19 november 2017

Qeyûmê hukûmetê piştî xerakirina abîdeya Ehmedê Xanî nuha jî tabelaya parka wî daxist

Qeyûmê hukûmetê 6 meh berê li Bazîdê abîdeya Ehmedê Xanî hilweşand, nuha jî tabeleya parka Ehmedê Xanî daxist û pelixand.
Û hîn jî bi sedhezaran kurd endamên AKPê ne.
Hîn jî ji nava AKPê, ji nava parlamenter û wezîrên hukûmeta AKPê yek kurdekî bi xîret û bi şeref derneket û ji hukûmetê ra negot ez vê heqareta li Seydayê Ehmedê Xanî, li miletê kurd qebûl nakim û îstîfa dikim.
Bi sedhezaran kesî kumê bêxîretiyê û çavpaniyê dane serê xwe û di ser da jî dibêjin em însan in û simêl li ber pozê me ye…
Ne zilaman tenê, jinekê jî dengê xwe nekir, wek mêrên bêxîret wan jî xwe pîs kirin.
Qeyûmê(mamûrê)dewleta tirk yê Bazîdê di meha hezîranê da çer dest bi karê xwe kir Abîdeya Ehmedê Xanî hilweşand. Nuha jî tabeleya ”Parka Ehmedê Xanî” daxistine û pelixandine.
Li Bazîdê tabeleya AKPê bi darda ye,
lê abîda Ehmedê Xanî hatiye hilweşandin û tabeleya parka Ehmedê Xanî hatiye daxistin. Û polîs û leşkerên tirk ew pelixandine.
Hukûmeta AKPê abîdeya Ehmedê Xanî hildiweşîne, tabeleya parka Ehmedê Xanî dadixîne, lê bi hezaran kesên ji xwe ra dibêjin ew kurd in, ew bawermend in hîn jî bi AKPê ra ne…

XXX


Rûdawê di rûpela xwe ya Facebookê da axaftina serokê Tirkiyê Erdogan ya Maçkayê zindî(neqlen)daye.
Meriv ji çavê xwe bawer nake.
Lê wer xuya ye ya ev kanal ya Erdogan e ya jî Rûdaw Erdogan serokê xwe qebûl dike.
Bi rastî jî hûn şerm nakin, hûn tam bûne zilamên Erdogan û Tirkiyê.
Lê hûn çi şelafiya bikin jî Erdogan we naxe dewsa însên. Tu kes qedir nade kesên şelaf…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE