19 november 2017

Li Kurdistanê partî yên şexsan in

Li Ewrûpa partiyên siyasî ne yên şexsan, malbatan ya jî yên çend kesan in.
Partî, organîzasyoneke siyasî û civakî ye, kî  program û destûra partiyê qebûl bike partî ya wî ye. Her endam bi qasî serok xwedî maf e û xwediyê partiyê ye.
Lê li Kurdistanê partî bi piranî yên şexssan ne.
Ev yek li Tirkiyê jî wiha ye. AKP, partiya Erdogan e û heta Erdogan sax be ya jî heta bixwaze ewê ya wî be.
Li Ewrûpayê tu serokekî partiyekê ne ebedî ye. Serok diherin û tên. Yek demekê dibe serok ya piştî çend salan ya jî piştî wendakirina hilbijartinekê, du hilbijartinan dev ji serokatiyê berdide û yekî din dibe serok.
Ev yek ji bo hemû endamên komatî merkezî jî wiha ye.
Li Ewrûpayê tu kes heta dawiya umrê xwe di îdareya partiyekê da namîne.
Li Swêd ev yek  ji bo hemû partiyan wiha ye. Serok û berpirsiyar tên û diherin…
Lê li Kurdistanê partî ne yên civatê, yên şexsan e. Heta ew şexs sax be ew serok e.
PKK, partiya Ocalan e, ew çi bike jî PKK ya wî ye, mêrik dev îdîal û progrma partiya xwe berdaye, bûye zilamê dewletê lê dîsa jî kes nikane wî ji serokatiya PKKê dûr bixe.
PDK ya Mele Mistefa Barzanî bû. Heta ew sax bû ew serok bû. Piştî wefata wî Mesûd bû serok. Û piştî Mesûd jî ewê lawê wî bibe serok.
Û ev yek wek sîstema padîşahiyê ewê dom bike.
Celal Talabanî bi çend havlên xwe ra YNK ava kir. Heta  roja wefata wî ew serok bû. Nuha jî xanima wî û zarokên wî YNKê îdare dikin.
Ez bawer nakim kes kanibe YNKê ji malbata Talabanî bigre. YNK ya malbata Talabanî ye.
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ya Selahedîn Behadîn e. Heta ew sax be, heta bixwaze ewê serok be.
Komela Îslamî ya Kurdistanê ji alî Elî Bapîr ve hatiye damezirandin. Komela ya Elî Bapîr e, heta ew sax be ya jî heta ew bixwaze ewê serok bimîne.
Hin îstîsnayên wek PAKê hebin jî ev rastiya min li jor qal kir naguhere...
Yanî hemû partiyên kurd û bi taybetî jî partiyên mezin, yên xwedî desthilat partiyên şexsan û malbatan in, ne organîzasyonên civakî û her kesî ne.
Îcar ji ber vê struktûra siyasî ya partiyan, yanî ji ber ku partî yên şexsan û malbatan in, lema jî berjewendiyên şexsan tim di ser yên netewî ra digrin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE