09 november 2017

Payizeke din jî hat

Payizeke din jî hat Stockholmê
Dîsa Stockholm ji rengan xemilî,
dîsa hawirdor bû berreke heftrengî.
Her darek bûye bexçeyekî rengîn
Her her pelek bûye kulîlkek zêrîn
Di nava darên rengorengo da,
di nava pelên kesk û sor û zer da
li dora Gola Albyê
melûl melûl dimeşim
bayekî honik li ruyê min dixe
dest davêjim zincîra qapûtê xwe
pêxîla xwe vedikim
bayê bi kêfxweşî honik himêz dikim
sura bayê xerbî li bedana min belav dibe
kesereke kûr dikşînim
bi xem û xeyal
bi hestên bêheval
bi dilekî hustuxwar
tik û tenê dimeşim
ji bo çi
çima li vir im
ez jî nizanim
li Stockholma xopan
li dora Gola Albya malwêran
digerim,
bêbiryar im
di serê min da hezar û yek pirs
miletekî wek swêdiyan azad,
welatekî wek Swêd serbixwe
Xeyal dikim
li Gola Albyê,
li xuşîn û dengê avê
li zinrên hember
li ajnêberiya qaz û ordegan
bîstekê temaşe dikim
serê min tije
dilê min tije
vedigerim hêlîna xwe



1 kommentar:

PARVE BIKE