêdengiya Fransayê ya heta nuha bi tundî rexne kir û got nabe Fransa, Amerîka û Ewrûpa li têkçûna Kurdan temaşe bikin, li herêmê kurd mutefikên me yên herî muhîm in. Lema jî dibê Fransa û Ewrûpa kurdan bi tenê nehêlin.
Bi qasî meriv fêm dike di organîzekirina civînê da rola Kendal Nezan mezin e. Mala wî ava be. Xwezî li her welatekî Ewrûpa Kendal Nezanekî me hebûya...
Li Amerîka û Îngilistanê jî gelek gelek siyasetmedar hukûmetên xwe rexne dikin û dixwazin hîn baştir piştgiriyê bidin kurdan û nehêlin Îran li herêmê xurt bibe û kurd werin pelçiqandin.

XXX
Tirkiyê ferman li kurdan rakiriye, balafirên Tirkiyê her roj Kurdistanê bombebaran dikin, leşkerên tirk bi leşkerên Îraqê û Îranê ra Kerkûk dagir kirin.
Tirkiyê saha hewayî li ser Kurdistanê girtiye û serokên Tirkiyê her roj gefên nemayî li kurdan dixwin, kurdan bi şer û bi birçîhîştinê tehdît dikin û Kurdistan TV jî di rojeke wiha da ji dêlî qala van êrîşên Tirkiyê bike, qala ”xwarinên bajarê Artvînê û başiya hingivê Artvînê” dike.
Bi baweriya min ya dibê ev kanal ji zilam û ajanên Tirkiyê were paqijkirin ya jî dibê kurdên welatparêz li hemberî vê kanalê bi şiklekî demokratîk serî hildin, vê kanalê şermezar bikin.



XXX
Serokwezîrê Îraqê Ebadî jî bû Erdogan, wî jî dest bi edebiyata ”bakurê Iraqê û parêzgehên bakurî” kir.
Ev jî nîşan dide Ebadî nêt heye Kurdistana Federe ya di Qanûna Esasî ya Îraqê da hatiye qebûlkirin xera bike û dema Seddam Husên paş da bîne.
Bi gotineke din nêta Ebadî dagirkirina hemû Kurdistanê ye, gotina ”bakurê Îraqê” jî sinyala vê nêta wî ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE