27 november 2017

Pentagonê balona Tirkiyê zû teqand

Pentagonê careke din Tirkiye derewîn derxist û got ewê alîkariya xwe ya bi HSDê/YPGê ra bidomînin.

Pentagonê bi beyanekê îdîayên Tirkiyê xwedêgiravî Trump "soza qutkirina alîkariya bi HSDê/YPGê ra daye Erdogan” pûç kir, vir derxist.
Pentagon di beyana xwe îro da daibêje "Emê hevkariya xwe ya bi HSDê ra ku YPGê jî di nava wê da ye berdewam bikin."
Wek tê zanîn wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotibû ”Trump di telefonê da soz da Erdogan, got êdî ewê çekan nadin YPGê.”

Bi vê beyana Pentagonê careke din derket ortê tirk rast nabêjin, bi xeberên vir xelkê dixapînin.
Ji xwe du roj berê gava Çavuşoglu ev îdîa avêt ortê û medyaya tirk bi helahop belav kir, qet neket serê min Trum sozeke wer dabe Erdogan. Û min ew nivîsî jî.
Neyartiya kurdan bi berpirsiyarên îktîdara AKPê ra bûye paranoyayeke mezin, dewlet bi hemû dem û dezgehên xwe ve 24 saet di eleyhê kurdan da dixeite. Hemû derdê wan li Sûriyê kurd nebin xwedî maf û statuyeke siyasî.
Û ji bo vê jî her fêbaziyê dikin. Lê hîn jî Amerîka û rûsya îqna nekirine. Hela ka em binêrin rojên pêş ewê çi nîşanî me bide.
Metîn Eser Apê Zinar, ya rast hinek gumana min ji hevkariya Amerîkayê û YPGê heye. Niha an jî di demek nêzik de nebe, Amerîka dikare alîkariya ku dide YPGê bibirre, qut bike. Bi ya min sebeba mezin û meseleyeke pirr giran e, hêzên Kurd li hev nakin. Mebesta min ji hêzên Kurd, hêzên li başûr û rojava ye.

Zinarê Xamo Bêguman Amerîka kane her tim alîkariyê ji ser HSD/YPGê qut bike.
Amerîkaya mitefikekî wek Tirkiyê girt hemberî xwe çima ewê dev ji PYDê bernede?
Ji bo dewletan mitefikê, dost û dijminê ebedî tuneye, dewlet her tim oportunîst û rasyonalîst hereket dikin.

Trajediya hat serê kurdên başûr û bi taybetî jî xefleta PDKê dibê ji bo hemû hêzên kurd bibe derseke tarîxî...

2 kommentarer:

PARVE BIKE