20 november 2017

Mahkima Zerrab xew li hinekan heram kiriye


Hukûmeta AKPê, zilamên wê yê medyayê dibêjin armanca doza Zerrab xistina Erdogan e, bi vê dozê dixwazin Erdogan ji ser hukim da bixwînin.
Yanî serî çûye gihîştiye reîs û Tirkiyê. Wer xuya dike nikanîbûne meselê teng bigrin û reîs jê bêrî bikin.
Yanî hemû bertîl û hewildanên dîplomatîk û siyasî pere nekir, helqe ewê fireh bibe.
Lema jî cîgirê serokwezîr Bozdag îro pir kiriye qîrîn û hawar.
Bozdag qala belgeyên sexte kirinbe, gotiye belgeyên di destê dozger(sawcî)da sexte ne, filan û bîvan.
Tiştê herî komîk hukûmeta AKPê doza Zerrab jî FETO ve girê dide, dibêje ev tertîbeke FETO ye. Yanî Gulen mahkima Emerîkayê jî îdare dike. Pêkenîn e lê mecbûr in wiha bibêjin. Çimkî nikanin têxin hustiyê PKKê, lema dibêjin ev îşê FETO ye...
Diyar e di destê mahkimê da gelek belgeyên serê Erdogan û Tirkiyê biêşînin hene. Qajewaja Bozdag ji ber vê ye...
Ji xwe çendakî berê Erdogan gotibû, "bîneke pir pîs ji vîîşî tê..."
Bi rastî jî bîneke pir tê, çimkî binê hinekan ne paqij e..
Bi xêr û xweşî di 27ê mehê da emê gelek tiştên ecêb bibihîzin...

XXX


Ji ber ku hin mebûsên HDPê li Amedê beşdarî cenazeyê gerîlayekî bûne Levent Gultekînê xwedêgiravî ”demokrat” pir aciz bûye û gotiye "hûn guh nadin hesasiyetên civatê û dû ra jî radibin gazinan dikin, dibêjin nahêlin em siyasetê bikin.”
Ev jî nîşan dide gava mesele tê ser kurdan demokratên tirk ya dibin faşîst ya jî tirkçiyên neyarên kurdan.
Levent Gultekîn jî wek Erdogan û Bahçelî û Perînçek dibêje gerek kurd cenazeyên xwe jî ranekin, gerek siyasetmedar û mebûsên kurd neçin şîna nas, dost û merivekî xwe.
Daxwaza kurdan ya azadiyê civata tirk bi hemû sinif, tebeqe, fikir û îdeolojiyan ve kiriye civateke bêûjdan, irqçî û faşîst.
Tirkê herî demiokrat jî qebûl nake kurd herin şîna kurdekî dewletê kuştiye...
Heta Dîyaneta Tirkiyê jî rakirina ccenazeyê gerîlayekî sûc dibîne.
Lê cenazeyên qatilên Daîşê bi merasimên resmî radikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE