06 november 2017

Me doza çi kir, nuha em çi dixwazin !

Nêçîrvan Barzanî gotiye “Bexda ji % 17ê bûdceya Kurdistanê bişîne em amade ne dahatan radest bikin.”
Me doza çi dikir, em hatin li ku û li çi hesilîn !
Xwedêgiravî me yê doza serxwebûna li Bexdayê bikira, me ji bo wê referandûm çê kir, nuhame dev ji wê doz û daxwaza xwe berdaye, em ji Bexdayê meaşên mamûran dixwazin.
Nizanim çi bibêjim û çi nifirê li kê bikim…

XXX
Kesên buhikbûnê(kurm û kêzikbûnê) qebûl bikin, gava di bin nigan da pelixîn dibê gazinan nekin.
F. Schiller
Yanî maneya wê, kesê li hemberî bindestiyê ranebe û azdî û serxwebûna xwe nexwaze dibê ji zulm û heqareta lê dibe gazinan neke.
Çimkî buhikbûn qebûl kiriye, yê bû kurm, kêz, zûrî û mûrî helbet ewê di bin nigan da bipelixe.
Eynî wek me kurdan, tu ferqa me ji buhikan tuneye. Nuha em di bin nigên faris, tirk û ereban da wek buhikan dipelixin

XXX
Kê gotibe pir rast gotiye, ”Li hemberî neheqiyê serê xwe netewînin. Çimkî bi heqê xwe ra hûnê şerefa xwe jî wenda bikin.”
Hin kurd ji do da amede ne li hember Ebadî serê xwe bitewînin.

XXX


Qûna carê hîn bû tir û fisan, zeft nabe bi tu werîsan...
Bi Xwedê pêşiyên me pir rast gotine...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE