22 november 2017

Tarîxê fersendeke zû bi zû nayê dîtin daye kurdan

Di vê sedsala 21ê da li Îraqê û li Sûriyê ji bo kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe ji wan ra fersendeke tarîxî peyda bû.
Ev fersend nuha hinekî zeîf bûbe jî lê hîn jî heye, hîn jî tam ji ortê ranebûye.
Fersendeke wiha belkî careke din jî tu carî nekeve destê kurdan.
Heger kurdan li Kurdistana Başûr û Rojava yekîtiya xwe ya netewî çêkiribûna û bi yekdengî serxwebûna xwe derxistana pêş lê dîsa jî nikanîbûna Kurdistanê ava bikin, ewê kesî ew sûcdar nekirana.
Her kesê bigota weleh çi ji destê wan hat kirin, yekîtiya xwe çêkirin, wek milet, bi yekdengî gotin serxwebûn, lê şertên dinyayê, hêzên ji wan xurttir nehîştin ew serxwebûna xwe îlan bikin.
Lema jî tu gunehê kurdan tuneye, tiştê ji wan dihat kirin, lê dîsa jî têrê nekir.
Lê kurdan li Kurdistana Başûr(Îraqê) di 25 salanan da û li Kurdistana Rojava (Sûriyê) jî di 6 salan da ne yekîtiya xwe çêkirin û ne jî bawerî û întîbayeke baş dan dinyayê.
Lema jî heger kurd vê fersenda tarîxî jî ji dest berdin û vê carê jî nebin xwedî dewleteke serbixwe ev sûcê wan e, ji tunebûna alîkariya derve bêtir, ji ber şaşî û kêmasiyên wan e.
Çimkî ew dersa xwe baş nexebitîn, wek miletekî hereket nekirin û dûzanek nedan nava mala xwe, yekîtiya netewî di ser berjewendiyên şexsî û hizbî ra negirtin.
Dinyayê dît yekîtiya kurdan tuneye, bêtifaq û şîqaq in. Û gava yekîtî tunebe û hemû hêz bi yekdengî doza serxwebûna xwe nekin avakirina dewleteke netewî çênabe…

XXX
Zekî Ozmen gotiye bi yek gotinê bibêjin "mirov çawe nabe dewlet?" bidin.
Ez fikrê xwe bibêjim. Dibê siyasetmedar û serokên meriv wek yên kurdan bin.
Serokên kîjan miletî wek yên kurdan bin ne mimkûn e bikanibe zora dijminê xwe bibe û bibe xwedî dewlet.
Siyasetmedar û serokên kîjan miletê bindest wek yên kurdan(kurdên başûr, bakur û rojava)bin ew bifirin jî, bi sedhezaran şehîdan bidin jî, wek çem û rûbaran xwînê biherikînin jî nikanin ji bindestiyê rizgar bibin û bibin xwedî dewleteke netewî.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE