13 november 2017

Li ser blogeriyê û çima her roj dinivîsim?

Nivîseke pir xweş e, min kêf û zewq xwend.
Di nivîsê da pesnê ji bo bloga min Hindik-Rindik hatiye dayin ez gelkî dilşa kirim. Nivîs û halanê wenî ji bo nivîsê qewet û ezmekî mezin dide min. 

Înan Eroglu di nivîsa xwe da wiha qala bloga ”Hindik-Rindik” kiriye:

”Li bloga Apê Zinar dinêrim. Nivîsên wî yên îsal ji niha de gihîştine 650. Heger wisa dewam bike îhtimal e hejmara nivîsên îsal heta dawiya salê bigihîje 750 jî. Min nivîsên wî di ser rû re hejmart, ji 4500î derbas kirine. Li bloga xwe dinerim, min nehejmart, lê xwe biçirîne bila 50 nivîs hebin an na. Welle heyfa xortaniyê.
Dibêjin nameyên Voltaire ji bîst hezarî zêdetir in. Camêran ev nameyên wî di 13 cildan de berhev kirine. Difikirim, heke Apê Zinar deh salên din jî salê orteleme 600 nivîsan li bloga xwe zêde bike, bi temamî dike 6000 nivîs. Hingê nivîsên wî ji 10000an zêdetir dikin. Heger em bixwazin van nivîsan çap bikin, em bibêjin serê her nivîsê rûpelek, a ji te re kir 10000 rûpel. Em bibêjin bila her cildek 500 rûpel be, a ji te re kir 20 cild. Me Apê Zinar heye ji kerema xwe ji Voltaireê nizam çîk meke behs.”
///Înan Eroglu

Hin kes ji malê dinê, ji qesir û qonaxan, ji kursî û meqaman, ji filan û bîvan tiştî hez dikin, ez jî ji xwendin û nivîsînî hez dikim.
Nivîsandina rojane maneyekê dide jiyana min, bi nivîsandinê ez xwe wek merivekî teslîmî bindestiyê û asîmîlasyonê nebûye his dikim.
Roja nenivîsim di jiyana xwe da valahiyekê, kêmasiyekê, heta revekê, sûcdariyekê his dikim...
Bi nivîsandinê ez her roj ji neyarên xwe ra dibêjim ez bindestiya we qebûl nakim, ez teslîm nabim, ez wek kelemekî li ber pozê we be...
Bi blog û feysa xwe ez her roj hebûna kurdan, zimanê kurdî û Kurdistanê bi bîra dijminên xwe dixim. Û her wisa bi bîra kurdên bêhafize jî...
Bi blog û feysa xwe ez her roj ji neyarên miletê kurda ra û ji kurdên zeîf û bêhafize ra dibêjim Kurdhene, kurdî heye, Kurdistan heye.

Înan Eroglu: "Çîroknûsê hêja Ferhadê Mihemed li ser instagramê ji min pirsî: “Ka tu dê kengî kitêbekê çap bikî?” Min bi henekî gotiyê: “Welleh êdî blog heye, ez li dijî çapkirinê me.” Qey ji ber bersiva min şaş ma, loma got: “Qet nebe tu welê mefikire law. Ji ber ko kitêb miqeddes e pîroz e.” Min jî lê vegerand: “A miqeddes xwendin e lo, hezkî bila li ser çermê ga be, hezkî bila li ser kevir û zinaran be, hezkî bila li ser kaxezan be, hezkî bila li ser blog û tabletan be.” Ez hê jî wisa difikirim. A miqeddes û mînende (kalıcı) xwendin û nivîs e loma hemû alav û malzemeyên xwendinê dê her biguherin lê xwendin û nivîs dê her wekî xwe û li cihê xwe bimînin."



Belê rast e, ya muhîm xwendin e. Feqet xwendin kitêbê bêmane nake, kitêb jî ji bo însan bixwînin heye, tê çap kirin.
Ya din hin kes ji xwendina ji ekranekê, ji qutiyekê bêtir, dixwazin kitêbêkê bidin destê xwe û bixwînin. Xwendina kitêbekê, qulibandina rûpelan, xêzkirina binê gotinan kêf û zewqeke pir cihê ye, gerek meriv însanan ji vê kêfê mahrûm neke...
Ez bixwe kirîna kitêbekê, hildana wê, xwendina wê, xêzkirina binê hin gotinan bi hezar blog, facê û twîttê nadim.
Bloga min jî di nav da, bira blog bi qurbana kitêban bin. Raya min ji kêtêbê ra...
Lê helbet ez ji bloga xwe jî pir hez dikim, dibê ez wê jî înkar nekim, em carê bûne destbirakên hev ê hetanî mirinê...


İnan Eroğlu:  Apê Zinar êdî tabletên xwendinê yên wisa derketine ku meriv dibêje qey tu kitêban didî destê xwe. Ekrana wan wek pelê kitêban in û qet çavê meriv naêşînin, qelemên wan hene û dikarî binê hevokan xêz bikî. Werhasil teknolojî pir pêşketî ye :)




Zinarê Xamo Înanê hêja, tu qala tiştên, îcadên wer dikî ez hîn jî bi tirs û bi şik li wan dinêrim…
Em hîna hogirî hev nebûne…
Lê ez li dij bim jî, ez ji wan hez nekim jî ev serdem ya te û ya tabletên te qal kiriye.
Ez ne merivekî konserwatîf im û ne li dijî pêşketinê, ilim û îcadên nuh im, lê dîsa jî nikanim wek te ji wan tiştan fêm bikm û bi kar bînim.
Meraq hebe jî lê germbûn ne hêsa ye…
Ez bi qelemê û bi textîloyê ra mezin bûm, ji îcadên zêde pêşketî hinekî ditirsim. Ji bo fêrbûna tiştên te qal kiriye wext lazim e. Û ji bo wê jî sebra min tuneye.
Helbet xortên wek te û Omer Farûk Baran ewê ji min pêşdatir bin, ji ”tabletên xwendinê” hez bikin û ezê jî ”tabletên” klasîk û rehettir tercîh bikim.
Lê dîsa jî şikir bikin ez heta vira bi we ra hatime, ew jî ne hindik e…
Axirê reng jî û zewq jî cihê û babetbabetî ne…
Kî zane, belkî rojekê ez jî biwêrim tableteke xwendinê bikirim…
Li dinyayê her tişt mimkûn e….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE