08 november 2017

Petrola me careke din bû bela serê me


Ji nava YNKê çend kesên xwefiroş ji bo ku petrolê ji Barzanî bistînin û ew û ereb li hev pr bikin, bi hev ra bixwin Kerkûk firotin Heşdî Wahşî û Heyder Ebadî.
Lê li gorî agahiyên ji herêmê tên, piştî karê xwefiroşan qediya Ebadî pehînek li qûna wan xistiye û gotiye ez qurişekî jî nadim we. Gelek sipas ji bo îxaneta we û xelas…
Yanî meriv kane bibêje sebebê îxaneta li Kerkûkê bû şerê li ser parkirina petrolê ye, Barzanî para wan nedida û wan jî rabûn him petrol û him jî Kerkûk dan Heşdî wahşî û Ebadî.
Yanî ji bo Barzanî nexwe Kerkûk bi bêbextî firotin…
Rastiya çîrokî ev e.
Careke din petrola me bû bela serê me, bû sebebê îxaneta çend kesên me…
Alî Javanmardî di vê vîdeoya xe da vê rastiyê, yanî sebebê firotina Kerkûkê eşkere dike.

XXX
Baweriya me, fikir û îdeolojiya me çi be jî, navên partiyên me çi bin jî ji bo dijmin ferq nake, ji ber kurdayetiya me zulmê li me dikin, dixwazin başên me jî û xerabên me jî bindest û kole bihêlin.

XXX
Malpereke tirk di manşeta xwe da gotiye: Canîyê Daîşê li Tirkiyê hat girtin.
Ma ewê li ku were girtin?
Helbet ewê li Tirkiyê were girtin.
Daîş artêşa Tirkiyê ya ne resmî ye.
Piştî artêş belav bû helbet celad ewê vegerin ba xwediyên xwe.
Abdulkhaleq Abdulqader Ali, celadekî meşhûr e, li Qeyseriyê hatiye girtin.
Abdulkhaleq Abdulqader Ali, birayê xwe kuştiye û vîdeoya wî jî belav kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE