03 november 2017

Michael Rubin îcar teşbîheke pir bi xof kiriye



Berpirsiyarê Pentagonê(wezarata parastinê) yê kevn Michael Rubin di twitteke xwe da serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şibandiye dîktatorê Panamayê Manuel Noriega.
Robin gotiye:
”Di îdîanameya Zerrab ya nuh da navê Erdogan gelek caran dibuhure. Tiştekî wiha herî dawî hatibû serê Manuel Noriega.”
Norîega, generalekî panamayî bû û dest dabû ser hukim. Ji sala 1983 heta 1989 bi darê zorê Panama îdare kir.
Di sala 1988a da mahkimeyeke Amerîkayê di heqê Noriega da ji sûcê narkotikayê û spîkirina pereyên reş û sextekariya di hilbijartinanan da doz vekir û girtina wî xwest.
Di 20 kanûna sala 1989a da(20/12) Amerîkayê bi leşkerên xwe Panama dagir kir.
Manuel Noriega reviya, li Panama City çû xwe avêt dexlê sefareta Vatîkanê...
Piştî çend hefteyan, di 3ê çileya paşîn(3/1)ya 1990î da teslîm amerîkiyan bû û amerîkiyan ew birin Mîamîyê.
Di sala 1992a da mahkimê ji ber sûcê narkotîkê û spîkirina pereyên reş 30 sal cezayê hefsê dayê.
Norîega heta sala 2010a li Florîdayê di hefsê da ma. Di 27ê nîsana 2010 da Amerîkayê ji ber sûcê spîkirina perê reş ew teslîmî Fransayê kir û mahkimeyeke Fransayê di eynî salê da 7 sal cezayê hefsê da Noriega cezayê xwe li Parîsê di hefsa Santê da kişand û di kanûna (meha 11)2011 da jî Fransayê ew teslîmî welatê wî Panamayê kir.
Manuel Noriega 29ê gulana îsal(2017) di 83 saliya xwe da li welatê xwe Panamayê mir.
A Michael Rubin, taliya serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şibandiye vî Norîegayê di zandanên Amerîkayê da riziya…
Teşbîheke pir ecêb e û pir xerab e…
Xwedê hevza merib ji bêtarên giran bike, meriv ne dijmin be taliya birêz Erdogan naşibîne ya dîktatorê Panamayê Norîega.
Bi rastî ji bo serokekî wek Erdogan ku ji alî miletê tirk ve bi qasî pêxemberî tê hez kirin teşbîheke him ne xweş e û him jî pir bi xof û trajîk e...
Kane li Tirkiyê bibe sebebê panîkeke mezin û gelek kesan ji nuha da bibizîne...
Birêz Erdogan nuha çi difikire û çi his dike ez nizanim. Lê miheqeq kêfxweş nebûye û belkî jî piçekî lerizî ye...
Lê ez di dewsa wî da bim bi Xwedê ezê ji tirsê biqutifim û ji nuha da ciyekî revê û veşartinê di çavê xwe ra kim…
Yaho ev Amerîka pir zalim e, dibê meriv hefza xwe jê bike, heger bixwaze kane dinyayê li meriv bike zindan.
Lê mixabin ev dinya wiha ye, heveger xwediyên dinyayê û ilim jî Amerîkaya zalim bixwaze li dinyayê her tişt mimkûn e, tiştekî nikanibin bikin tuneye.
Yanî heger Amerîka bixwaze bi navê Xwedê tiştê anî serê Manuel Norîega kane bîne serê min jî û serê birêz Erdogan beg jî…
Ê hela ka em binêrin rojên pêş, mahkima Zerrab ewê çi surprîzan nîşanî me û dinyayê bide…
Lê wer xuya dike ewê hin tiştên ecêb, hin tiştên qet kes texmîn nakin ewê biqewimin...

XXX
Bersîva Rûsyayê Tirkiye qerisandiye
”Endamên PYDê hemwelatiyên Sûriyê ne, ne yên Tirkiyê…”
Tirkiyê ji Rûsyayê xwest PYD beşdarî kongreya Sûçîyê nbe, çimkî li gorî Tirkiyê PYD terorîst e.
Cîgîrê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê îro bersîv daye Tirkiyê û gotiye, ”Endamên PYDê hemwelatiyên Sûriyê ne, ne yên Tirkiyê…”
Mikhail Bogdanov, li ser pirsa rojnamevanekî gotiye:
”Em ji fikrê hemû endamên PYDê û rêxistinên kurd yên din sûrî ne hereket dikin. Ev kurd hemwelatiyên Sûriyê ne, ne yên Tirkiyê ne. Lema jî li gorî baweriya min dibê ev ferq were kirin.”



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE